ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rûdaw · 16.11.2008 · 2 dîtin
Ji bo berdewambûna proseya xwendinê, piraniya xwendevanên Kurd yên li zanîngehên Elmanya neçarin kû bixebitin. Li ser vê rewşa zehmet ya xwendinê re jî, hinek xwendevan û girûpên xwendevanên Kurd ji bo parastin û nasandina çanda Kurdan bi xwendevan û gelên din yên biyanî, bi berdewamî xebatê dikin. Ev xebatane jî piranî bi şev aheng gêran, zindîkirina rojên taybet yên wek Cejna Newroz ê û rojên çandî yên Kurdanin. Serokê Komeleya Raman ya xwendevanên Kurd yên Surî, Fewzî Dilber dibêje; gelek xwendevan û neteweyên din yên kû li Elmanya dixwînin, nizanin li Tirkiye, Êraq, Îran û Suriye Kurd hene. Hizir dikin kû ew xelkên li van welatan jiyan dikin, hemû Tirk, Faris û Erebin, "Ji ber gelek zore mirov çîrok û dîroka xwe ji wan re bêje, ji ber vê jî me hizir di sazkirina çalakiyan de dît û di van çalakiyan de dîrok, çand, hûner û çîrokên Kurdî nîşa wan xelkan bikîn". Komeleya Raman di destûra xwe de biryarek girtiye kû her sal di demsala payîz, roja çanda Kurdî û li biharê jî cejna Newroz ê saz bike; "Roja çanda Kurdî wê li despêka werza xwendinê bê encamdayîn û em hewl didîn kû piranî xelkên biyanî bikîn mêvan. Ji ber di wan rojan de em semîner, çalakî, xwarin û taybetmendiyên civaka Kurd nîşan didîn û hez dikîn xelkên biyanî me nasbikin". Komeleya Raman cejna Newroz ê bi sema û mûzîka Kurdî pîroz dike. Serokê Komeleya Raman keyfxweşe kû sal bi sal mêvanên wan zêdetir dibin; "Kesên kû beşdarî çalakiyên me dibin, ji me re dibêjin hûnê kengê çalakiyan sazbikin? Ev jî nîşana wê yekêye kû em serketîne". Çavê Fewzî li hevkariya komeleyên dine kû bi hev re çalakiyan saz bikin; "Lê hêj derfet çênebûye". Sîrwan Hecî Berko, hem rojnamevane û hem jî xwendevanê zanîngehê ye. Di heman demê de li wê derê serokê komeleya (Kurdistan R.G) ye, diyar kir wan ji bo bi hev re xebitînê çendîn car daxwaz ji komeleyên xwendevanên Kurd yên din kirîne, "Ji bo karên hevbeş bi giştî di nava Kurdan de hesasiyetek heye, her yek hizra herêmî û xwecihiyê dike. Li gorî hikmê tecrûbeyên min meseleya kû ciwan û xwendevanên Kurd bigihin hev û bi hev re karekî hevbeş bikin, ne tiştekî serketiye". Ji kîderê komeleya Kurdistan R.G li hemû payîz û biharan li zanîngehên Bochum ê çalakiyan saz dikin. Wekî Sîrwan dibêje; ev çalakiyane bûne kevneşopî, xelk li benda wanin û ji bajarên dûr tên "Ji ber xelk ji ahengên şev yên siyasî têrbûne û ew bi şewq li benda van çalakiyên mene". Xwendevanê kûlêja bijîjkan yê Bon ê, Asif Qadirî li ser asta hemû Elmanya jîrtirîn xwendevanê kûlêjeya bijîjkiye. Qadirî li ser mêvandariya hevalekê xwe yê Kurd tevlî roja çandê ya Kurd biribû, hestên xwe beranberî çanda Kurd nîşan da û ji Rûdaw ê got: "Ez gelek pê keyfxweşbûm kû li vê derê amadbûm, bi rastî ji berî vê şevê min tiştek li ser gelê Kurd nedizanî, lê niha ez gelek tiştan ji civak û dîroka Kurdan dizanim". Qadirî ku li ser asta hemû Elmanyayê di taybetmendiya xwendina xwe de, yekemîne, ew li ser xebata kurdan dibêje: "Ez keyfxweşim kû ciwanên Kurd dibînim û ji bo nasandina çanda xwe xebatê dikin". Derbarê taybetmendiyên van çalakiyane de, Sîrwan Hecî Berko diyar kû ev nêzî deh salin ew van çalakiyan li dardixin, despêkê wan hinek zanîn li ser rewşa Kurd û Kurdistan ê nîşa mêvanan dida û pişt re jî bernameya mûzîkê despêdikir. Lê wekî Berko diyar kirî, niha rewş hatiye gûhertin û herkes dikare zanyariyan bi dest bêxe. Dema kesên biyanî tevlî çalakiyên wan dibin û mûzîka Kurdî bi dilê wan be, dikarin piştî wê li çavkaniyan bigerin û derbarê Kurdan de bibin xwedî zanîn "Em dixwazin ciwanên Kurd yên xwendevan û nexwendevan bên gelhev û gûhdariya mûzîka Kurdî ya nûjen bikin. Ji ber vê yekê jî em piranî hunermendên ciwan tênîn. Em dixwazîn çandekê dirûst bikîn û dûrî çanda çalakiyên siyasî yên pirobagandeya yên wekî bijî filan kes û bimre filan kes" be. Elbet berevajî zanîngeha Bonn ê û hinek zanîngehên din yên kû tevlîbûna çalakiyan wan bê beranber bû. Lê li zanîngeha Bochum ê û ji bo hin peydakirina xerciyên ahengê, diravekî kêm ji mêvanan dihat wergirtin, ji ber ku zanîngeha Bochum ê ji bo çalakiyên komeleya Kurdistan A G pereyekî kêm terxan kiribû. Xûnav Amûdî li zanîngeha Bochum ê zimanê Farisî, Erebî û siyaseta Rojhilata Navîn dixwîne û her sal tevlî çalakiyên xwendevanên Kurd yên li zanîngeh ê dibe. Ji ber hunermendên Kurd yên nû tevlî van ahengan dibin, Xûnav dibêje: "Şevên xwendevanan gelek ji şevên dawetan xweştirin, ji ber vê jî her sal mêvanên van şevan zêdetir dibin û hinek ciwan ji Hollenda û Belçîka jî tên". Rûdaw-Elmanya
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.