Ramyarî

Dengdan

Bîşar Norşîn · 18.05.2018 · 3 dîtin

Dengdan

 

dengdan rengdane,

deng bilindkirin qîrîn û xeberdane,

xapandin û ji  wera birîne,

dengdan bîn keşandin,

tirs, xof, lerzan û bezdane,

dengdan

rabun

runiştin,

xwerin û wexwerine,

dengdan

meydana

jinxwes

mêrxwes

pûşt û poşane,

dengdan

deşta hesp bezdandana

diz

sergerde

qopik

serxoş û oldarane,

dengdan

dafkirin û neçîre,

puçkirin û ru paskirine,

cirandina perdeyan û ketina perîyane,

dengdan

qamçîye,

zîn

palan û semerê ser pişta belengazane,

dengdan

kişandina axînek kure,

hers 

êş û berxwedane,

dengdan

dizîna xwen û xeyalane,

bihayê

xwe firotineye,

qwîrbun, lalbun û kerrbune,

dengdan

tevdan

nuva rengdan

xwirtî û serverîya komekêyê,

dengdan

deng dayîn

deng derxistin û deng birîne

ling terişandin

rureşî û bêheşîya herî mezine,

dengdan 

dermanê

mirin û mayîneye,

dengdan wexte,

wexta

sakserxwastkeran

virker

derewker

muçeguzar

komprador û xwefiroşane,

dengdan

berxwedan û gulaşe

revîn

serketin û binketine

dengdan

av li ser dilê xwe da berdan û xwe xwapandine,

dengdan

xwerina gefan

tirsandin û sond xwerine kesane,

dengdan

hinekanra şeva bê xew e,

hinekanra doj 

hinekanra bihişt

hinekanra axuya mar û dupêçken  deşta marîvan e,

dengdan

xwepêşandan

gijikê hev da girtin

por ruçikandin

xençer kişandin

gule berdan

mîrov birîndarkirin û kuştin e,

ji ber vê,

dengê xwe zelal bikin,

biparêzin

medin kesî û lê xwedî derkevin!

10.05.2018

Ji deftera min

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.