ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kurmanc HAKKI · 26.01.2006 · 2 dîtin
Rojnameya ramyarî, çandî û giştî. Weşan: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranêkurmanchakki@yahoo.com Beşa 20Beşdariya siyasîMe li beşa berê, di destpêka basa beşdariya siyasî de got ku welatî dema dariştina destûra welatê xwe dikevin bin îrada exlaq û rewişta xwe ji bo parastina wîsta giştî. Beşdarî li piroseya amadekirina destûrê dibe sebebê wê ku welatî bi awayekî berfirehtir û dûrbîntir mesela mafê xwe li hev bidin. Encama beşdariyê xwe wek hevdîtina welatiyan bi awayekî berîntir li berê ye. Bi vî awayî beşdarî li piroseya amadekirina destûrê dibe sebebê pêşveçûn û geşe kirina civakê. Di vê beşê da em dirêjiya basa pêşîn dom dikin:Em dikaribin teoriya ”Rousseau” bi awayê jêrîn şirove bikin: Serbestî û otonomî ya mirov dema ku yasa rengvedana daxwaza giştî be, misoger dibe. Bê berçav girtina biryara piranî jî wîsta giştî, lê biryara li ser bingeha piranî metoda herî cihê baweriyê ye ji bo derbirîna daxwaza giştî. Şiroveya biryardan li ser bingeha piraniya ”Rousseau” bi awayê jêrîn tê kurt kirin: 1) Hebûna başiya (berjewendiya) havbeş2) Welatî hemû carê bala xwe nadin ser vê yekê ku başiya havbeş çî ye3) Dema welatî bixwazin berjewendiya havheş di rêya dengdanê diyarî bikin, deng û biryara civîna netewî (Parleman) dengdana cihê herî baweriyê ye.”Rousseau” her wiha hêviyê dixwaze mirov li ser pirsa berjewendiya havbeş bi awayekî serbixwe bifikire. Bi raya wî her wisa dabeşkirina civakê li ser saziyên siyasî dikare gihîştin bi berjewendiyên havbeş lawaztir biket. Saziyên siyasî serxwebûna bîr û fikir kirinê ji mirov distînin û dibe hegera vê yekê ku mirov di şûna hizra serbixwe, di çarçoveya hizra sazî û partiyên siyasî de bifikire. Girifta sazî û rêxistinan bi hizra wî ewa ye ku berî ku ew rêxistinane di fikra berjewendiyên hevbeş bin, di hizra desthilat û berjewendiya saziyên xwe de ne. Di gel ew argûmenta ”Rousseau” ku li serê qala wê hat kirin, ew li ser vê baweriyê bû, hetanî mirov zêdetir wekhev bifikirin, berjewendiya havbeş bi awayekî hêsantir tê diyarî kirin. Ji ber vê yekê ”Rousseau” daxwaz dike piraniya dengan ji bo biryardan li ser hin nirxên civakî yên girîng û hevgirtî wek berjewendiya havbeş bê dan. Bi kurtî em dikarin bibêjin ku bi baweriya ”Rousseau”, beşdariya gelek mirovan bo diyarîkirina vêc û berjewendiyên havbeş li biryar yan hizra take kesek baştir û dewlementir e. Ji ber ku di dema biryara havbeş bi beşdariya piraniya mirovan, qazanc û berjewendiyên takekes ji nav diçin û biryar bi awayekî giştî xizmeta hemû welatiyan dike.”Rousseau” nabêje ku bi dengdanê û bidestveanîna piraniya dengan, daxwaza havbeş hatibe cih. Mirov dikare hizra wî bi vî awayî jî şirove bike: Wîsta havbeş yan daxwaza yekgirtî xweziyek îdeal e ku mirov dikare di rewşeke îdeal da misoger bike. Rewşa îodeal jî di demekê de ye ku tê de têgihîştina exlaqî û serxwebûn û otonomiya takên mirovan bi awayekî wekhev hatibe parastin. Metodên demokrasî ji bo bidestve selimandina wîsta havbeş vê gavê metodên ne kemilkî ne. Her wek di beşên berê jî qala wê hate kirin, heke bihê û altirnatîv zêdeyî duduyan (2) bin, vê gavê bidestveanîna piraniya reha[1] ji bo diyarîkirina wîsta giştî merca bingehîn nine. Di wê rewşê de pênase kirina biryara li ser bingeha dengê piranî karek ne hêsan e. Gelo em dikarin bibêjin ku di rewşeke wilo da hizra ”Rousseau” dikeve bin pirsyarê? Bingeha hilbijartinê li dengdanên demokratîk de ew zanyarî ne yên ku dengderan ji bo diyarîkirina daxwaza havbeş bi destve anîne, ku bi hizra wan bi awayekî sebixwe bi dest anîne û bi berhevdana zanyariyên cur bi cur herî baş altirnatîva hildibijêrin. Her çiqas dengderan kirîtîk û standardên wek hev hebin, ji berhevdana altirnatîvên hilbijartinê, welatî dikaribin li gor girîngiyê pirsên hatî ber dengdanê rêz bikin û li gor wê prefirênsa xwe hilbijêrin. Piştî ku pirs bi dengê piranî hat pesend kirin, dîtinên cuda û texmîna wê ku şaşî hatiye kirin, ji nav diçin û nirxa xwe ji dest didin. Em dikarin nimûneyeke wilo ser baseke taybet bi meseleyekê ku endamên rêberiya rêxistinekê dixwazibin biryarê li ser bidin. Biryara wan li gor wan zanyarî û belgane ye ku di destê wan kesane da ye û her kes ji endamên saziyê bi awayekî cuda ser vê mijarê hizir dikin û dikaribe çend kesek jî dijî vê biryarê rawestin. Lê dema dengdanê û bidestveanîna piraniya dengan ji bo pesend kirina wê biyarê dîtinên dijberan tu nirxek li encama giştî kêm nake û nabe rêgirê cî bi cî kirina biryarê.Di biryarên kolektîv de, welatî li ser bingeha zanyariyên serbixwe ji bo diyarî kirina başiya havbeş biryarê didin. Bi gotineke din ji bo diyarî kirina başiya havbeş hewce bi bidestveanîna yekdengiyê nake. Welatî hewce nake li diyarî kirina başiya havbeş wek hev hizir bikin, lê divêt şirove û pênaseyên cur bi cur li ser başiya havbeş û çewaniya bidestveanîna wê bê pêşkêş kirin. Ev merca han rewşeke wilo pêş tîne ku welatî bikarin li gor biryara li ser dengê piranî berjewendî û başiya havbeş pênase bikin. Ji bo me Kurdan girîng e ku bizanibin di rewşa civakeke pirereng û piralî ya Rojhilata Navîn de pênase kirina şêwaza diyarî kirina berjewendiyên havbeş bi sadeyiya teoriya serê ku qala welatê kirin nine. Welatên ku Kurdistan di ser wan hatiye dabeşkirin li gelek kêmaniyên etnîkî, netewî, ayînî, zimanî û siyasî û aborî pêk hatine ku piraliyektaybet dide bi şirovekirina cura berjewendiya havbeş. Xalek giring û balkêş ku di pênasekirina demokrasiyê ji aliyê netewên serdest tê berçav kirin, ji bîr kirina rastiya çend rehendî û pirnetewî bûna welatên wekî Îranê ye. Eva xalek lawaz û bêhêz ya hêzên demokrasîxwaz yên Îranê ye, yek ji astengên gihîştin bi alîkariya havbeş di navbera wana da ye. Em di beşên tê de dê pitir li ser vê mijarê bisekinin. [1] . مطلق
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.