ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Evin Çiçek · 19.12.2005 · 2 dîtin
Helbestvana Kurd Evîn Çîçek:“DEMA JINA KURD BI ZANABÛN BIBE EVÎNÊ AZADÎ Û RIZGARIYA XWE, EW DÊ AZADIYA WELAT JÎ BISTÎNE” Beşa 2 û dawî Hevpeyvîn: Azad Kurdî Evîn çima helbestan dinivîsîne? Helbesta min dîroka rast tîne ber çavan, sûçdaran eşkere dike, hesabê dipirse, hişyar dike, şîretan dide, evîna azadiyê, rizgariyê, serxwebûnê di dil û mêjiyan de dide neqişkirin. Toximan dajo. Çandin e. Mafên mirovan, mafên netewîbûnê di dest milletê min de ji aliyê diz û xwînxwarên modern ve hatine girtin, zeftkirin. Ez ku intellektûelek Kurd im, ezê çawa bê deng, bê helwest bisekinim? Çalakiyên min, tekoşîna min bi riya helbesta min jî dom dikin. Berxwedan, hîmê (bingeha) helbesta min e. Loma helbestên min li jinên din, yên xwedî welatên azad gelek (pir) cuda ne, naverok bi ferq in. Ji ber ku neteweya min bigêşî azadiyê ye, dixwaze wekî hemû neteweyên xwedî welat û serbixwe bijî, ez helbestên xwe mîna enextareka(kilîtike) derî didim şuxilandin (xebitandin). Nivîsandina helbestan ji tekoşîna azadiyê dûr û cuda nine. Wekî tillî û destan e. Hebûn û zanabûna min berheman diherikîne. Ez xwe mecbûr dibînim ku binivîsînim. Mîna çemekê hevokan biherikînim. Helbestvanê/a gelê bindest nikare wek kesên di nav rehetiyê de bi mijarên sivik demê biborîne. Li jiyana rast dûr, di xeyalên ser rastiyê re demê derbas bike û binivîsîne. Afirandin parçeyek ji jiyan û îradeya min e. Çiqas şexsî ye, weqes jî civatî ye. Serkeftina herî biaqil û serkeftin ji bo me ew e ku em doça tekoşînê bernedin û şerên pêwîst bi hemû hacetên demokratîk pêk bînin. Loma pênûsê(qelemê) wekî çekekî ji zêr hember dagîrkerên nav me û derveyî me dixebitînim, didim şuxilandin. Xwe berpirsiyar, mecbûr dibînim ku bibim zimanê gelê ku her roj tê kuştin, peliqandin, di bin qedexeyan de dijî û bûye nîve mirî. Ji aliyeke din rehbera, qilavuza min danezana mafên mirovan e. Îro helbesta Kurdî li kîjan qonaxê de ye? Kurdistan li bin lingên Fars, Ereb, Osmanî û Turkan de bû. Hin Kurdan ji bo xelasbûna welat hewl nedan. Ji bo ol(dîn) û îdeolojiyên ku me dihelînin, xira dikin, ji ruhê Kurdbûnê dûr dikin, helbest nivîsandin. Îro jî dinivsînin. Di qeleman de axu-jehrê dilop dikir, dike. Ji bo ku em bikarin îro binirxînin, pêwîst e xeletiyên demên borî rind (baş) bibînin, tespît bikin, bigirin ber çavan. Di dîroka wêjeya Kurd de M.B. Rudenko, Prof.Dr Q. Kurdo, Marif. Xeznedar, Îzzedîn Mistefa Resûl helbesta kilasîk ya Kurd girtine dest. Helbesta dema modern Cegerxwîn, Hejar, Osman Sebrî…..nivîsandin. Ji hêla pozîtîf û rind, helbestvanên me yên demên borî û yên vê esrê ji bo ku zimanê me yê qedexekirî neyê bîrkirin, wendakirin, were xebitandin û dewlemendkirin, bi berhemên xwe tekoşîn kirin. Bedel jî dan. Hêla negatîv; helbestvanê/a Kurd ji bo ziman û wêjeya Ereb, Faris, Osmanî û Turkan bû hacet, amraz. Qelem (pênûs) û mêjiyê xwe ji wan re xebitand, wêjeyên biyanî xurt kir. Bi helbestên Kurdî jî bi nezanîn xizmeta dagîrkeriyê û dagîrkeran kirin. Ehmedê Xanî ji îdeologê Îslamê re pesin, dûlge nivîsandine. E. Xanî bawermendekî paqij e. Rastî bi kuranî, zelalî nedîtiye û nenivîsandiye. Kurdên ku ola Hz. Mihemedê yê Erebistana Seûdî qebûl nekirin, bi hezeran hatin kuştin. Îro jî Kurd û neteweyên din tên kuştin. Tehamûl, tolerans, yên cuda qebûlkirin, di bawermendên wê olê de nine! Îro hemû dûgelên Ereb hember azadî xwestina Kurdan, azadbûna Kurdistanê bûne yek. Dagîrkeriya nejadperestane ya Fars, Ereb û Turkan bi rêya olê di nav milletê me de hêlîn vedaye, rîçîk avêtine. Encam bindestiya Kurd û Kurdistanê ye. Îro jî Kurd bi sedan têne dardakirin, kuştin û hepis kirin. Cegerxwîn helbestên mehtkirinê, pesindanê ji bo Stalîn nivîsandine. Ew rastî mirovan matmayî û, şaş dike. Ew helwest, nezîkbûyîn û pêşînedîtin helbesta Kurd dihelişîne, maf dike. Cegerxwîn, nedizanî Stalîn çi bi Kurdan kir? Kurd çawa kirin penaber û heta Sîbîryayê rêkirin, dan kuştin. Li bûyeran bê xeber bû. Xwînxwarekê wek egîdekê datîne pêşiya Kurdan û divêt ji wî re rêz û hurmetê bigirin! Çi heyfe îro helbestvanê/a Kurd bi gelenperî ji yekîtiya ziman, ji serxwebûna siyasî dûr e. Wekî pêşketin û, pêşveçûyînên Başûrê Kurdistanê helbesta Kurd jî demekê derbas dike. Tu pêşveçûyîna helbesta Kurdî çawa dibînî? Welat, millet, çand, ziman hatiye qelişandin. Encam li holê ne. Hatin û pêşeroja helbesta Kurdî li yekbûyîna welat, netewe, ziman û siyaseta me re girêdayî ye.Ya yekemîn ew e ku em hemû Kurd alfabeyekê bikar bînin, bixebitînin. Divêt li gor zanîna ziman alfabe were xebitandin. Xebatên zanistî dom bikin. Wekî mînak; Yûnan(Grek) bi sedsalan e ji alfabeya xwe re hez dikin. Li gor demê her pêşve dixin. Di alfabeya xwe ya yekemîn de li Fînîqeyiyan tîpên S K dz Z A B girtin û pêşve birin, karanîn rehet kirin. Wan beriya zayînê, di sedsala VI de jî ji bo ku alfabê rehet bi kar bînin, xebat dikirin. Beriya zayînê B.Z di 403’an de, "Archinos" qanûnan derdixîne, amade dike. Grekan (Yûnan) girekçeya nivîsî baqî, payidar kirin. Em di sedsala 21’an da ne û alfabayeke me ya şirîkatî tune. Em alfaba Erebî, Kirîlî û Latînî dixebtînin, bikar tînin. Ji bo ku yekîtiya zaravayên zimanê me pêk bê, amade bikin ji ceribandinên gelê Bask dikarin feydeyê bibînin. Navbera 7 û 12 zaraveyên Baskiyan hene. Li 7 herêmên Baskiyan, 7 zarav tên xeberdayîn. Nifûsa wan bi giştî 2.900.000 in. Akademî ya Baskiyan di sala 1912’an de hatiye avakirin. Ya din jî li Marokê yekîtiya navbera zaravên, zimanên eşîran de çawa yekbûyîn, hevgirtin çêbûye û hevlên Berberiyan jî mirov dikare bigire ber çavan. Ez dikarim bibêjim pêşeroja helbesta Kurdî, pêşeroja zimanê Kurdî ye. Divêt pêwîst e çeperên ber yekbûyîn û, pêşveketina zimanê Kurdî bi bisporî, zanabûn werin rakirin. Heta ku ew pêk neyê, yekîtiya helbesta Kurdî jî pêk nayê, ser nakeve. Derheq helbesta kilasîk û ya nûjen de tu çi difikirî? Helbesta kilasîk a Kurdî di bin bandora şovenîzma çandî ya Ereb, Faris û Osmanî-Îslamî da bû. Helbestvanê/a Kurd ji Xwedê, ji Resûlan bi berhêvî bû, ji wan alîkarî dixwest. Pesna wan dida. Ew hewildanên vala, pûç bûn. Ne Xwedêyan, ne Resûlan, ne Olan, ne diayan Kurd û Kurdistan li bin lingan xelas nekirin. Tu feydeya wan negihîşt me. Hêviyan jî dem li me da borandin. Em zêdetir kirin nav tengesiyan. Olan agir berdan malên me. Neteweya me ji hev dûr kirin. Hestên netewî kuştin. Wekî jehrî-axu beden, mêjî teslîm girtin. Dagîrkeran Xwedê jî, Resûl jî bi rêya sinifa olî ji bo xwe dan xebitandin. Feyda ji wan dîtin. Me her tişt wenda kir. Faris, Osmanî û Ereban textên xwe yên şovenîstî xurt kirin. Rîçîk avêtin. Nejadperestiya ku bi navê Îslamê ket welatê me tu feyda neda me. Rihê zindîbûnê, vê dinê, xebatê, xwestinê, pêşveçûyînê kuşt. Her tişt bo biheşta paş mirinê bû. Kurdan dev ji vê dinê berdan, bi tirsa cehenemê teziyan. Pirs bîr kirin. Kesên bawermend bi riya helbestan, bi nezanîn bûn dest û lingên şovenîzma olî ku çanda me maf kir. Hin mezin û rêvebirên Kurdan ne ji bo Kurdan, belkî ji bo serketina Îslama siyasî şer kirin. Selahadînê Eyûbî ji vî alî de mînaka herî balkêş e. Li sala 1514’an de, di şerê Çaldiranê de 700.000 zêde Kurd hatin kuştin. Îdrîs-î-Bîlîsî ji Yavuz Sultan Selîmê xwînxwer re jî namê dinivîsîne. Nameya ku Îdrîs-î-Bîlîsî ji Yavuz Sultan Selîm re şandiye û pesna ku Cegerxwîn ji bo Stalîn nivîsandiye, ji hev cuda nînin. Du kesên ku bûne xwînxwerê milletê me û neteweyên din yên rexnê ne, yên teşhîrê ne, yên eşkere kirinê ne. Yên qedir û qîmetê nînin. Ez dikarim bibêjim helbesta kilasîk a Kurd bi hêla negatîv û metçî antî Kurd e. Ew aliyê negatîv. Ji aliyê din ve, bi pozîtîfî helbesta Kurd a kilasîk dest daye serxwebûn û azadiya Kurdistanê. Li hember nejadperestiya Faris û Osmaniyan, yanî ji Îslamê jî derketiye. Ji wî alî ve tê qebûlkirin û parastin. Ez aliyê kevneperest rexne dikim. Pêwîst e zanayên wê mijarê bi objetîvî agahdariyê bidin civata me. Xeletîn û, jarbûnên helbestvanan bidin berçavan. Çend caran Kurdên ne misilman bikom hatin kuştin! Îslama siyasî îro jî bo xendiqandin û dardakirina Kurdan sêpiyan amade dike. Tebaqa olî ji bo tevakirina Kurdan fetvan derdixîne. Di civatên nav neteweyên Îslamî de projeyên tevakirina Kurdan tên amade kirin û nîqaş kirin. Helbestvan ji her alî ve çiqas zana be, weqes bi zanabûyîn, rehetî dinivsîne, şîrovan dike. Yên ku mêjî bi hêla îdeolojiyên ku dijminiya (neyartiya) me dikin, hatine dagîrkirin, xizmeta me nakin. Ji biyaniyan re dixebitin. Wêjeya wan dewlemend dikin. Qilavuzên rih wendakirî ne. Helbestvanên ku dora PEN’a Kurd civiyane û dicivin hêviyê didin min. Bi raya te ji bo helbestvanekê çi biqedr, qîmet û girîng e? Helbestvan xwedî dîtinekê ye, îdeolojiyekê ye. Di deriyekê de ji cîhanê re temaşe dike. Nêzîkayiya wê/wî ya hunerê li gor komkirina zanîna xwe, bixwe ye. Nêzîkbûyîna şexsiyatan, kom û kufletê, civatê binyatê xwe sosyalîzasyona wî/ê de digire. Tûrikê pişta xwe de çi daye hev du, top kiriye, dikare wan bajo, bigêşîne. Çiqas tîhbûnê hîn bûbe, ewê ewqes zêde tûrikê xwe tejî bike. Ji toximên topkirî de berhemên baş(rind) derxîne. Mafê bijartinê jî dest te ye. Mirovê lêkolînê neke, dinê re eleqedar nebe, nexwîne, çavdêr nebe, nikare berhemên balkêş û nemir binivîsîne. Bi teybetî em Kurd nikarin demên xwe bi tiştên romantîk û sivik derbas bikin. Helbestvan ku xwedî rêza mafê mirovan, heyvanan, xwezayê bibe, dikare wekî mamostekî/ê civatê bi helbestên xwe perwerde bike. Zanîn helbestvan wek stêrkê bê alternatîv dike. Di ser derenciga herî bilind de herdem dide sekinandin. Ew, gildorî nabe, gêr nabe, nakeve. Ji bo helbestnavê/a Kurd tiştê herî girîng xelaskirina çand, netewe û welat e. Pêwîst e ew armanc bi evînek, hûmanîzmek cîhanî ve were xemilandin. Di helbesta min a bi navê Koçer’ê de, min keçikek koçer girt dest. Jiyana wê ya civaknasî, rewşa Kurdistanê, rewşa jinê, zilma-nêzîkbûyîna dagîrkeran, şervanbûyîn û, tekoşîna wê neqiş, çînik kir. Koçer keça Paşayan nebû. Ji teknolojiyê dûr bû. Keçek ji rêzê de bû. Min bi jiyana wê ya teybet dem, herêm, derdor, bindestî û evîna wê ya azadiyê terîf kir. Min nedikarî wekî endamên wêjeya dîwanê bi vezna aruz gavên deveyên şêxan binivîsînim, pesna wan bidim. Karvanên wan wek mijar bigirim dest. Ji bo min keçikek koçer-şivan, tekoşîna wê, tirajediya ku wê dibirqand li ser her tiştî bû. Gelek kes behsa navarok û felsefa helbestê dikin. Hûn li helbestê da çi dibînin? Pêşda ez dikarim wisan bibêjim; hunera helbestê, hunera kelîman, lefzan e. Çalakiyeke ramanî ye. Helbest hunera serbest e. Helbestên min serbest in, xwezayî ne, estetîk in. Bang, hawar û awazî ye. Bi dîtina Kant, hunera helbestê ji hêla hûtbûn û meleka fêmkirinê ve tê gerandin. Ew berî diguherîne. Hunera helbestê lîstika hestan e, aqil e. Bi baweriya min hunera helbestan lîstika aqil nine. Ez tê de şiûrê, ramanê bi hev re dibînim. Helbest bo min muzîkal e jî. Ji bo min statîka muzîkalê hîmê şekl û meteloka helbestê pêk tîne. Bi gotin û hevokên ku bi rehetî tên fêmkirin, tevnê çê dikim, diriçînim. Helbest ji bo min hem felsefe ye, hem tîmarkirina guh (guçik) û rih e. Ez wekî Aristoteles nafikrim. Helbest ne haceta texlîdê (jêgirtî) ye. Helbest û raman, fîlozof û helbestvan tenişta hev disekinin. Afirandina helbestê, ji aliyekê ve mijûlî (koşîn) ye. Ji Aliyê din ve hem ahenga dengî ye, hem jî xiyalkirin e. Ji bo min di hunera helbestê de hinav, derûn (şimşat-şikil) yekîtiyeke diyalektîk pêk tînin. Pilaton li gor teoriya zanîna xwe dibêje; beytên ku ji Xwedêyan re tên xwendin, helbesta lîrîk in. Ew ji bo qencî xwestina mirovan diayên ku tên xwendin in. Ya duyemîn helbesta Logos ya hêja ye. Ew felsefî ye. Ew li cîhana hestên (hissî) wî alî (layê dî), cîhana Logos ên îdeal (mengî) e. Helbesta min di nav cîhana ceribok da rewş, jiyan, cîhan û serborandinên Kurdên nêrbaran (şênber)in ku digire dest û wek mijar dişuxilîne, bi hevokan neqiş dike. Ne di şekil de, ne jî di naverokê de sir (pin-raz) tune. Bi meyan (hinav) û şekil rastiyên diyalektîk dibirqîne, didenîşan. Wekî hûn dizanin jina Kurd ne azad e. Seba azadiya jinê hûn çi difikrin? Ramana we çi ye? Ez girtiyê azadiyê me. Ji bo azadiya xanima Kurd min tenê bi qelema(pênûsa) xwe xebat nekir. Tenê min di helbest û lêkolînan de ew negirt dest. Bi teoriyê ve dorpêç nemam. Di piratîkê de jî ez bûm çalakvan. Ew çalakvanî dom jî dike. Ez şoreşvan im, şervan im û di şerê azadiyê de cih digirim. Di nav govendê de me. Temaşevan(sêrker) nînim. Ne tenê jina Kurd, Kurdistan jî ne azad e. Bindestiya jinê, bindestiya dayîka Kurdistanê ye. Ez wekî navê xwe bawer im ku dema jina Kurd bi zanabûn bibe evînê azadî û rizgariya xwe, ew dê azadiya welat jî bistîne. Jina polîtîkvan, azadîhezker welatê xwe jî rizgar dike û welatek sosyal ava dike. Azadiya aborî azadî nîne. Îro jina Kurd li hemû nasnameyên xwe bêpar e. Ji wan dûr tê girtin. Di bin darê zilmê de ye. Mêrê Kurd girtiyê dagîrkeran e. Girtîbûna xwe bi zelalî, bi zanabûnê şîrove nake, nabîne, zilma ku dagîrker li ser wî diceribînin, ew jî li xanimên nêzîk yên xwe diceribîne. Bi xwe gorî ye, ew jî yên derdora xwe dike gorî. Dagîrker ji bo kesayetî tawakirinê, kudkirinê, kûr-kor kirinê mêrê Kurd wekî hacet dixebtînin. Didin şuxulandin. Mêrê hêsîr ku pişt hat tîmarkirin, hestên têrnebûyî hatin çeliqandin, xwe wek piling dibîne, dihesibîne. Dest li zilmê dike. Mîna hesinê ku agir pê tê girtin e. Ew mijar hemû hev re ya lêkolînan e. Çima em zilmê li hev dikin? Hev didêşînin? Binyata wan li ku tên? Tesîra, parê olan (dîn) çi ye? Zilm li jinan kirin, eva çanda Kurdan yan ya biyanî û dagîrkeran e û me jî ji wan girtiye? Heta ku jina Kurd nebe rêvebirek zana, biryarvan-ker, otorîter, adil, mînaka pozîtîf edet û toreyên xirab nebijêre, ji civatê dûr neke, civatê perwerde neke, xelasbûn ji bo me xewn in. Guhertin di nav malan de dest pê dikin. Hêlîn mal in. Ya ku di nav hêlînê de mafan nedizanîn, neparêze, zarokan bi heqzanî, heqnasî mezinneke, ji bo azadiyê dikare çi bike? Heta ku jin zana nebe, rola xwe nelîze wek canê, bedena nîv kudbûyî çavikên civatê genî dibin, dirizin. Nexweşiyên, jarbûnên civatê paqij û baş(rind) nabin. Ew dê îcar birînan her biherike û me aciz bike(biqarîne). Îro rejîmên olî jinê bi keviran didin kuştin. Wan, jin hêsîr girtine. Mêr, tebaqa-sinifa olî kitêbên pîroz wekî kîlît (enextar) dixebtînin û desthilatdariya xwe dimeşînin. Ew pirtûkên olî hêla mêran ve hatine nivîsandin. Mêrên kevneperest li gor ramanên xwe di nav wan de guhertin çê kirine. Jin kirine halîk wer ku, ew ji bedena xwe dûr dikeve, ditirse, sûçdar-gunehkar dibîne. Bi xwe ji xwe direve. Hezkirin nîne. Dîroka wê hatiye dagîrkirin. Ew rewşa xwe nabîne, ji dîroka jinan bêxeber e. Pêwîst e jin dîroka olan pir rind (gelek baş) bikolîne û rûreşî, berrûbûn û sextekariya mêran derxîne holê. Di dîroka raborî de jin gunehkar( !) nine. Yên ku ew kirin gunehkar ji şoretiya, delaliya, estetîka bedenê, aqilê, jêhatîbûna, çelengiya, berhemdayîna wê ditirsin. Bi pirtûkên pîroz ew zaf girtin bin kontrolê, fîstanê hêsîrbûyînê lêkirin. Ew kîjan Xwedê ye ku zarokê ku di bedena dayîkê de peyda dibe, mezin dibe, tê xwedîkirin, dike dijmin û zilimkarê dayîkê? Em wan Xwedêyan qebûl nakin. Îro Xwedê artêş in, dewlet in. Ew jî aliyê mêran ve tên temsîlkirin! Loma di malan û civatê de aşitî, rastî, hevgirtin, hezkirin û yekitî tu nine. Jina Kurd ji bo xelasbûyîna xwe û welatê xwe mecbûr e dawiya têkiliyên dagîrkeriyê bîne. Xwe nû bike. Ji bo ku di armancê de serbikeve, mecbûr e xwe birêxistin bike. Bê rêxistin ser nakeve. Nikare gav bavêje. Hevlên wê tên fetisandin. Bê hal dimîne. Jin, di jiyanê de sembola parvakirinê, aşitiyê, azadiyê, xwêrxweziyê, nûbûnê, zêdebûyînê, nermiyê, hezkirinê, delaliyê ye. Ne serî berda, ne dest berda, girêdayî û ne jî xadim e. Ya serhildanan e. Hember rejîmên feodal, despotîk, dagîrker xwestvana azadiyê ye. Bi ruhekî şoreşgerî, tevgervana siyasî ye. Ew aliyên pozîtîv in. Jina ku hember zilma mêrên derdora xwe, civata kevnperest, dagîrkerên xwînxwer serî hilde (rake), netewa xwe wekî milletên pêşveçûyî digeşîne. Jina Kurd ne mal û milk e, ne ya girtin û firotinê ye, ne jî hêsîra-girtiya edet û toreyên netewe û dînên-olên biyanî ye. Ew bi hest û hezkirina welat û neteweya xwe wekî stûna nav welatê me ye. Giranî, bar li ser milên (pîlên) wê ne. Çi heyf e ne bixwe, ne jî civat qedr û qîmeta wê nizane. Di bin çand û olên biyanî de bûye hîmê kevneperestiyê. Ji dîroka xwe bê xeber rewşa xirab diparêze. Ji bo civateke adil, rojane û sosyal pêwîst e jin xwedî hemû mafên xwendinê, perwerdê be. Ji hin beşan dûr neyên girtin. Li gor xwestina, qabiliyet(fêris)a xwe bikare biryaran bide, bigire. Karê akademîk-zanînî tenê behra mêran nebe. Di parlamentoyan de, artêşê de, bi cudahiyên xwe ve şûna xwe bigire û biparêze. Jinên ku karê malan dikin, bermal in, wek karker bi miaşê bixebitin. Mehanê bedelê keda xwe bigirin. Ewlekariya sosyal ji bo wan jî hebe. Di nexweşî û pîrbûnê de bê ewlekarî nemînin. Ji aliyê aboriyê de mihtacî derdoran, mirovên xwe nebin. Azadiya aborî mafê wane jî. Ew maf bi qanûnan were tespît kirin. Divêt civat di vî alî de jî were perwerde kirin. Jin li jiyana sosyal dûr neyê girtin. Jin, tişt-pil û pirtî nîne. Ne xizmetkara malê, ne ya karxanan, ne jî ya olan e. Jina Kurd ne girtiyê dagîrkeran, ne yê mêran, ne yê olan û tebaqa olî, ne jî ya dewletan e. Polîgamiya ku (zêde bi jinan re zewicandin) bi edet û toreyên Eraban, bi çanda olî ketiye nav me heta ku ew çand neyê qedexekirin û di nav malan de aşitî pêk nayê û psîkolojiya jina Kurd baş nabe. Jin hacetek cisnî nîne. Sedemê çanda olî mêr wê wek hacetekêbikar tîne. Wek mirov nagire dest û nêzîk nabe. Pêwîst e jin fêr bibe ku can, canê wê ye, beden, bedena wê ye. Tenê bi xwe dikare di heqê bedena xwe de biryaran bigire, bide. Ew ne mecbûr e bi her alî ve xizmeta mêrê zor, xirab, zilimkar bike. Mafê mêr yê pelişandinê- zîverkirinê jî nîne. Zilma cisnî, fîzîkî, aborî, psîkolojîk nayê qebûlkirin. Ew kîtabên “pîroz” ku wan zilman qebûl dikin bila ji me û civaka me dûr bin. Ez wek helbestvanek xelasbûn û azadiya jinê, bi rizgarîbûna civata mê re yek digirim dest. Jin û welatekî rizgar, azad wek dayîka ducanî (avis) û zaroka di zik de bi hev re girêdayî ne. Jina ku ji her alî ve azad be, welatê xwe digeşîne derencîga (merdivana) azadiyê. Ew jin li rêvebiriya welatê xwe de kursiyan bi mêrên dilxwez re bizanebûn parve dike. Xwedî biryar, wekî kesayetiyeke zana û xurt, welatê pîroz ji her hêlê ve dike dewletek sosyal. Ji nexirabûnê re, kevnperestiyê re, bindestiyê re, hêsîrtiya mêran, civatê, dagîrkeran re, başiyê re, serkeftinê re, aşitiyê re, xelasbûnê re dibe hîm. Zarokên welatparêz, modern, heqnas, heqzan digeşîne. Nabe xadima helişandinê, avakirinê re mînakiyê wek armanc diparêze. Ji bo pêşerojê hûn xwediyê kîjan armancan, pilan û projeyan in? Heta niha sê pirtûkên min yên helbestan hatine çapkirin. Min gelek jî nivîsandine û heta niha nedane çapkirin. Ez bi zaravayê Kurmancî dinivîsînim. 4 pirtûkên lêkolînan yên min hatin çapkirin. Yek li ber çapkirinê ye. Hinên din hene, ezê wan jî bidim çapkirin. Ji wan yek niha tê wergerandin. Ewê bi Fransizî were çapkirin. “Hereketa Qoçgîriyê ya serxwebûna netewî 1921”, çapa duyemîn amade ye. Ewê were çapkirin. Ezê her binivsînim. Sekinandin, westan nabe. Wekî jin barê min ji yê mêran girantir e. Ez xwe berpirsiyarê rizgarkirina jinê, civatê, welat dibînim.Ji Rojnama Agirî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.