Ramyarî

‘Dem Hatiye Ku İsraîl Piştevaniya Serxwebûna Kurdan Bike’

Jozef Poder* · 24.02.2009 · 2 dîtin

‘Dem Hatiye Ku İsraîl Piştevaniya Serxwebûna Kurdan Bike’

Amerîka û İsraîl ev çend sal e, piştevanyekî dûdilî yên hewldanên Kurdan dikin ji bo bidestxistina serxwebûnê. Ev jî ji bo ku dilê Hikûmeta Tirkiye ragirin û wan ji xwe aciz nekin. Lê piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayip Erdoğan gûman xist ser mafê hebûna İsraîl’ê li Netewên Yekgirtî, ji ber wê tevgera leşkerî ya Gazza’yê û piştî gotina wî ku ew dixwaze bibe nûnerê Hamas’ê li platforma navdewletî de. Niha jî dema wê hatiye ku İsraîl û Amerîka piştevaniya serxwebûna Kurdan bikin. Ji ber ku ew guncawtir e ji wê ku piştevaniyê li dewletekî Filistînî ya terorîst bikin ku wê bibe sedemê têkdana aramiya navçe yê û İsraîl jî rûberûyê çend pirsigrêk û nakokiyan bibe. Tirkiye  take dewleta îslamiye ji koma 57 dewletan ku endama peymana Nato ye û bîr li wê kiribe ku bibe endama Yekîtiya Awrûpa. Heta niha Enqere pêwendiyekî taybet li gel İsraîl’ê hebû û berê jî, hevpeymanekî bawerpêkirî yê Amerîka bû. Lê li jêr desthilata Hikûmeta AKPê, ew pêwendî hate piştguh kirtin. Li dawiya meha borî de Erdoğan bi acizî di kongra aborî ya cîhanî de li Davos’a li Siwêsre yê bicîh hişt, piştî ku rûberûye Şîmon Perez Serokê İsraîl’ê bûbû û jêre gotibû: “Hûn Filistîniyan dikujin.” Edoğan naxwaze çi hevsengiyê bihêle û bîr li êrîşên Hamas û yên ku qesta kuştina İsraîliyên medenî nake. Di gotarekî de ku Erdoğan  li hember hezaran Tirkên dilxweş ku pêşwaziyekî ‘pehlewanî’ li Erdoğan kirin ji ber wî hewlestê wî yê li Davos’ê nîşandayî, di lafîtekî yên ku xelkê hildabûn ji bo pêşwaziya wî hatibû nivîsandin: “Bi xêr bê, rûxînerê Davos’ê.” Di wê gotarê de Erdoğan  dûbarekiribû: “Aliyê İsraîl divê baş bîr li wê bike ku wê çi rû bide eger Tirkiye ji dest bide.”  Berpirsekî İsraîlî li beramber wan daxwiyaniyên Erdoğan helwest wergirt û got: “Pêwendiyên stratejîk yên İsraîl’ê li gel Tirkiyê gelek girîng in ji bo me, lê çend girîng e ji bo me, ewqas jî, ji bo Tirkiyê girîng e.” Heman berpirs hişyarî da û ragehand ku Îsraîl bêzar bûye ji dijatiya Erdoğan beramber İsraîl’ê û dibe ku êdî ew nema hewlbidin ji bo ‘bi dûv Tirkan bikevin.’ Di sala 2003an de, di dema şerê İraq’ê de, Hikûmeta AKPê ku ji sala 2002an ve li ser desthilatê ye, rê neda balafirên leşkerî yên Amerîka ku ji wê derê êrîş bikin ser İraq’ê. Meha kanûna pêşîn ji sala borî Erdoğan li Washington’ê gotibû: “Ew welatên li dijî beranmê atomî yê Îran’ê ne, pêwîste ew bi xwe jî, çekên wan yên atomî nebin.”  Ev jî amajeyeke ji bo qayimbûna pêwendiyên Enqere û Tahran’ê nîşan dide ku pêwendiya wan li gel Îsraîl û Amerîka jî bikine qurbanî û niha jî çê dibe Tirkiye hêlekî tûndtir ji Erebistana Siûdî girtiye ber xwe di derbarê pêwendiyên navbera Ereb û İsraîliyan de. Pêwendiyên germûgur yên Tirkiyê li gel Komara İslami ya Îran’ê û egerê êrîşa lêşkerî ya Îsraîl’ê bo ser bargehên atomî yên Îran’ê, muhtacê alîkariya Kurdên İraq û Îran’ê ye. Dirustbûna dewletekî Kurdî ya otonom li Bakûrê İraq’ê careke dî dibe faktorê jeopolotîkî yê girîng ji bo Îsraîliyan. Pêwendiyên Kurd û İsraîlî rolekî girîng di siyaseta İsraîl’ê ya Rojhilata Navîn de dibîne. Herwiha bi şêweyekî baş jî bikarhatine ji bo fişarxistina ser İraq û Sûrî. Herwiha nêzîkbûna çandî û dîroka Kurd û Cihuyan divê li ber çav bê girtin. Kurdên Cihû yên İsraîl’ê heta niha jî li gel Kurdên İraq’ê pêwendiyên xurt hene. Di çend salên derbasbûyî de, televîzyona İsraîl’ê wêneyên salên 60an nînşandan ku têde Mistefa Barzanî li gel wezirê bergiriyê yê İsraîl’ê ye. Herwiha li meha Gulana sala 2006an de jî li serdanekî de ji bo Kuweyt’ê de, Mesûd Barzanî ku kurê Mistefa Barzanî ye û niha Serokê Herêma Kurdistana İraq’ê ye û Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistan’ê jî, bi vî şêweyî bersiva wê pirsiyara di derbarê pêwendiyên Kurdan û İsraîl’ê dabû: “Eger Bexda pêwendiyên dîplomatîk li gel İsraîl’ê dirust bike, em jî wê demê dikarin balyozxanekî İsraîl’ê li Hewlêr’ê vekin.”  Li salên 50 û 60an de ji sedsala borî, bi hezara rawêjkarên İsraîl’ê perwerde didan pêşmergeyan. Li gor axaftinên Soner Kagpta ku nîvîskarekî Tirk e û çend pirtûkên wî li ser Tirkiyê  hene: “Nemana Tirkiye ya lîberal li jêr desthilata AKPê de, Tirkiye  ji rojava dûr dixe. Eger siyaseta derve ya Tirkiye li ser binameyên palpiştkirina rejimen İslamî an armancên wan be, êdî Enqere wek hevpeymanekî girîng yê Nato’yê nayê temaşekirin. Herwiha eger AKP tûndûtûjiyê dijî jinê bike û dev ji pêwendiyên xwe li gel İsraîl’ê berde û azadiya medyayê kêm bike û êdî hewl nede bibe endamê Yekîtiya Awrûpa, gelek zehmet e hezjêkirî be li gel Amerîka jî. Eger Erdoğan bîrokekî teng li siyaseta navxweyî bikar bîne û siyasetekî ayini jî li derve, êdî çi taybetiya Tirkiyê namîne û wê demê jî wê xwelîliser be.” Çendekî borî, Tirkiye xwedî rolekî taybet bû di navbera İsraîl û Sûrî de. Herwiha deriyekî jî bû di navbera İsraîl û cîhana İslamî de. Lê niha reng e ew rol ji destên wê çûbe. Ev jî, ji ber ku Erdoğan’ê serokwezîr, bi aşkereyî rêya hevpeymana li gel cîhana Ereb û İslamî hilbijartiye, neku rêya din. Belku li gel tûrên tûndrew yên Îran, Sûrî û Qeter’ê ku rûdawên vê dawiyên yên Gazza’yê ew aşkere kirin. Eger Erdoğan ji xwe dilniya be bi wê ku bibe nûnerê Hamas’ê di danûstandinên navdewletî de û eger di piştevaniya bi yasakirina komên terorist berdewam be û gûmanê ji mafên İsraîl’ê bike, wê demê, divê İsraîl bi hemû hêza xwe piştevaniya mafên Kurdan bike ji bo bidestveînana serxwebûnê û yekgirtina 40 milyon Kurdên ku li Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îran’ê ne û hemû bibin yek dewlet. Li demekî ku dîrok nîşand dide ku 22 dewletên Erebî li Rojhilata Navîn hene û pêwîst nake bi yeke din, lê ew 40 milyon Kurd, mafê wane ku dewletekî wan ya serbixwe hebe. Ji Govara Frontpage ya Amerîkî hatiye wergerandin.  *Jozef Poder, Damzirêner û Serokê Nawenda ITAI ye û Pisporê Pêwendiyên İsraîl û Amerîka ye.Rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.