Ramyarî

Debabe û Topên Leşkerî li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistan hatin bicîhkirin

Nevzat Karakeçi · 09.08.2006 · 2 dîtin

Ji aliyê çavkaniyên ajansan ve hatiye belavkirin ku karwaneke erebeyên leşkerî, ji navçeya Gewerê ya bajarê Colemêrgê derketin û di bin çavdêriya du helikopterên leşkerî de, ber bi herêmên Alan û Derecik yên navçeya Şemzînanê ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ne, ve kişiyan.  Li gor ku ji aliyê ajansên nûçeyan ve hatiye belavkirin, şeva din karwaneke erebeyên leşkerî ku ji 50 erbe, tanq û topan pêkhatibû, ji navçeya Gewerê ya bajarê Colemêrgê derketin û vê sibê li nêzîkê bajarê Wanê bi karwanekî 50 erebeyên leşkerî yên din re, li hev kom bûn û di bin çavdêriya du helikopterên Cobra Cobra yên şer de, ber bi herêmên Alan û Derecik yên navçeya Şemzînanê ku li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ne, ve derketin rê.  Herweha, ji aliyê jêderên herêmê ve hatiye ragihandin ku ev karwana erebeyên leşkerî, pişt nîvroyê ji navçeya şemzînanê derbas bûne û gihîştine herêmên Alan û Derecikê. Herweha, hatiye ragihandin ku Debabe û Topên Leşkerî, li ser sêgoşeya sînorê Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine bicîhkirin. PukmediaNevzat Karakeçi/Amed 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.