Ramyarî

Daxwîyanîya Balyozê Kevîn ê Amerîka Kü berê Li Anqara Kar dikir

azad · 11.07.2007 · 2 dîtin

"Operasyoneke Tirkiye ya li derveyî sinor, dê Amerîka û Mesûd Barzanî nêzî hevdu bike" Image Balyozê kevin yê Amerîkayê yê li Enqereyê Mark Parris ku niha li Enstûtiya Brookings kar dike, di gotara xwe ya Washington Times de baldikişîne li ser daxuyaniyên serok Erkanê tirkiyê Yaşar Büyükanit ên li ser operasyoneke Tirkiyeyê ya li derveyî sinorê û bi bîr xist ku serkirdeyên AKP jî gotine, berî hilbijartinê mümküne kü li Bashür operasyonek pêk were ühw.Parris da zanîn ku Büyükanit fehm kiriye ku lêdana qaleyên PKK ne bê rîsk e û ji ber wê yekê jî dibe ku genarelên tirk ji bo pêkanîna opersyoneke derveyî sinor, zêde ne daxwazkarbin.Parris radigihîne ku mekanîzmeya 3 alî ya DYE, Iraq û Tirkiye zêde serkeftî nebûye. Her weha da zanîn ku "serok Erkanê Tirkiyê,Yasar Büyükanit fehm kiriye ku lêdana PKK nê bê rîsk e. Bi awayekî aşkere li ser encamên neyên xwestin ên potansiyel û pênasekirina mîsyona xwe disekîne. Büyükanit dibîne ku operasyonek dê li Tirkiyê egera zêdebûna hejmara kiryarên PKK zêde bike." "Operasyon dê Amerîka û Barzanî nêzî hevdu bike"Parris her weha dibêje:" Pêwîst e general bizanin ku opersyoneke li derveyî sinor dê Barzanî û Amerîkayê zêdetir nêzî hevdu bike, taloqkirina referanduma Kerkûkê, pêşaneya stratejîk ya Tirkiyê ye, ger operasyonek pêk were, Amerîka di mijara Kerkûkê bo îqnakirina Barzanî dê gelek bê zorandin." "Banga opersyonê ji leşkeran zêdetir ji partiyên laîk tê"Parris dibêje:" Operasyon ji leşkeran zêdetir ji partiyên laîk tê û ev jî dibe sedem ku Erdogan derbasî pozîsyona parastinê bibe."Paris ragihand ku lîstikvanên her du alî,bi gotinên xwe, xwe di goşeyên wîsa deng de dengav kirin û di gelê Tirkiyê de hestên wîsa şiyar kirin ku, kiryareke nû ya terorîst, dibê ku him Erdogan him jî serokerkaniyê, mecbûr bike ku fermana operasyoneke bidin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.