ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
HEVKARÎ-Partîyên Kurdistanî li Elmanya · 22.04.2007 · 2 dîtin
Helwesta Serokê Kurdistan Helwesta Me Ye!Di van çend salên dawî de bi giştî li cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilatanavîn nexşa dinyayê hin bi hin ber bi guhertinê ve diçe û naheqiyên dîrokî eşkira dibin û têne rakirinê. Di vê pêvajoya nû de Netewa kurd jî, wê naheqîya dîrokî, ku li ser wan hatibû ferzkirin ê, ji ser xwe daveje!Eva jî dibe hoyê nerazîbûn û tundûtûjîya hinek alîyan, bi taybetî dewletên dagîrkerên Kurdistan ê . Bêgoman ev yek bandoreke mezin li ser aramî û pêşveçûna gelên Kurdistan ê dike! Eva 16 sale li Başûrê welatê xwe -herçend kêm be jî- Kurd azad dijîn. Piştî rûxandina rejîma Baas a Iraqê û li gor destûra giştî ya Iraqa Federal û cîhbicîh kirina xala 140 ya ku di desturê de hatîye dîyarkirin, dê Kurd bigihîjin sînorên xwe yên dîrokî.Helbet ev destkeftîyên giring, ku bandoreke mezin li ser parçeyên din, yên Kurdistan, ku hîn jî di bin nîrên dagirkeran da ne, gelek e. Ji ber wê jî, ev yek dagîrkerên Kurdistan ê: Îran, Sûrîye û bi taybetî Turkîye, ya ku jîyana xwe li ser qetlîam û tunekirina Kurdistan ava kiriye, ditirsîne.Yek tirsên sereke ên dagirkerên Kurdistan ê ewe, ku roj bi roj hîmê demokrasîya ku li Kurdistana başûr heye bi pêşve diçe! Ji ber wê, dewleta Turkiya li bahaneyên bê bingehên, wek “ pirsa Tirkeman û PKK..” digere da ku êrîşan dibe ser başûrê welatê me... Serokê fermandeyê giştî ya Tirkîyê Yaşar Buyukanit di civîna xwe a rojnamevanî de, bê hemdê xwe be jî, wî sebebên dijayetîya Komara Tirkiye yê, weha anîbû ser ziman : ”Li bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistan) ala Kurdistan hilwestîyaye, ne ala Iraq ê. Her weha ew pêşveçûnên ku li wê derê dibin, ber bi dewletekî serbixwe ve diçe”. “Eva jî, ji alîyê me ve nayê pejirandin (qebûl kirin). Ji bo wê jî, divê sîyasîyên me îzna êrîşên leşkerî derxin”. Ev gotin nîyet û armancên Komara Tirkîyê baş dîyar dikin.Belê, 40 milyon Kurd xwedî li destkeftîyên Başûrê welatê xwe dertên û dê ji vê û pêve jî xwedî lê derkevin, ne bitenê xwedî lê derkevin, belê her weha ji bo pêşvexistina wan jî bi hemû hêzên xwe têdikoşin. Bêgoman hîç êrîş, yan jî gef û çavtirsandin bandorê li me nakin û emê li dij wan bi hemî şêwey bersiv jî bidin.Beyana Serokayetîya Kurdistan li ser zimanê Serokê wê bi rêz Mesûd Barzanî: “ Em tehdîdê tu kesî nakin û tehdîdê ji tu kesî jî qebûl nakin... Em destê xwe naxin nav karûbarên hinekên din û vê yekê ji hinekên din jî qebûl nakin ” ne nû ye, pêşde jî ji alî birêveberiya Kurdistan ve gelek beyanên weha hatibûn dîyar kirin. Her weha, pêş sal û nîv Serok Komarê Iraq a Federal Celal Talebanî jî beyanekî weha dabû.Em jî, bi hemû awayî vê helwêsta Serokayetîya Kurdistan û Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, weke helwêsta xwe qebûl dikin, û ji bo vê helwêsta pîroz a ku bûya ya timamiya gelên Kurdistan ê, çi ji destê me bê emê bikin û li dij hemû êrîş û naheqiyên, ku li dijî Netewa me û li ser Serok û berpirsên me dibin, bi tûndî rawestin! Em daxwaz li Yekîtiya Netewan (YN ), Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekgrtiyê Amerîka (DYA) û hemû hêz û dezgehên mirovhez û dêmokratîxaz dikin, da ku li dij van êrîşan derkevin û rê nedin cîbicîkirina pîlanên şoven û qirkirina miletê me û wêrankirina welatê wî!! Dubare em van êrîşên çavsoriyê û nemirovane, ên dûr ji aqil û sîyasetê reswe û mehkûm dikin.Weka hemû milletan, mafê milletê kurd e jî, ku li ser axa xwe Azad û Serbixwe bijî! Bijî KurdistanHEVKARÎ-Partîyên Kurdistanî li Elmanya
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.