Ramyarî

DAXUYANÎYA MIR TAHSIM BEG;MIRÊ HEMU ÊZÎDÎYAN

MÎR TAHSIM · 30.04.2007 · 2 dîtin

CAVKANÎ NETKURDDaxuyanîya Mîr Tehsîn Beg, mîrê hemû êzîdiyan Weşandin:29/4/2007 saet 22:24 Ola Êzîdîtiyê, ya ku oleke “Yekxwedayî” ye û zorê û zordestiyê şermezar dike, dê çawa kuştin û mirovkuştinê qebûl bike û destûra vî karê nemerd û nebaş bide.Daxuyanîya Mîr Tehsîn Beg, mîrê hemû êzîdiyanD A X U Y A N Î Em, endamên Civata Rûhanî ya Êzîdiyan li Îraqê û cihanê hemî, tevlî serokê vê Civatê û komîta wan ya şîretkariyê, wê mirovkujiya ku bi destên çend xortên nezan û bêmejî di 07-ê Nîsana 2007`an de li gundê Behzanî çê bûbû, şermezar û rûreş dikin û li dij radiwestin. Wan ji nezanî û cahiltiya xwe û ji nenasîna kelepûrên êlî (eşîrtî) keçeke Êzîdî bi şêweyeka hovîtî kuştin. Ew keça cangorî hîç girêdana wê bi Îsalmê ve tunebû û her wiha ne weke axiftin û gotegotên belavbûne. Lê hindek aliyên xêrnexwaz û gelac û nijadperest li xirabûnê digeriyan û dixwestin di navbera me û birayên me yên misilman de û bi navê ol û dîn neqencî û nebaşiyê belav bikin, agir bêtir gurr bikin. Ewan dixwest ji kîsê gel armancên xwe yên bi qirrêj pêk bînin. Lê em dibêjin wan nemerdan ku dawiya her hewlek ji aliyê wan ve dê tim petax û hilweşandin be, ew cudakirdina olî ji hêla wan ve tucar naçe serî û dê bi ser nekeve, jiber ku em gelê welatekî ne, mîna bira ne û her û tim em di şîn û şahiyên hevdu de bûn û di demên tarî de me destên hev kirtiye. Ola Êzîdîtiyê, ya ku oleke “Yekxwedayî” ye û zorê û zordestiyê şermezar dike, dê çawa kuştin û mirovkuştinê qebûl bike û destûra vî karê nemerd û nebaş bide. Ew karê bi hovîtî û zirçoneyî dûrî kelepûrên vê olê ne û ne ji rabûn û rûniştina gelê me ye. Di pirr Qewl û Nizayên me yên pîroz de hatiye ser zimên, ku “ Jiyan bi destê Xwedê ye û standina rih û can jî dê bi destê wî be û ji mafê wî be”. Em bangî wekheviya fermî dikin, ku vê pirsgirêkê bi rengekî wekhevî û bê dilxwaziya alîyekî çareser bike. Em li dijî wan mirovan radiwestin, yên ku dixwazin biratiya ol û baweriyên Kurdistanê û Îraqê helweşînin. Rabûn û rûniştina Êzîdiyan di demên bûrî de didine xuya kirin, ku ew tucar ji çarçûfeya çandî derneketine û her û tim rûmet dane û didane kultur û olên din û bi rengekî biratî, wekhevî û aştîxwaz cîrantiya gelên dora xwe kirine. Bêguman ramanên niştimanperwerî ev rabûn û rûniştin rehkûr kir û hêz dayê. Em nerazîbûna xwe li ser vê mirovkujiya bi hovîtî tînin ser zimên û kûr û dûr şermezar dikin. Di eynî çaxê de em banga xwe digihînin hemû mirovên ji ol û baweriyên din, ku destên xwe bidine hev, daku em hemû bikanîbin bi yek destî û bi yek devî li hemberî ruyên wan mirovên şerxwaz, mêldarîkar, gellac û armancxirab rabin. Nîşanek ji nîşanên karê wan yên genî û bi qirrêj, ew kuştina 24 karkerên Êzîdiyên bê guneh di 22. 04. 2007`an de bû, yên ku bi dehsalan di karistana tevn û çêkirina caw de li bajarê Mûsilê kar dikirin. Wan ew karker kuştin bi tenê jiberku ew Êzîdî bûn. Ev mirovên nemerd û xêrnexwaz mihawelên xwe didomînin, ji bo ku di navbera gel û olên wî de şerr û birakujî peyda bibe û ji ber ku wan berî hingî, li gel ku pirr propaganda dilreşiyê û dexis û buxdê kirin jî lê nigihiştin wan armancan. Em mirovên xêrxwaz in, ne şerrxwaz in. Daxwaziya me jiyana bi aştî û bi biratî li gel gelan e. Em hemû, weke Qewlên me yên pîroz dibêjin, xwedêperest in û di eynî kat de jî bira ne. Xwedê xêrê li ser me giştan bibarîne û şerran ji ser me wergerîne û hemû di xêr û xweşiya welat û yekîtiya gel de bimîne . Tehsîn Se`îd Ali Mîrê Êzîdiyan li Îraqê û cîhanê û serokê Civata Rûhanî ya bilind. 27. Nîsanê 2007Amadekar:mcÇavkanî :

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.