Ramyarî

Daxuyaniya Komjin bo RAYA gisti

Raqihandina Komjiné · 05.02.2006 · 2 dîtin

 Ji bo jinên Kurd, Partî û rêxistinên sivîl ra! Wek hûn jî dizanin ji bo çareskirina pirsên jinên Kurd, hin jî karên pêwist nehatîye kirinê. Hin jî jinên Kurd gor pîvanên tekoşînê nikarîye bikeve nav sîyasetê, her usa di nav rêvabirîyên partî û sazîyan da hin jî baş cîh negirtîne. Ev kêmasîya herê girîng ya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê ye. Rewşa der û hundir hin delavan bo çareserkirina pirsa Kurdan da îro vekirîye. Lê beravêjî, Tevgera Azadîxwazên Kurda da sist bûnek heye, gor rewşê çalak nînin. Rêxistin û sazîyên ku bi navê azad kirina welat û xweşbaxtîya Kurdistanîyan li meydanê da ne jî ne hemû lê gor rewşê xudan projeyên armancan nînin.  Wek KOMJİN - Bûroya Jinên Kurd, bi salane ye ku em bona pêkanîna wazîfên xwe kar û xebatan didomînin. Bi dilsozane, em dikarin bêjin ku alîkarî û piştgirîyek bi rêk û pek ji mêran nastînin. Helbet di vê babetê da kêmasîyên me jinan jî heye. Di nav partî û sazîyên Kurdan da gor dilê me jin cîh nagrin ku ewana hember hamû tengasî û şertên xirab kar dimeşînin. Astengên ku nahêlin jin jî bibin rêvabir bi her awayî her di cî da diskinin. Lê rêvabirên sazîyan, hin caran jinan dişînine hin konferans, panel û civînên netewî û navnetewî. Bi kurtî jin an wek guhadaran beşdar dibin an jî wazîfên ne girîng didine wana. Ev rewşa hanê jî nahêle ku jin jî bi her awayî beşdarê kar û xabata Tevgera Rizgarîya Neteweyê xwe bibe.  Ji ber van sedaman em bangî hemû partî, rêxistin û sazîyên Kurdan dikin ku di gişk warê karan da alîkarîya jinan bikin. Jinên ku dixwazin hin çalaktir bibin ji wana ra rê vebe û her usa piştgirî bê nîşandanê. Dîsa divê bo zedê kirina jina wek endam hewl bidin, yên dixwazin bibin endam ra jî alîkarî bikin. Di wê warê da bo rakirina asteng, bîr û bawerîyên ne cî da hewl bidin ku ji ortê rakin.  Em hazir in ku hemû jinên kurd ra gel hev kar bikin. Her usa em ji wana daxwaz dikin ku bila bibine endamên partî û rêxistinên Kurdan. Disa di vê sala nû da em bangî jinan dikin ku piştgirîya hevdu bikin. Werin em bi hevra li ser pirs û pirsgirikên xwe nîqaşan bikin. Bi wî awayi him çareser kirina pirsa jinan him jî alîkarîya tevgera Azadîya Kurdistanê bibin. Di vê sala taze da him jin him jî rêvabirên sazîyên Kurdan daxwaza me ew e ku hin bêtir bo Kurd û Kurdistanê kar bikin. Daxwaz dikin ku sala nû ji bo gelê me azadî û serfirazî bîne. KOMJİN-Bûroya Jinên Kurd 17.01.0605.02.06

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.