ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
KOMÎTA HEVBEÞ · 27.02.2008 · 2 dîtin
DAXUYANIYA KOMÎTEYA HEVBEŞ-SWÊDKomîteya Hevbeş êrîşa Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî protesto, şermezar û rûreş dike!Piştî êrîşa hewayî ku zererekî mezin dabû hinek navçeyan, bê rêzgirtin û guhdana bîr û raya dewlet û dezgehên navnetewî, di roja 22. 02. 2008an de, artêşa Tirkiyê bi balafir û helîkopterên cengî digel bi hezaran leşker êrîşeke bejayî biriye ser hinek navçeyên Başûrê Kurdistanê û hîn jî berdewam e.Ev êrîş ne cara yekem e ku Tirkiye bi mebesta ku wê bi awayekî fermî diyar kiriye, êrîş dibe ser axa Başûrê Kurdistanê. Ev êrîş, dijwartirîn êrîş e û zererekî mezin jî daye deverên avedankirî û avakirinên bingehîn. Kêşeya ku Tirkiye dike sebebê êrîşên xwe, ne li Başûrê Kurdistanê rûdaye û çareserîya wê jî ne li ser axa Başûrê Kurdistanê ye.Herweha em bawer nakin ku kêşeya Kurd bi çekdarî bête çareserkirin. Jiber ku kêşeya kurd kêşeyek siyasî ye. Çareserî ne bombebarankirin, tang, top û calakiyên leşkerî ne. Çareseriya kêşeyê diyalog e, bipêşvebirina demokrasiyê ye û qebûlkirina mafên neteweyê kurd yê miletî û demokratîk e. Bi baweriya me ev êrîşa Tirkiyê ne weke ku ew bi fermî diyar dikin, li dijî grûbeke çekdar e. Ev êrîş li dijî pêvajoya demokrasiyê li seranserî Îraqa Federal û bi taybetî li dijî desthelatiya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê ye.Em ji Amerîka û ji Hêzên Hevpeyman daxwaz dikin ku ew rê nedin hêzên Tirkiyê ku sînorê dewleteke azad derbas bikin. Jiber ku parastina ax û sînorên Îraqê di bin parastina wan de ye. Herweha em daxwaz dikin ku Hikûmeta Îraqê jî, li hember van êrîşên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bide.Pêwîst e Tirkiye bizanibe ku ev êrîş ne tenê ziyanê dide berjewendiyên gelê Kurdistanê. Lê ziyana mestirîn dide berjewendiyên Tirkiyê jî. Ev kiryar ji bo berjewendiyên herdu gela xizmetê nake. Divê Tirkiye di kurttirîn wext de hêrîşa xwe rawestîne, leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi Hikûmeta Kurdistanê re diyalogek fermî û domdar deyne. 26.02.2008KOMÎTEYA HEVBEŞTêbinî:KOMÎTA HEVBŞ:- Komîta Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, ji herçar beşên Kurdistanê 22 partî û rêxistinên siyasî.-Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.