Ramyarî

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Berdevkê Hikûmeta herêma Kurdistanê · 11.08.2007 · 2 dîtin

Yasaya PetrolêDaxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê helwesta Desteya Zanayên Musilmanên Îraqê li hember qanûna petrol û gazêPUKmedia/KRG 2007-08-10 15:41:24Di roja 7-8-2007-ê de Desteya Zanayên Musilman ên Îraqê beyanameyeke li dijî pejirandina yasaya petrol û gazê ya herêma Kurdistanê derxist. Di vê beyanemeyê de de deste dibêjin ku Parlemantoya Kurdistanê ne nûnerê xelkê Kurdistanê ye û ne mafê wê ye qanûneke wî awayî derbixe.Diyar e ku haya vê desteyê ji guhertinên mezin yên ku di herêma Kurdistanê û Îraqê de çê bûne, tuneye. Çar ji her pênç kesan di roja 10-ê tabaxa 2005-an de dengê xwe bo pesendkirina destûra Îraqê da ne bi tenê li Kurdistanê, lê belê li tevaya Îraqê mafên destûrî yên Kurdistanê pesend kirin.Destûr meşrûtiyeya herêma Kurdistanê, perlemanto û hikûmeta wê qebûl dike. Ji bilî vê jî destûra Iraqê hemû biryar û qanûnên herêma Kurdistanê yên navbera salên 1992-2005 ê jî qebûl dike. Destûra Iraqê desthilatên herêma Kurdistanê bi awayekî eşkere diyar kiriye.Pejirandina qanûna petrol a herêma Kurdistanê ji desthilatên parlemantoya Kurdistanê ye, çimkî petrol û gaz di madeya 110 a destûrê Îraqê ku desthilata hikûmeta federe diyar dike behs nekiriye. Her herêmek li gor destûr ava dibe û mafên danan qanûnên taybet bi petrol û gazê yên xwe hene.Ji bilî vê jî hikûmete Îraqa federe, li gor madeya 112-ê destûra Iraqê, divê hevkarîyê li gel herêma Kurdistanê û herêmeke din ku di paşerojê de durist bibe, bike bo rêvebirina bîrên petrolê yên beriya pesindkirina destûrê di berhem de bûn.Hikûmeta herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Îraq federe li ser wê yekê rêkeftine ku hemû dahatên petrola Îraqê, li gor ku destûr daxwaz dike, bi ser hemû îraqiyan de dabeş bike.Hatina şîrketên bi îmkan bo Kurdistanê ango bikaranîna çavkaniyên petrol û gazê bi awayekê modern û standard a navnetewî ji bo zêdekirina dahata malî bo Îraqê da ku hemû bi hev re welat ava bikin û weke pêwîst jiyaneke xweş ji bo welatiyên Îraqê diyar bikin.Desteya Zanayên Musilmanên Îraqê ku derveyê hikûmeta Îraqê ne û ne destûrî ne û bi tu awayê şeriî di sîstema welatî de nînin, rê ji xwe re didin ku êrîş bikin ser perlemanto û serokatiya hilbijartî ya Kurdistanê. Hikûmeta herêma Kurdistanê vê êrîşa na rewa ret dike û erkê parastina wan aliyên ku dixwazin di herêma Kurdistanê de di warê petrol û gazê de kar bikin,digirê ser milê xwe.Berdevkê Hikûmeta herêma KurdistanêHewlêr 9-8-2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.