Ramyarî

Daxuyaniya Deftera Siyasi ya PDK Irané

Alixan Aras · 22.03.2006 · 2 dîtin

derheq mehkûmkirina cinayeta Komara Îslamî derheq xelkê bajarê Makû û derdora wêHvwelatî yên birêz!Civatên xebatkar yên xelkê Kurdistanê!Roja 23'ê Rêbendanê di agehdariyeke giştî de me tevî îşare kirin bi nêrîna berpirsiyareke Ewlekariya rejîmê bi Malpera "Baztabê" re, hevwelatî û civatên xelkê Kurdistanê ji kompiloyeke nû ya rejîmê dijî azadîxwazên Îranê û mafxwazên gelê Kurd û neteweyên din yên Îranê pê hesandin. Mixabin me dît ew pêşdîtin gelek zû bicih hat û pêleke nû ji kuştin û qirkirina xelkê azadîxwaz û xortên gelê Kurd dest pê kir, di vê derbarê de seet 10:30'ê pêşnîvroya roja pêncşem, 27'ê Rêbendana 1384 (16. 02. 2006)'an, xelkê bajarê Makûyê rijiyabûne ser rê û cihên giştî û xwenîşandaneke berfireh lidarxistin û bi dana dirûşmên dijî rejîmê û dirûşmên neteweyî bêzariya xwe ji rejîma Komara Îslamî û siyasetên wan yên dijî xortên neteweya Kurd dan xuya kirin, xwenîşandan bi awayekî herî xurt ji aliyê hêzên rejîmê rastî êrîşê hat û hate tepeser kirin.Di encama êrîş(avêtina guleyan)a hêzên rejîmê, mixabin 10 kes ji beşdarên xwenîşandanê şehîd bûn û 25 kes jî bi xurtî birîndar bûn û sedan kes jî hatin girtin û rapêçî girtîgehê hatin kirin. Roja yekşem, 30'ê Rêbendanê (19. 02. 2006) jî xelkê herêmên Makû, "Şût" û "Puldeşt" (pira deştê)ê ji bo nerazîbûn bi vê kiryar û riftara rejîmê û ji bo piştgîrî ji xelkê Makûyê xwepêşandan lidarxistin ku ev xwenîşandane jî tevî êrîşa hêzên rejîmê û teqeya kirêgirtiyan berbirû bû û di encamê de 6 kes ji wan beşdarên xwenîşandanê jî birîndar bûn ku di nava wan de jineke 25 salî û zarokeke temen 7 salî tên dîtin.Di vê derheqê de Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê tevî mehkûm û şermezar kirina vê kiryar û riftara dirindane û hov ya rejîmê li dor xortên gelê Kurd li Makûyê, behî û sersaxiyê ji malbat û kes û karên şehîdan û xelkê bi şan û şeref yê Makûyê re dike û ji birîndarên vê bûyerê re hêviya silametî û başbûnê dixwaze û di heman demê de jî ji kom û komeleyên mirovhez û alîgirên Mafên Mirovan daxwazê dike ku ji bo azadiya girtiyan bixebitin û vê cinayeta rejîmê şermezar bikin.Kurdistan MediaAkt: C.A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.