ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Daxîyanîya PKE (Platforma Kürdên li Ewru · 23.06.2007 · 2 dîtin
Gelî welatparêz, siyasetmedar û ronakbîrên kurd û KurdistanêDewletên dagirker ji destpêka desthilata kurdan ya li parçeyê me yê azad û heta niha, hertim lê digerin bê ew ê bi çi awayî vê pêvajoya qederguhêr têk bibin. Lê ev di van demên dawîyê de, çavsorîya wan bêtir bûye û hewildanên wan ên ji bo nehêlana destkeftîyên başurê Kurdistanê û herweha dagirkirina wê pirhêltir bûne û êrîşên wan xurttir bûne. Loma bi dehhezaran leşkeran û çekên xwe yên giran xwe li sînorên Başûrê welatê me radikişîne û deverên ser sînorî didin ber topan. Hin deverên Kurdistanê kirine herêmên awarte û çûn û hatin û herweha firîna balafiran li ser sînorên başûr û bakurê welatê me bo hemû hatûçoyan qedexe û gundên kurdan tên valakirin.Dewletên dagirker wek hertim vê care jî guh nadin tu peymanên navneteweyî û armanca wan bi tenê ew e ku başûrê welatê me, vî parçeyê me yê ku wek kelema di çavên wan de ye, têk bibin. Îroj ya ku diranên xwe pir diqiriçîne û dixwaze pêşevanîya dewletên dijminên kurdan bike, Tirkîye ye. Loma jî jib o operasyonekê xwe radikişîne û ji bo vê yekê leşkerekî giran li ser sînorî bi cî kiriye û gefan li dewleta kurdan û desthilata wan dixwe. Helbet ew ji bo operasyoneke berfireh, bi gotineke din, jib o dagirkirina başûrê welatê me, hewil dide ku navendên cîhanê yên xwedîhêz û qudret jî îqna bike. Lê hem hêzên ku giranîya wan a mezin li ser siyaseta cîhanê heye û hem jî gelê me baş dizane ku armanca Tirkîyeyê ne qedandina PKKyê ye, lê nehêlana destkeftîyên gelên Kurdistanê ye û têkbirina hêvîyên kurdan û yên wan mînorîteyan e ku qedera wan bi ya kurdan ve hatiye girêdan. Êdî serokerkanîya Komara Tirkîyeyê bi awayekî pir eşkere bangî tirkên nîjadperest dike, da li dijî kurdan çalakîyan li dar bixin û li bajarên Tirkîyeyê dest bi lînckirina kurdan bikin.Dewleta dagirker ji bo pêkanîna armanca xwe, bi çapemenîya tirk ya kincsîvîl lê mejileşker, li dijî gelê kurd propagandeyeke bêsînor bi rê ve dibe. Hemû organîzasyonên nîjadperest seferber bûne û niha jî dest pê kiriye ku çalakîyên xwqe yên dijminane li bajarên Kurdistanê jî bikin. Divê gelê me li hember van êriş û provakasyonan hişyar be û ji bo pêşîlêgirtinê li ser peydakirina konsepteke neteweyî bi bawerî û bi awayekî xurttir konsantre bibe. Heger em dixwazin planên dagirkeran pûç bikin, divê li bakurê welatê me, em berî hertiştî xwedîyên vê konseptê bin. Em wek PKE, Platforma Kurd li Ewropayê, bangî hemû sazî, rewşenbîr, sıyasetmedar û ronakbîrên Kurdistanê dikin ku bên ba hev û li dijî dewletên dagirker, li dijî êrişên wan, helwesta xwe dîyar bikin û li her deverên cîhanê li dijî van êrişên hovane çalakîyan saz bikin. Em van êrişên hovane yên li dijî neteweyê kurd bi tûndî şermezar dikin!Bila dijmin bizanibe ku em ê li hember vî şerî bê deng nemînin!Bijî yekîtîya gelê kurd !Bijî Kurdistan!PKEPlatforma Kurd li Ewropayê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.