ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hawar Evdilrezaq · 21.05.2009 · 2 dîtin
Derbarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan’ê de Pisporê Amerîkî Doç. Dr. David Romano dibêje serkirdeyên hizba navbirî kesên pir baş in û didomîne: ‘’Siyaseta wan ne vekirî û lîberal e. Di heman demê de divê dîn û siyaset ji hev cuda be.’’ Derbarê hilbijartinên Kurdistan’ê de jî Romano wiha axifî: ‘’Sîstema lîstên nehînî hertim tê rexne kirin. Daketina PDK û YNK’ê bi yek lîsteyê biwarê hilbijartin û destnîşan kirinê kêm dike. Lê ger hilbijartin baş birêve here û rêz li encamên wê bê girtin, wê demê hêmayeke din dibe bo serkeftina xwe rêvebirina Kurd.’’ Doç. Dr. David Romano li Zanîngeha Rhodes ya Amerîka di warê lêkolînên navdewletî, şerê gerîlla, siyaseta Îslamî, Rojhilata navîn, Kurd, Tirkiye û rewşa penaberiyê de li cîhanê pispor e. Sala 2006an pirtûkek li ser Kurdan bi navê (Bizava Neteweyî ya Kurd) belav kir, çendîn lêkolîn û rapor li ser Kurd û Herêma Kurdistan’ê amade kirine û yek ji wan lêkolînerê binav û deng e ku li ser Kurdistan’ê kar kiriye. Rapora wî ya herî binav û deng derbarê Îslamiyên Kurdistan’ê de bû û sala 2007an Navenda Jamestown a Amerîka weşand. Rûdaw: Xelk û navendên lêkolînan ên Amerîka Herêma Kurdistan’ê çawa dibînin? Davîd Romano: Piraniya xelkê normal ê Amerîka tu agahiyên wan ên zêde derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê de nînîn. Sala borî bi mebesta axaftinê li ser ‘’İraq-a Din’’ me Qubat Talabanî bo zanîngeha xwe vexwend. Piraniya xwendevan û xelkê herêmê bi wan agahiyên derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê, Otonomiya Kurdî û nerînên cuda ên Kurdan li İraq’ê ku bihîstin man ecêbmayî. Talabanî gotareke pir baş pêşkêş kir û bandor li ser nerînên gelek kesên amadebûyî kir. Hinek ji dezgehên lêkolînan ên Amerîka, hê jî nizanin ka çima divê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê bi hoşyarî li gel Bexda bide û bistîne, ji bo çi pêwistî bi Hêza Pêşmerge heye û li beramber Bexdayê pêdagiriyê li ser karûbarê ewlekariyê dikin. Xwiya ye her ji mêje wan dîroka İraq’ê ji bîr kiriye. Yan wiha fam dikin yekem sedema çewsandina Kurdan li İraq’ê, Sedam Huseyn bû, ne jiber wêya Kurd li piraniya welatên Erebî tên asîmile kirin. Lewra hinek kes pêşniyar dikin desthilata hikûmeta navendî zêdetir bibe û bi tevahî bikaribe hêzên ewlekarî û leşkerî kontrol bike (li Kurdistan’ê jî), herwiha kontrola dahata petrolê, Bajarê Kerkûk û navçeyên derdorê jî bikeve destê wê. Yên wek me jî ku serdana Kurdistan’ê kirine (serdana min a yekem di sala 1994an de bû) pir hewl dane aşkere bikin ka çima ew pêşniyarên han metirsîdar in. Rûdaw: Çima daxwaziya Kurdan a derbarê vegerandina Kerkûk û nevçeyên derdorê bo ser Herêma Kurdistan’ê ku Rejîma Baas Kurd û Turkmen jê derxistin û Ereb lê bicîh kirin, di Destûra İraq’ê de jî rê jê re hatiye dîtin, lê navendên siyasî û medya Amerîkî wek zêdegaviya Kurd hesab dikin? David Romano: Sîstema Amerîka sîstemeke federalî ya navendî û rêjeyî ye. Piraniya Amerîkîyan ew yek fam nekirine çima li bêhtirên welatên pir netewe de, pêwistiya kêmnetewan bi desthilata serbixwe heye ku cuda be ji hikûmeta federalî. Nizanin sînorên niha yên Herêma Kurdistan’ê di encama bûyereke neçaverêkirî de hatine danîn ku sala 1991ê Sedam hêzên xwe ji wan navçeyan vekişand bû sedema çêbûna herêma dije firîn. Di heman demê de hinek Amerîkî hene wan meselan dizanin lê bi sadeyî berê xwe didin wan pirsgirêkan û bi çavekî Amerîkî li wan meselan dimeyzînin. Amerîka jî dixwaze di zûtirîn wext de İraq bibe welatekî aram û bê kêşe, da yekser hêzên xwe bi paş de vekişîne. Berpirsên paye bilind jî ji wan re dibêjin encamdana referandumê li Kerkûk û navçeyên din ên nakokbar pirsgirêkan dixulqîne û dibe ku bibe sedema şer, lewra ew jî xwe ji wê meselê dûr dixin. Hinek nivîskar û rewşenbîrên Amerîkî jî hene mirov dikare ji wan re bêje ‘’Erebistan’’, wan ziman û kultura Erebî xwendiye û zêdetir li gel Ereban diaxifin û hevsozên wan in. Ew bê ku guhê xwe bidin tiştekî hembêza xwe ji îdeolojiya neteweperestî ya Ereb re vekirine yan dijî Kurdên İraq’ê ne, ji ber hevkariya Hikûmeta Amerîka dikin. Wek mînak baweriya wan rewşenbîran bi mafê Filîstînî, vegera koçberên Filîstînî û xaka Filîstîn heye. Lê çewsandina Kurd û mafê çarenusa Kurd hewqasî li ba wan ne girîng e. Rûdaw: Biryar e 25.07.2009an li Herêma Kurdistan’ê hilbijartinên parlamen bên kirin. Bi nerîna we li beramberî cîhanê ev ezmûnekî çawa dibe bo Kurd? David Romano: Ez ji vêna ne dilniya me. Sîstema Lîste ye nehênî, bi berdewamî tê rexne kirin. Bi heman awayî hevpeymaniya PDK û YNKê, daketina wan bi yek lîste yê, biwarê hilbijartin û destnîşankirinê kêm dike. Lê ger hilbijartin baş birêve here û encama wê jî bê qebûl kirin, wê demê hêmayeke din dibe bo serkeftina xwe birêvebirina Kurd. Rûdaw: Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî Kurdistan, li gel dû hizbên din lêsteyeke hevbeş pêkanîn. Îslamiyan lewra wiha kir da ezmûna Partiya Refah a Tirkiyê û ezmûna Cezayîr li ser wan dûbare nebe, ditirsiyan Rojava li dijî wan raweste. Hûn şensê Îslamiyan li Herêma Kurdistan’ê çawa dibînin? David Romano: Ger PDK û YNK li ser wê hevpeymaniya hilbijartinan berdewam bin, herwiha ger di hilbijartina Parlamenê Kurdistan’ê de jî be, dibe ku ev di berjewendî û bihêzkirina partiyên Îslamî de be. Ji ber wê demê propagande dikin ku tenê ew dikarin reforman bikin, lê di rewşeke wiha de lîste ya Noşîrwan Mistefa ya bi navê ‘goran’ dibe ku bibe riyeke din a maqûl bo dengderan. Bê guman divê Partî û Yekîtî karekî dijwar bikin da wêneyê xwe li ber çavê dengderan xweşik bikin û wê yekê pêşanî xelkê bidin pêdagir in li ser nehiştina gendelî û xizmetkirina xelkê. Hilbijartin jî bo wê mebestê ye, bo serkirdeyên siyasî xizmeta xelkê xwe bikin. Ger ew partiyên Îslamî yên nêzîkî Îran’ê di hilbijartinan de dengekî baş bidest bînin, nîgeran dibim. Îran ji dil berjewendiya Kurdistan’a İraq’ê naxwaze û baweriya min bi wê yekê jî nayê ew partiyên han peran bidin jinên hejar ji bo çarikê bidin serê xwe yan sinetkirina keçan piştgweh bixin. Bi dilniyayî ez kesekî vekirî yê rojavayî me. Ji ber ku siruştîme dibe heman nerînên Komel û Elî Bapîr neparêzim. Tenê tiştê ez pê re bim ew e demoqrasiye û ji bo bidestanîna desthilata siyasî rê ji wan re hatiye vekirin tevî hilbijartinan bibin. Rûdaw: Li gor hûn derbarê Yekgirtûya Îslamî de pispor in, ger di pêşerojê de li Herêma Kurdistan’ê desthilat bikeve destê Yekgirtûya Îslamî, partiya navbirî îdare û siyaseteke çawa birêve dibe? David Romano: Ez reşbînim, dema min serkirdeyên Yekgirtû dîtin, li ser astê şexsî xelkekî pir baş û rêkûpêk bûn, ne xirab bûn. Lê ya rast siyaseta wan ne vekirî û lîberal e. Bi baweriya min tevlîhev kirina siyaset û ayîn ne karekî baş û maqûl e. Ayin beşekî girîng a nasnameya xelkê ye û tiştekî taybet e, siyaset jî leyistikeke pîs a rikaberiyê ye. Hêz û stratejî tundrew e, çima tu dixwazê wan herdû tiştan tevîhev bike, bi taybetî ku dînê hemû kesî ne wek hev e? Piraniya wan kesên ku xwedan yek ayîn in, wek hev peyrew nakin û bi awayekî cuda berê xwe didin ayin. Rûdaw: Gelek pirsgirêk di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Malikî de hene. Şirovekarên Ereb jî dibêjin Obama di serdana xwe ya Bexda de ji Malikî re gotiye pirsgirêkên li gel Kurd çareser bike. Bi nerîna we ev rewş ber bi ku ve diçe? David Romano: Malikî wan karan dike ku hest dike desthilata wî ya siyasî bihêz dikin. Ev jî tê wateya îtirafê bi Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê neke (ger ji destê wî were) û li Bexda desthilata postê serokwezîr bihêz bike. Serkirdeyên Kurd jî li Bexda divê bi awayekî bi siyasetê bilîzin ku xelkên wek Malikî neçar bikin, pêwistî bi hevkariya Kurd be û neçar bibe li gel Kurd pêk were. Li gor min ew wan karan dikin û pêşbînî jî dikim di dahatû de serkirdeyên Kurd pêrgî ceribandineke dijwar bibin wek wêya me di rabirdû de li Xaneqîn dît. Pêwist e bighin çareseriyekê û li Kurdistan’ê jî hemû kes fam bike ku ew tawîz pêwist bûn. Rûdaw: Cîgirê Serokkomarê İraq’ê Tariq Haşimî di hevpeyvînekê de li gel Rûdaw’ê dibêje tu behaneyeke maqûl a hikûmeta Malikî tune rê li çûna derve ya petrola Herêma Kurdistan’ê bigre bi riya boriyên petrola İraq’ê, lê wan pirsgirêkan bo deng komkirinê bikar tîne, wek lêkolînerek hûn çi dibêjin? David Romano: Şensek ket destê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê, Ji ber Hikûmeta İraq’ê hest pêkir pêwistiya wê bi peran heye. Ji dêlva kontrola ‘’îflasî’’ bûna xwe bike li ser nirxê neftê serê xwe bi tiştên din re diêşîne. Niha bawer im pirsgirêk çareser bûye û bo şandina petrola Kurdî izin hatiye dan. Lê hemû wextekî li ser mesela petrolê pêwistiya Kurdistan’ê bi hevkariya Bexda heye. Ji ber hemû boriyên petrolê di İraqa Ereb, Tirkiye û Suriyê re derbas dibin û kenarên avê û dûrgehên Kurdistan’ê jî tune ne. Rudaw Net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.