Ramyarî

D A N E Z A N: Konferansa Neteweyî ya li ser Bakurê Kurdistanê di 25-27 ê Si

Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin

PKE-Platform(Platforma Kurdên li Ewrûpa)

Beşdarên Konferansê, akademîsyen, ronakbîr, hunermend, tuccar, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk û siyasî bûn.

Beşdarên Konferansê li ser evan mijarên ku li jêr hatine nivîsandinê rawestîyan :

1- Maf û netewebûn û têkoşîna gelê Kurdistanê

2- Koçberî û Pirsa Civaka Kurd, Çand û Ziman

3- Ferqa pêşveçûna Civakî û Aborî ya di navbêna Komara Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê

4- YE, pêvajoya endametîya Tirkîyeyê û Pirsa Kurd

Konferansê nirxand ku, Mafê Çarenivîsa Milletan ya ku di Peymanên Navneteweyî de hatîye nivîsandin, ji bo milletê kurd jî derbas dibe.
Konferansê daxwaz kir ku Milletê Kurd, weka hemû milletên Cîhanê qedera xwe bi destê xwe tayin dike, ew xwedîyê mafê xwe yen neteweyî û Demokratîk e û xwedîyê mafê xwe yên xwebixwe îdarekirinê ye.

Konferansê rewşa Tevgera Bakurê Kurdistanê di ber çav de derbas kir. Pêwist e perçebûna tevgerên Bakurê Kurdistanê li welat di çarçeweyeke plural û li ser bingeha mafê neteweya kurd, di partiyeke ku bi nasnameya kurd de bête organîze kirin.

Beşdar û mêvanên Konferansê piştgirîya xebat û têkoşîna gelê kurd li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê kir û destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê wek deskeftîyên hemû milletê kurd pejirand. Siyaset û êrîşên Komara Tirkîyeyê li hemberî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser bajarê Kerkûkê hate protesto kirin û tawanbarkirin.
Konferansê dîyar kir ku êdî pêwistîya munaqeşeya li ser netewebûn û Kêmnetewebûna kurdan nîne.

Netewebûna Kurdan hate pesinandin û Tevgera Bakurê Kurdistanê wek ji beşeke tevgera Giştî ya Kurdistanê hate pejirandin.
Konferans, li ser bandorên koçberîyê yên li ser neteweya Kurd, li ser amadekirina projeyan û çareserkirina pirsgirêkên koçberîyên li metropol û bajarên Tirkîyeyê û li ser rewşa civaka kurd ya li welatên YE ê sekînî.

Îro koçberî bi bandorên xwe yên sosyolojîk, demografîk, ekonomîk û polîtîk bûye metirsîyek. Ew ne tenê pêkhatin û têkilîyên hundirîn yên civaka me û taybetmendîyên wê diguhere, herweha hebûna wê jî dixwe metirsîyê.
Di van salên dawî de koçberên ku ji ber şer; gund û mezrayên wan hatine wêrankirin û ber bi bajarên Tirkîyeyê hatine ajotin, di rewşeke nebaş de ne.

Konferansa me biryar da ku, ji bo vegera wan proje werin amade kirin. Ji ber ku pirsgirika koçberên kurd êdî pirsgirikeka YE ê ye û divê proje bi alîkarîya YE ê û îdareyên herêmî werin bicîhanîn.

Konferansa me, li ser pêwistîya ronîkirina rewşa civaka kurd ya ku wek koçber li welaten YE ê dijî sekinî û xwest ku bi awayeke rasyonel îmkan, şert û standartên YE ê werin bikaranîn.

Ji bo kesayetîyeka xurt û tekûz, zimanê dayikê roleka mezin dileyize. Mirovên ku zimanê dayikê rast û têrker fêr dibin, hêsantir dikarin bi civaka din re têkilîyan deynin û di nav civakên din de bi awakî lihevkirî bijîn.

Fêrkirina zimanê dayikê bi malbatê dest pêdike. Dê û bav divê zimanê xwe bi aweyeke baş fêrî zarokên xwe bikin. Wendakirina ziman û asîmilasyon tê maneya herifîna kesayetîyê. Avakirina sazî û bikaranîna navgînên nûjen, wek nimûne mas-medya ûhwd divê ji bo pêşvebirina ziman werin bikaranîn.Li welatên Ewrûpayê îmkanên ji bo pêşvebirin û xurtkirina Çanda Kurdî hene û divê ew imkan werin bikaranin.

Konferansê diyar kir ku, di bernameya modernîzekirina Tirkîyeyê de Bakurê Kurdistanê bêpar hatîye hîştin. Heya dawîya salên 1990 an de herêmên Bakûrê Kurdistanê ji raya navneteweyî re hatibû girtin. Devleta Tirk îmkan neda sermayeya Ewrûpa û Amerîkayê ku ew li herêmên Bakûrê Kurdistanê bêne razandin.

Operasyonên van 20 salên dawî bi aliyê aborî û civakî zererek mezin daye Bakurê Kurdistanê.

Çareserkirina pirsgirêka kurd ji hemû alîyan ve negatîfî li ser civaka kurd li Bakurê Kurdistanê kirîye. Îdeolojîya fermî li ser bingeha asîmîlasyon û înkarkirina Kurdan hatîye avakirin.

Dewleta Tirk hizir dike ku pêşweçûnên aborî û civakî ewê li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka kurd çareser bike.

Ji bo pêşvebirina Kurdistanê NGO pêwiste. Ji bo pêşvebirina Kurdistanê pêvistî ji çalakkirina NGO û di nav YE ê de afirandina însîyatîfan heye. Tenê û tenê çareserkirina sîyasî ya kurd ewê bikaribe rêyekê veke û li Bakurê Kurdistanê pirsa aborî û civakî pêşve bibe.

Konferansa neteweyî piştgirîya guherandinên li ser Prosesa Danûsitendina endametîya KT ya YE ê dike. Di vî warî de li gor hiqûqa YE ê demokratîzebûn û avakirina dewleteke hiqûqî li KT ê pêwiste.

Mafên neteweyî, demokratîk û berjewendîyên gelê kurd divê bine qebûlkirin.
Guhertina sistema KT ya siyasî, aborî, îdarî û hukûkî bi çareserkirina pirsa kurd ve girêdayîye. Ji bo wê jî divê Qanûna Esasî û Qanûnên din yên Komara Tirkîyeyê bêne guherandin û nasnameya gelê kurd bê qeyd û şert bêne qebûlkirin û garantîkirin. Di têkilîyên navbêna Komara Tirkîyeyê û YE ê de divê milletê kurd wek teref û muhatab bên naskirin.

Divê YE, ji bo pêkhatina evan mijarên girîng bingeha Dezgeheke Herêmî (Regionale Distrubition) ava bike.

Di prosesa danûsitendinan de ji bo herêmên Kurdistanê çareserkirina pirsên perwerde, jîngeh, jin û zarokan û herweha vegera koçberan de alîkarîya YE ê pêwist e.

Mafê Kurdan li welatê wan Kurdistanê wek netewe û herweha li metropolê jî wek kêmnetewe, li gor raya gelê kurd bên zanîn û ew mafana bêne bikaranîn.Bi vî awayî nêzikbûna neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê dikare pêş de biçe.
Ji bo xebatên pêşeroj, emê têbokoşin ku hemû aliyên civaka kurd beşdarîyê bike û bi taybetî bikaribin di evan xebatan de beşdarîya Jinên kurd pirrtir bikin.

Konferansê girîngiyekê da doza gelê kurd ya pîroz û ji bo pêkanîna wê, li ser bingeha bîr û rayên neteweyî di pêşerojê dexebatên wusa hevbeş bêne kirin.
27.02.2005 Amsterdam

PKE-Platform(Platforma Kurdên li Ewrûpa)

BEŞDARÊN KONFERANSÊ:

Partî Demokratî Kurdên Sûrîye El-Partî
Partî Niştiman Kurdên Sûrîye
Partîya Azadî Demokrasî ya Kurdistanê PADEK
Partîya Çepên Kurdên Sûrîye
Partîya Şoreş KAWA
Partîya Demokrat a Kurdistan-Bakur PDK-B
Partîya Îslamîya Kurdistanê PIK
Partîya Mazlûmên Gelê Kurdistan PMGK
Partîya Niştiman Pêşverû Kurdên Sûrîye
Partîya Rizgarîya Kurdistan PRK-Rizgarî
Partîya Sosyalist ya Kurdistanê PSK
Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê RSDK
Yekîtîyî Nistimanî Kurdistan YNK
İnsîyatîfa Kurdên Danimarka-IKD,
İnsîyatîfa Kurdên Fransa-IKF,
İnsîyatîfa Kurdên li Swêdê-IKS,
İnsîyatîfa Gelê Kurdistanê li Swisre-IGKS.

Civata Kurd
Dengê Kurdan li Duisburgê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Hevkar Almanya
Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê
Komela Çanda Karkerên Kurdistan KOÇ-KAK
Komela Karkerên Kurdistan Avusturya
Komela Karkerên Kurdistan Danîmarqa
Komela Karkerên Kurdistan Swîsra
Komela Kurdistan li Belçîka
Komela Navnetewî ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan
Kurdish Advice Centre London
Mala Kurd li Biremen
Mala Kurd li Lubeck
Mala Kurd li Parîs
Xoybûn
Yekitîya Komelên Kurdistan KOMKAR

Yaşar Abdulselamoğlu
Adnan Ağacanoğlu
Siddiq Ağız
Mirza Akar
Nezir Akat
Şeref Akgul
Gurdal Aksoy
Erdoğan Aktaş
Neşenûr Aktaş
Eyub Alacabey
Aziz Alış
Kovan Amedî
Azad Anik
Alixan Aras
Sultan Aslandag
Adil Aşan
Ayten Ataman
Mehmet Atmaca
Behcet Ateş
Süleyman Ateş
Abdurrahim Ayaz
İhsan Aydin
Osman Aydin
Veysi Aydin
Ferhad Aydin
Said Aydoğmuş
Ramazan Başdaş
İrfan Baysal
Rêzan Bêpaşnav
Baran Boskan
Ferhat Boskan
Şermîn Bozarslan
Siddik Bozarslan
Bayram Bozyel
Zeki Budak
A.Selam Cizirî
Şefik Çakırgöz
Nedim Dağdeviren
Suleyman Danişman
İbrahim Demir
Metin Demir
A. Kerim Demir
Gulseren Demirel
Ahmet Demirtaş
Şexmûs Dîp
Huseyîn Duzen
Mehmet Ece
Feyyaz Ekmen
Bedirxan Epözdemir
Cemil Eren
M. Tahir Ergun
Hüseyin Erkan
Hamid Gewherî
Can Gulşenoğlu
Ibrahim Güçlü
Şakir Gülerce
Yekiti Gulbaran
Şükrü Gülmüş
Baran Hemze
Keya İzol
Mustafa Kalpak
Şehmûs Kapan
Duzgun Kaplan
Salih Karaaslan
Raşit Karakaya
Ahmet Kartal
Musa Kaval
Cabir Kawas
Nebi Kesen
Doğan Kılıç
Mahmut Kılınç
Hamit Kilincaslan
Siracettin Kırıcı
Seyitxan Kurij
Davut Kurun
Nurcan Kurun
Yasîn Kut
Nejla Morsumbul
Hiwa Mustafa
Nurêxan Mufit
M.Salih Mustafa
Mehmet Müfit
Pale Nûjen
Şefiq Öncü
Garib Özcan
Şêrîn Perwer
Şivan Perwer
Dr. Khalid Salih
Ali Saltık
Murat Satık
Mustafa Sarica
Kadir Satık
Rifat Sefali
Hikmet Serbilind
İhsan Şener
Veli Şahin
Fesih Şêşêogulları
Necati Tank
Vildan Tanrıkulu
Mehmet Tanrikulu
Mehmet Tanriverdi
Zêrîn Tek
Fettah Timar
Hasan Uçar
Xalitê Uso
M.Selîm Uzun
Qedrî Xosnav
Dr. Burhan Yasin
Hatice Yaşar
M. Nureddin Yekta
M.Ali Yildirim
Hasan Huseyin Yildirim

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.