Ramyarî

Coqîyên Lalişê

Pîr Xidir Silêman · 17.10.2006 · 2 dîtin

 Bi helkefta cejna cemayê ya vê salê u bo cara yekê Êzidîyên me yên dervey welat bi rêya hevkarîya komelên  Êzidiyan li Elmaniya bi şêweyekî rêkxistî qesta heca xwe Lalişa nûranî li Kurdistanê kirin nexasme piştî aramî u tenahî li başûrê Kurdistanê li bin sîbera perleman u hikûmeta Kurdistanê peyda bûy u hatin u çon bo Kurdistanê bi rêya firokxana nêvdeoletîya Hewlêr u Silêmanîyê rastew xwe u yekser çêbûy . Em jî wek Êzidî u nexasme li bingehê Laliş bi vê yekê pirr kêfxweş bûyn ku ev pire li nêva miletê me li xerîbîyê u Êzidîyên Kurdistanê çêbûy u bi vê hatina rêkxistî dê kontakên me xurt u mukumtir bin bi navê tevaya endamên bingehê laliş  bi xêrhatina coqîyên lalişa nuranî di keyn nexasme isal ji bilî Êzidiya zef cornalist u lêkolînvanên biyanî jî qesta bingehê laliş u lalişa nuranî kirîne .U em li gor şîyanê di xizmeta wan dane .   Pîr xidir silêman Serokê Bingehê Laliş / duhok

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.