Ramyarî

Civîna serok Barzanî ya li ser encamên serdana wî ya li Bexdayê

Rojhat · 20.10.2008 · 2 dîtin

Civîna serok Barzanî ya li ser encamên serdana wî ya li Bexdayê

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî îro gihişte herêma Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de qala naveroka serdana xwe ya Bexdayê û civînên digel berpirsên Iraqê û şandeya Tirkiyeyê kir. Serok Barzanî di vê civînê de encamên serdana xwe ya Bexdayê aşkere kir û di destpêkê de amaje bi rêketina stratejîk ya di navbera Amerîka û Iraqê de kir û got:”Duhî di civîna Civata Ewlekariyê de me got, divê ew rêketin bê kirin.Êdî biryar e biçe civata wezîran û parlamentoyê, hemû alî azad in nêrînên û hewlestên xwe nîşan bidin.Lê ev helwesta fermî ya Herêma Kurdistanê ye.”Serok Barzanî da zanîn, li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê çendîn civîn hatine sazkirin û got:”Me civînên çarqolî, pêncqolî, duqolî bi hemû aliyê siyasî re kir û me pir bi başî nêrînên xwe aşkere kirin.Lê mixabin hewlek hebû valahiyek di navbera neteweyên kurd û ereb de çê bikin ku pir caran ew hewl hatiye dayîn û bi ser neketine negirtine.Vê carê jî bi ser neketin.”“Em wek du netewe digel neteweyên din jî wek bira dijîn û naxwazin tu nakokiyek bibe sedema tu valahiyekê di navbera her du neteweyan de.Lê Iraqa îro Iraqa nû ye.Eger hinek alî vê yekê qebûl nekin, ew bi kêfa xwe ne.Iraqa îro xwedî destûr e ku ji %80-ê gelên Iraqê dengên xwe dane.Hikûmeta Iraqê jî hikûmeteke lihevkirî ye.” “Piştî gotûbejeke dûrûdirêj gihiştin wê rêketinê ku 5 komîteyên pêncqolî bên pêkanîn ji bo helsendgandina 5 dosyeyan.Dosya jî pêk hatine ji;-Awayê hukimranî yanê sîstema siyasî ku ew jî meseleya destûr e,meseleya şirîkatiyê gelek xalên din digire nav xwe; Artêş û em inPetrol û darayî-Navçeyên nakokbar-Digel dosyeya siyaseta derve ya Iraqê“Ew komîte dê hevbeş bin di navbera PDK, YNK, Partiya Dewaya Îslamî Iraq, Civata Bilind Îslamî ya Iraqê û Partiya Îslamî ya Iraqê.Hêvîdar in ew komîte ku gihiştine çareseriyekê, pêşniyarên xwe pêşkeşî serkirdeyatiyên bilind ên wan aliyan bikin, da biryarê li ser bidin.Rast e, hinek caran pirsgirêkên Herêma Kurdistanê digel hikûmeta Bexdayê hebûne, lê ew nayê wê wateyê ku ew tenê nakokiyên Herêmê ne, belku şeweya hikûmraniyê ya li Iraqê û şeweya şirikatiyê ye, destûr û şîrovekirina destûrê û bicihanîna wê, ne tenê bi me ve, bi hemû xelkê Iraqê pêwendîdar in.Em tenê parastina mafên xwe nakin, belku parastina mafên hemû xelkên Iraqê jî dikin.Piştevaniya destûrê û raya giştî dikin, ku xelkê Iraqê dengê xwe daye û ew bûye encama serdana me ya vê care ku me li ser lihevkiriye.Lê vê care cidi ye, komîte divê bigihijîn çareseriyê.Eger na, helwest û tiştên din dê hebin.”Serok Barzanî her weha amaje bi serdana şandeya Tirkiyeyê ya bo Bexdayê kir û di vê mijarê de got:”Ew şande ji bo dîtina min hatibûn.Ew destpêkeke baş e û hêvîdar in bo nehiştina dîwarê ku di têkiliyên rasterast ên duqolî de çê bûye destpêkek be.Bi wê serdanê ew dîwar hilweşiya.Hêvîdar in ew bibe sedema wê yekê ku di dahatû de bigihîjin têgihiştineke hevbeş bo çareserkirina wan arîşeyan ku hene û çareseriyeke guncan ji wan re bê dîtin.”“Ji roja ku Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û ez bûme serokê hilbijartî, digel tirkan rûneniştîbûm.Ji ber vê yekê nizanim helwesta wan dê çawa bibe.Ev yekem car e, ku rûdinin.Rûniştin jî bi sifeta wê yekê ku ez serokê Herêmê me û ez rêz li wê postê digirin, ew jî meseleyeke şexsî nine.Divê gelê kurd rêz li wê postê bigire.”Bo diyarkirina dema karên wan 5 komîteyên ku hatine avakirin jî serokê Herêma Kurdistanê got:”Qala wê yek hate kirin, bi tekîd wext ne domdirêj e lê naxwazin biçim nav kitekiyên wê meseleyê” Serok Barzanî tevî piştrast kirina serdana xwe ya bo Tehranê got:” Bernameyeke me heye ku serdana gelek welatên derve bikin da ku nêrînên xwe ji wan re aşkere bikin çimkî hindek car me şaş fêhm dikin û pêwîst e em rewşa xwe jib o hemû aliyan aşkere bikin.”Ji bo kitekitên civîna di navbera serokê herêmê û şandeya tirk de jî serok Barzanî got:” Ew hevdîtina min a yekê bû lê çêdibe di dahatûyê de daxilî hemû kitekitan bibin. Di wê civînê de qala tu tiştî diyarkirî nehatiye kirin belku hemû tişt giştî bûn,ew jî amadeyî ye jib o daniştin û civînên din ku çêdibe di dahatûyê de bên kirin.Emê vê demê biçin nav kitekitên hemû mijaran.”Pukmedia

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.