ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 22.09.2006 · 2 dîtin
Ji aliyê Komîteya amadekariya reşnivîsa destûra Kurdistanê bi herdû zimanên Kurdî û Erebî wêneyek bi serokê Kurdistanê re birêz Mesûd Barzanî hate pêşkêş kirinDuh komîteya reşnivîsa destûra Kurdistanê seredana serokê Kurdistanê kirin û wêneyek bi herdû zîmanê Kurdî û Erebî ji reşnivîsê pêşkêşî serokê Kurdistanê kirin û sebaret bi bend û birgeyên destûrê û çawaiya xistina wê pêş xelkê Kurdistanê û dema encamdana refrandoma cemawer ji bo pesend kirinê gotûbêj li ser kirin. Nûrî Talebanî endamê parlemanê û endamê komîteya nivîsandina destûrê sebaret bi dema ragihandina projeya desûrê bo xelkê Kurdistanê got: Roja yekşemê parlemana Kurdistanê dê civîneke taybet girêdin ji bo xwendina projeyê, piştre dê li mîdyayan bihê belav kirin ji bo xelk dêtin û nêrînên xwe li ser bidin, û yên li dervayî Kurdistanê jî dikarin dêtin û nêrînên xwe nîşan bidin. Şêrwan Heyderî cîgirê serokê komîteya nivîsandina destûrê ragihand ku: dema paşîn ji bo wergirtina dêtin û nêrînên 1/12/2006a ye ji bo vekolînê û gêngeşe kirinê.Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.