Ramyarî

Civîna Mam Celal u Kak Mesud li gel Fermandeyên Pêşmergeyên Kurdistan

Goran Koçgîrî · 16.12.2006 · 3 dîtin

Li Bexda, bi serokatîya her du berêzan, Serok komarê Iraq’ a federal Celal Talabanî  u Serokê herêma Kurdistan Mesud Barzanî, li gel wezîr  u fermandeyên Pêşmergeyên Kurdistan kombun. Rojeva  civînê, rewşa Pêşmergeyên Kurdistan u çavpêketinên wefda fermadeyên Pêşmergeyên li gel hikumeta federal bu. Tê zanîn wefdeyek ku pêkhatibu ji wezîr u Fermandeyên Hêzen Pêşmergeyên Kurdistan niha Li Bexda, li gel Hikumeta navendî ji bo peyvendîyên serbazî di nebeyna Herêma Kurdistan u Bexda, hatibun. Li civînêda, li ser rewşa Pêşmerge u ji bo yekgirtina Hêzen Pêşmergeyên Kurdistan hatin seknandini. Berêzan Serok komarê İraq’a  Federal Celal Talabani u  Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanîyek ji bona girtina Hêzên Pêşmergeyên belênîyên xwe taze kirin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.