ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 22.07.2007 · 2 dîtin
Her wek hûn aghehdar in, îro 17.07.2007’an, rejîma terorîstperwer û azadîkuj ya Komara Îslamî ya Îranê, piştî çend mehan ji revandin, îşkence û bêparkirina birêz Ednan Hesenpûr rojnamevanê serbixwe û endamê kevn yê Civata Nivîskarên Kurdistana Îranê ji her terze mafeke berheq yê dadweriyê, di kiryareke bi tevahî dijî mirovî de, biryareke yekcar giran û bitirs bi ser wî de daye sepandin û ev yeka bi fermî bi wî û malbata wî re hatiye ragehandin. Daxuyaniya Civata Nivîskarên Kurdistana Îranê Derheq Derkirika Biryara Îdamê Ji Bo Ednan HesenpûrGaziyek BilezBirêz:Konseya Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî!Rêxistina Efûya Navneteweyî!Parlemanên Welatên Ewropayê!Rexistinên Mafên Mirovan Li Ewropayê!Rêxistina Parêzerên Bêsînor!Saziya Nûçegihanên Bêsînor!Civata Cîhanî A Qelemê (PEN)!Navendên Mafxwaz û Mirovhez!Wijdanên Hişyar Ên Cîhanê!Her wek hûn aghehdar in, îro 17.07.2007’an, rejîma terorîstperwer û azadîkuj ya Komara Îslamî ya Îranê, piştî çend mehan ji revandin, îşkence û bêparkirina birêz Ednan Hesenpûr rojnamevanê serbixwe û endamê kevn yê Civata Nivîskarên Kurdistana Îranê ji her terze mafeke berheq yê dadweriyê, di kiryareke bi tevahî dijî mirovî de, biryareke yekcar giran û bitirs bi ser wî de daye sepandin û ev yeka bi fermî bi wî û malbata wî re hatiye ragehandin. Biryara han di demekê de li ser navhatî tê sepandin ku rejîma Îranê ji aliyê Saziyên Parêzvanên Mafên Mirovan û welatên cîhanê re, di bin zext û givaşekî zaf de derheq van kiryarên nemirovî ên xwe bi nîsbet hevwelatiyên sivîl û bêberevan de ye.Eva ne tenê nîşaneya bihanedana rejîma Îranê bi nîsbet Peymanên Navneteweyî ên Mafê Mirovan e, belkî tu terze zext û givaşeke navneteweyî jî nikare pêşî ji van kiryarên nemirovî ên rejîma Îranê bigire.Birêzan!Niha pitir ji her demeke din dengê azadîxwazane yê nivîskar, rewşenbîr û demokrasîxwazên Îran û Kurdistanê tê fetisandin û siyaseta helandina hizrî, siyasî û îdeolojiya rejîma Îranê zêdetir ji her demekê yê xurttir bûye û di vê derbarê de bi dehan kes ji hevwelatiyên cudahizr û azadîxwaz ketine ber tirsa daliqandin û ji nav çûnê. Lewma ger hûn weke zêrevan û desthilatdarên cîhanê nekarin vê pêla tepeseriyê bidin sekinandin, wê demê neteweyên Îranê bi taybet rewşenbîr û xebatkarên azadîxwaz, ne tenê dê ji nav herin, belkî dîroka Îran, Kurdistan û Cîhanê jî dê qezaweteke yekcar girîng li ser we bikin.Birêzan!Em wekî Civata Nivîskarên Kurdistana Îranê û bizava çandî, wêjeyî, rojnamevanî û rewşenbîriya Kurdistana Îranê daxwazê ji we dikin ku bi hemû hêz û şiyana xwe piştevaniyê ji me bikin û di helwesteke hevdeng û bihêz de ev biryara ne mirovî ku li ser Ednan Hesenpûr û Hîwa Botîmar de hatiye sepandin, hilweşînin.Hejayê gotinê ye ku Civata Nivîskarên Kurdistana Îranê di çend rojên pêşîn de cehd û xebatê bona rêxistina xwenîşandaneke giştî li tev Ewropa û Amerîkayê de dike û di vê derbarê de daxwazê ji hemû hêzên mirovhez dikin ku piştevaniyê ji me bikin û bi pişikdariya xwe pêşiya birêveçûna vê biryarê bigirin.Civata Nivîskarên Kurdistana Îranê17.07.2007kurdistanmedia.com
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.