ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 24.02.2009 · 2 dîtin
Civata niştimaniya Ermenan nameyeke pêrozbahiyê ji parlamentoya Kurdistanê re şand Piştî parlamentoya Kurdistanê biryarday ku li gor sîstema Kota bo mînorîteyên herêma Kurdistanê, turkmen, aşûrî, siryanî û ermen an, kursiyan di parlamentoya Kurdistanê destnîşan bikin, li gor wê sîstemê kursiyek ji ermenan ra hat terxan kirin. Bi vê miasebetê civata niştimaniya ermenan li Fransayê û diyaspora ermanî li fransayê bu germî pêşwazî li vê biryara parlamentoya Kurdistanê kir û Armînag Abrahmiyan endamê civata niştimaniya ermanan di nameyêkê de ku pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê kiriye sipasiyên gelê ermen pêşkeşê serokatiya parlamentoya Kurdistanê dike. Abrahmiyan di anmeya xwe de ya ku ji serokê parlamentoya Kurdistanê re şandiye dibêje ku ev bûyera dîrokî, di dema îro de wê yekê diyar dike ka çend hesta dadperweriyê li cem neteweya kurd û serokên wê heye. Şans ji ermanan re hate dan da ku beşdariyê di mokimkirina sîstema Kurdistanê de bikin. K.R.G
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.