Ramyarî

Çîroka mirina Çağlar üsteğmen

k.zana · 15.09.2007 · 2 dîtin

Serleşkerê tirk Çağlar Cambaz ji malbatekî hejar bû. Bavê wî Hayrettin hosteyê avakirina avahiya bû. Emeletî dikir. Çağlarî dixwest bixwîne û qedera xwe a feqîrtiyê bide guhertin. Wî xwend û piştî dibistana şer, di artêşa Tirkiyê de bû serleşker. Bi peyva tirka pêşî bû "teğmen" û paşê jî ew kirin "üsteğmen".Li Gevera Hakariyê, cihê Yeşiltaşê dest bi wezîfeya xwe a nû kir...Wî bi xwe re ferhengeka tirkî-kurdî digerand. Dixwest têkiliyê bi xelkê re deyne û wan fêm bike. Têkiliyên wî roj bi roj bi xelkê re baştir dibû û fêrbûna peyvên kurdî pêşve diçû...Lê Çağlarî polîtîka artêşa Tirkiyê jibîra kiribû ku, serfermandar, wezîr û wezîfedarên mezin yên dewletê zarokên xwe naşînin Kurdistanê. Bi piranî zarokên tirka yên hejar û zarokên kurdan dişînin leşkeriya li Kurdistanê. Wan li Kurdistanê dikin qûrbana siyaseta qirêj a dewletê.Rêberên wan, serfermandarên tirk yên li Kurdistanê gelek caran mîna hêzên mafyayî, terorîstî û qatilan kar dikin. Ew ji nasyonalîstên ultra pêk tên û qatilê bi sedan kesên kurd in. Gelek gundên kurdan bi destê wan bûne kavil. Xelk hatiye şelandin û sirgonkirin.Berê êrîşa şervanên kurda gelek caran li serfermandarê wisan zalim, hov û neteweperest e.Roja 7 ê tebaxê mirina malxirap li deriyê Çağlarî xistibû. Wî bi teqîna mayînekî can dabû. Xebera reş gihiştibû mala bavê wî...Xeyredîn serî tevandî û bi hêstiran li cendekê lawê yê ciwan dinêrî. Dikir qêrînî: "Ma şehadet tenê qedera me feqîran e? Çima li vê dewletê birçîbûn jî paya me ye û şehadet jî?! Ez mafê xwe yê bavîtiyê li gelê tirk helal nakim. Ez mafê xwe li miletekî wisan bê helwest û bê hîs helal nakim! Çima şehadet tenê qedera me hejaran e? Lawekî min din hebe, ez qet wî nadim artêşê. Baweriya min bi artêşê nayê. Dewlet 50 sal in ku heremê îhmal dike. Lawê min dixwest kurdî fêr bibe û têkiliyê bi xelkê re deyne...Rast e, hetanî kesên mîna Hayrettîn Cambaz li Tirkiyê zêde nebin û dengê nerazîbûna xwe negihêjînin dewletê, li dijî kirinên artêşê çalakiyan nekin, ev sîstema xwînrêj û qirêj dê jiyana xwe berdewam bike û serê gelek kesên mîna Çağlarî bixwe (Zarathustra News).

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.