Ramyarî

Çi Karê Peşmergeyan Li Bexdayê Heye?

R.Rodaro · 09.01.2007 · 2 dîtin

  Ev çend meh in di rageyandina Kurd û cîhanê de li ser şandina Peşmergeyên Kurdistanê ji bo Bexdayê tête axivtin û nivîsandin..Pêş çend mehan Serokê Parlemana İraqê ev mijar li ser parastina endamên parlemana İraqê anibû rojevê....Di van rojên dawîyê de rojnameya Newyork Times’ê dîsan ev babet anî rojêvê û qala şandina Peşmergeyan ji bo Bexdayê bi sedema “bêçekkirina milîsan, nehîştina terorê û rawestina şerê navxweyî û htd”... Li gor nûçeya Reutersê Samî El Askerî, rawejkarê Serwezîrê İraqê Nurî Malikî daye xuyakirin ku “ji bo asayîş û ewlekarîya Bexdayê sê liwa ji Herêma Kurdistanê û Başûrê İraqê tên ji bo Bexdayê”......Her çiqas berdevkê Wezîrê Bergirî ê İraqê ev nûçe derew derxist, lê Wezîrê Karûbarên Peşmergeyên Kurdistanê di çavpêketina xwe a li gel rojnameya Xebatê de tiştekî din dibêje... Omer Osman Îbrahîm, Wezîrê Peşmergeyên Kurdistanê wisa dibêje: “ Piştî ruxandina rejîma Sedamê dîktator, leşkerê nû li İraqê hate damêzrandin.. Vê artêşê sê lîwa li Herêma Kurdistanê pêkanî ku wexta xwe hinek ji wan Peşmergebûn.. Piranîya efserên wê jî di akademîya leşkerî de xwandin û xwedanê ezmûn in.. Niha jî ev lîwayên navbirî ji hemû alîyan ve li ser Wezîrê Bergirî ê İraqa Federal in... Fermana hereketa wan li gor Destûrê di destê wan da ye ku ji bo her şûnek be dikarin bişînin. Ji ber ku peywendî bi wan ve heye.. Di derheqa Peşpergeyên Kurdistanê de jî ew ji bo tu deverekê hereket nekirine û qet bernameyek wisa jî di rojevê de nîne”...Di vê çavpêketinê de jî dîyar dibe ku ew her sê lîwayên leşkerî ên li ser Wezîrê Bergirî ê İraqa Federal in, hertim dikarin biçin!!!!Gelo çi berjewendîyên Kurdan di şandina Peşmergeyan ji bo Bexdayê de heye? Ev çar sal in desthilatê Sedamî û rejîma Beh’sî li Bexdayê nemaye...Her çiqas rejîma Sedamî hate ruxandin, hukumetên nû hatin damêzrandin, hilbijartin hatin kirin, Destûr bi rêya referandumê hate pesindkirin, Sedam hate girtin û dardakirin, şerê navxweyî li İraqê her zêdebû, kûrbû û derfeta pêkvejiyana pêkhatîyên İraqê nema.... Şerê navxweyî ê di navbera Erebên Sine û Şîe her dirêj bû..Hemû pispor û sîyasetmedarên Emerîkî û cîhanî bi awayekî ciddî li ser rewşa İraqê û pêşeroja wê radiwestin û ji xwe dipirsin ku gelo kîjan İraq baş e a yekgirtî an a parçekirî li ser sê herêman?Hemû dujmin û neyarên Kurdan, hêzên kevneperest û statukoperest hewl didin li İraqê desthilatekî wekî caran, desthilatekî navendî li İraqê avabikin..Ji bo vê yekê jî asayîş û ewlekarîya Bexdayê gellek giring e û gava yekem e ji bo cihbicihkirina vê projeyê...Pispor û sîyasetmedarên din jî xwedanê wê bîr û bawerîyê ne ku, damêzrandina İraqê di destpêkê de li ser hîmekî nerast û xelet bû.... Ew hemû girûgirif û Şer û komkûjîyên di nav van 80 salên dawîyê de li İraqê hatin holê encama vê yekê bûn... Piştî ruxandina Sedamî her sê pêkhatîyên İraqê, ango Kurdan, Şîeyan û Sineyan de facto dewletên xwe ên serbixwe avakirin... Pêwîst e em vê rastîyê nasbikin û li gor vê yekê gavan bavêjin.. Geşbûn û kûrbûna şêrê navxweyî li İraqê, hevîyên Kurdên welatparêz û Kurdevîn ji bo dewleteka serbixwe a Kurdan bilinddike.. Nemana desthilatekî navendî û xurt li Bexdayê di berjewendîyên Kurdan de ye.. Ev çend sal in rejîma Sedamî nemaye, desthilatê navendî holê hatiye rakirin, lê Erebên nijadperest hewl didin her sîyaseta caran li ser Kurdan bimeşînin...Di derheqa Kerkûkê de, di derhaqa deverên hêj jî dagirkirî de sîyaseta Sedamî tê meşandin... Heke îro wekî caran Ereb bi çekên kîmyewî û bi operasyonên Enfalên ve nayên li ser Kurdistanê, sedema vê yekê demokratbûn û azadîxwazbûna wan nîne, lawazbûna wan e.... Gellek ji berpirsên Ereban bi awayekî eşkere jî ev yeka hanê anî zimên...Hêj jî Ereb hebûna Peşmergeyan, desthilatê Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser neft û ava Kurdistanê qebûl nakin.. Ew hewl didin desthilatê navendî di ser me de ferzbikin..Ji ber vê yekê jî pêwîst nîne û qet jî di berjewendîya Kurdan de nîne ku desthilata merkezî avabibe, xurtbibe û Bexda aram bibe..DYE bi 140 hezar leşkerê xwe ve nikare serkeve.. Ji ber ku dost û dujmin tevlihevbûne û şerekî navxweyî heye..Niha bi kîjan navî ve dibe bila bibe, pêwîste qet Kurdekî ji bo şerê Ereban neşînin Bexdayê..Pêwîst e ku Kurdên bi Wezîrê Karûbarên Peşmergeyan ên Herêma Kurdistanê ve an jî ên Wezîrê Bergirîya İraqê ve girêdayî ne li Kurdistanê û ji bo parastina wê bimînin.. Ev sê û çar sal in, li Kerkûkê û Musilê hezaran Kurd bûn qurbanîyên terora Ereban.. Dehan hezaran Kurdan cîh û warên bav û bapîrên xwe li Musilê û deverên din ên dagirkirî hîştin û revîn hatin Duhokê, Hewlêrê û Silemanîyê...Pêwîst e Peşmergeyên Kurdistanê ji bo van deverên navbirî li jorê bên rêkirin.. Divê Peşmergeyên Kurdistanê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkên kurdkûj û xwînmêj bên cîhbicîhkirin...Di dawîyê de ez wekî prensîp ne li dijî şandina Peşmergeyan ji bo Bexdayê û welatekî din im... Ez li dijî wê yekê me ku, em bi destê xwe desthilatekî navendî li Bexdayê bi xwîna Peşmergeyan avabikin, ku sibê li ser me de çekên kîmyewî bibarîne...Hukumeta Kurdistanê, Serokê Kurdistanê an jî Parlemana Kurdistanê dikarin biryara şandina Peşmergeyan ji bo Bexdayê bigirin û wan bişînin... Lê bê şert û merc û bê garantîyên nivîskî û morkirî ji bo Kurdistanê ev yeka hanê nabe..Şandina Peşmergeyan ji bo Bexdayê rasterast peywendî li gel Emerîkayê û stratêjîya wê a nû li İraqê heye...Pêwîst e desthilatdarên Kurdistanê li gel Emerîkîyan û hevpeymanên xwe bi awayekî ciddî li ser Kurdistanê, pêşeroja wê, parastin û aramîya wê, li ser Kerkûkê û deverên din ên dagirkirî biaxivin û garantîyên nivîskî bixwazin.Hinek kes dikarin bibêjin li İraqê Destûr heye, Emerîka nikare garantîyên wisa bide.. Ev yeka hanê ne rast e..Li Emerîkayê kes Destûra İraqê nasnake... Raporta Baker û Hamilton ji bo vê yekê nimûneyeke gellek baş e..Bê garantîyên nivîskî û morkirî ji alîyên DYE ve, pêwîst e Kurd şandina Peşmergeyan ji bo Bexdayê refuz bikin û ne bin beşek ji şerên navxweyî ên Ereban.. 10.01.2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.