ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
rrodaro · 07.11.2005 · 2 dîtin
Îro min gotara Murad Ciwan a li ser „Char Stûn“an an jî „Ji Sultan Selaheddînê Eyubbî heta Mîr Celadet Bedirxan“ xwand.Murad di gotara xwe de xanîyê Kurdan ango Kurdistanê li ser char Stûnan ava dike. Ew jî ji Sultan Selaheddînê Eyubbî destpêdike, Sherefxanê Bedlîsî û Ahmedê Xanî digire û bi Mîr Celadet Bedirxan ve digihîje aso xwe û xanî temam dibe..Heke mirov ev char kesên navbirî wekî her char stûn û rast jî bibîne, gelo mirov dikare xanîyê Kurdan bi vî awayî, li ser van her char stûnên navbirî avabike?Li ser vê mijarê mirov dikare hem bêje „erê“ hem jî „na“... Mirov dikare heta dereceyekê bibêje“erê“, wê dema mirov li ser Bakurê Kurdistanê bifikire...Lê wê dema mirov bi gishtî li ser Kurdistanê bifikire, ev char stûnên Muradî, têra Kurdistana rengîn nake... Ji ber ku, di gotara Murêd de Kurdên jêrê ango Kurdên Bashûr û Rojhelat nînin..Ji bo nimûne Hacî Qadrî Koyî dibêje: Ez mîratgirê Ahmedê Xanî me... Pishtî Xanî ez yekem kesim ala Kurdayetîyê bilind dike ... Bi kurt û kurmancî Hacî Qadrî dibêje: Heke Xanî stûnek be, ez ê duyemîn im.. Ew xwe jî mamosteyê zarokên Bedirxanîyan bû... Wisa tê bîra min ku, Mîr Celadet jî shagirtê Hacî bû..Emê Pîremerd chawa bikin? Ew sedan rewshenbîrên Bashûr û Rojhilatê Kurdistanê chawa bikin? Ew kesên sîyasî û rewshenbîrî ên ku hîmên ev destkeftên Bashûr avêtin chawa bikin?Na ev char stûn ji bo Kurdistanê gellek kêm in... Heke em xanîyê xwe ango Kurdistana xwe tenê li ser wan avabikin, emê rastîya Kurdistanê dûr bikevin.. Em dikarin li dijî helwêstê ne rast û ne dirust ê Ferhad Shakelî derbikevin, Mîr Celadet xwedan derkevin( Pêwîstîya Mîr ji parastina me jî nîne, lê....)... Lê pêwîste em rastîya Bashûr û Rojhilat jî bibînin û chend stûnan jî li wir bibînin.. Heke em wekî Ferhad bikin û li Bashûr tishtekî nebînin, xeterîyeke gellek mezin e ji bo doza rewa a gelê Kurd..Pêwîst nîne Kurdistanê li ser 4 char stûnan avabikin... Niha kes jî xanîyan li ser char stûnan ava nake... Xanîyê me jî gellek mezin e, rengîn e û wekî gulistanê ye.. Sedan rewshenbîrên Kurd ji bo chand û dîroka Kurdistanê têkoshane û jiyana xwe ji bo wê dane. Ji ber wê jî pêwiste stûnên me jî zêde bin û bi xwe jî zêde ne...rodaro@arcor.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.