Ramyarî

Cendirmên Tirk destdirêjî dikin li ser devera Zaxoyê..

EVRO · 10.10.2005 · 2 dîtin

Cendirmên Tirk destdirêjî dikin li ser devera Zaxoyê..

  Hêzên cendirmen Tirk, li ser axa Kurdistanê, remî li xwedanên kargehên Heso û Xîz li ser rubara Hêzil li gundê Qerewela kir. Di egera vê gullebarankirinê de ku li pishtî nîvroya roja 06.10 hate kirin, xwedanê Kargehê Ahmed Hesen Îsmaîl bi granî birîndar bû.Qurbanîyê vê destdirêjîya cendirman Ahmed e, ku ji mirinê filitî li nexweshxaneya hawarhatinê a Duhokê ji bo „Evro“ got: Efserek di gel wan cendirman bû û min zanî gulleyek bi nav milên min ket û ez ketim. Efser û cendirme hatin li ba min û gazî hevalên min kirin, ku bên kelexê min bibin û di wê hizrê de bûn ku ez mirime. Ev cara yekê nîne, ku cendirmên Tirk xwedanên van kargehan li gundê Qerewela remî dikin. Berî niha jî hevwelatî Ezîz Gulî birîndar kiribûn.. Bi gor gotina Ahmedî jî berî cend salan li heman gundî jinekek ji gulleyên cendirman shehîd bûye.Tirkîye van zêdegavyan li ser sînorên Herêmê û rehetîya xelkê deverê dike, daku deverê bikêshete di bersivdan û sherî de û bahaneyan ji bo hatina leshkerê xwe cêbike.Pêtvîye li ser Hukumeta Kurdistanê û Hukumeta Iraqê, rê li van destdirêjîyên cendirmên tirk bigirin.Rojnameya EvroW: Aso

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.