Ramyarî

Çend Têbînî Li Ser Hilbijartinên Başurê Kurdistan

Rojhat Badikî · 28.04.2009 · 2 dîtin

Propaxan' da destpêka hilbirjartinên Başurê Kurdistan, tirs u hov dike dile Mirov. Ev çend hefteye kû hemu rojnama u tv' yê Başurê Kurdistan dişopînim, gengeşeyê li ser hilbijartinan gohdarî dikim, li alîyek dilêmin kêfxweşe u alîyek dilêmin jî xemgîne. Hê roja hilbijartinan ji alîyê berêz serokê herêma Kurdistan, Berêz Mesud Barzanî nehatîye pejirandin, lê propaxanda u ajîtasyon ji alîyê qelemşorên PDK u YNK destpêkirîye. Van Hilbijartinan, çika ji bo Başurê Kurdistan giringe ewqasa ji bo  Bakur, Rojhilat u ji bo Başurê-Rojava jî girînge. Serhildana 91 u têkçuna rejima Saddam, bibu hêvî u asoyek mezin ji bo hemu gelê Kurd. Lê mixabin, tecruba 18 sal, nebu tecrubeyek baş ji bo deshilatdarên Başurê Kurdistan.  li gorî Bawerîya min, edî dem hatîye kû rastîye Başurê Kurdistan bikolên. Bêdeng mayîn ne li berjewendîyên gelê Kurde. Ên bêdeng bimînên an ji bivên destedarên, deshilatdarên Başurê Kurdistan; li ber dîrokê rureş dibin.Li şerê birakujî kû ji bo deshilat u ji bo gûmrika Xelil-Îbrahîm destpêkiribu,5000 hezar xortên Kurd bun qurban u dehan xort heta niha bê ser u berên. Partî u Yekîtî berên xwe nedan rojava, berê xwe dan dewletên İmarat, berê xwe dan şêxên İmarat u ketîn ser rêçka wan. Dan u stendinên bi dewletên dagirker, li dijî berjewendîyên Kurd bu.  Li gel hukumeta Baxda siyasetek çewt u xelet meşandin. Bernameyek bi rêk u pêk nemeşandin, li Baxda ketin derdê dirav ( pere) u makam u post. Hukumetên Baxda, zaafên Partî u Yekîti baş bikaranî. Serokkomarê İraq Mam Celal li Baxda dewrekî pir xerap leyîst li dijî berjewendîyên gelê Kurd, Berêz Serokê Herêma Kurdistan her axaft, gef xwar lê di praktikîda hîç gavek nehavêt. Deshilatdarên Bexda roj bi roj destkeftîyên gelê Kurd kêm dikin.Ev buyer, dilê xelkê me ê Başurê Kurdistan geş dike, ji bo vî qelemşor u idelogên Partî Yekîtî, bi nehek êrîş didin ser berêz Nowşîrvan Mustafa. Xelkê me ê Başurê Kurdistan van qelemfiroşa baş nazdike. Çika êrîşên erzan bidin ser Berêz Nowşîrvan ewqasa rumeta Berêz Nowşirvan di nav xelk bilind dibe.Demê Guhertina sistema xanedan hatîye.....YNK-PDK bi sîyaseta fîftî-fîftî gund u Bajarên Kurdistan parvekirin. Hemu varê jîyanê kontrol u manipûle kirin. Bertîl u nehekî bu jîyana rojane. Partî u Yekîtî, 18 sale li cîhê welatek demokrat u azad avabikin,ketin derdên avakirina welatek xanedan ....Pêştî 18 sal deshialata Kurd, niha gel bêzarên ji destê YNK u PDK, lê niha hevîyek geş avadibe lê Başurê Kurdistan. Qelemşor u idelogê Partî Yekitî, dixazên ev hevîyê bişkênin. Dixwazên xanedana xwe bidomînên, lê rapirsê raya giştî tiştek zelal dike kû, li Başurê Kurdistan lîsta Nowşirvan Mustafa, Li Suleymani lista  yekeme u ji hemu listeya pirtir deng distîne. Li Hewlêr u Li Duhok hê rapirs nehatîye çêkirin, lê lêkolînerên giştê di vê bawerîyêdane, kû Lista Nowşîrvan-lista GORAN, jİ Lista hawbeşa Parti u yekitî kêmtir dengê xelkê nastîne.  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.