Ramyarî

Çend Têbînî Li Ser Bîranînên Nowşîrvan Mustafa

Rojhat Badikî · 17.05.2009 · 3 dîtin

Li Başurê Kurdistan, germa hilbijartinan destpêkir. Li gorî bîr u bawerîya rayadar u lêkolîneran, hilbijartinên parlamento, ev car ewê bi aramî derbas nebe.  Hilbijartinên parlamentoya Başurê Kurdistan, ji pêşeroj u çarenusa xelkê Kurdistan u ji bo Kurdistan pir girînge. Ji ber vî, li başurê Kurdistan gengeşe, şer u şorê hilbijartinan zu destpêkir. Alîkarê beşdervanên hilbijartinên parlamentoya Kurdistan hevdu bi tavanbarî u sucdarî rexne dikin, ev rexne, şer u şor bi taybetî di nav alîkarên Lîsta Kurdistan ( Lista YNK u PDK) u Lîsta Goran ( Lîsta Nowşîrvan Mustafa ) derbas dibe. Alîkarên u hevalbendên Lîsta Kurdistan bi taybetî hêrîş u rexneyên tund tînên ser şexsê Nowşîrvan Mustafa. Hinek kes, Nowşîrvan Mustafa, Endezyarê şerê nawxo-şerê birakûjî sucdar dikin u hêrîşên req u tund tînên. Pêş çend hefte, berpirsyarê ragîhandina navendî a PDK, Sero Qadîr, li gotarek xwe da, Nowşîrvan Mustafa bi berpiryarê endezyarê ( Mimar) şerê birakûjî bi nav kir u got: Ger Nowşirvan Mustafa, li Hilbijartinên giştî serkeftên bi destbîne, ewê me bive demê şerê birakujî. Hemu deskeftên başurê Kurdistan ji dest biçe, ji bo vî pêwîste Xelkê Kurdistan deng nedin Nowşîrvan Mustafa.  Sero Qadir bixwe kadroyekî Hizbi Şui Irak-Kurdistan ( Partiya Komûnîsta İraq-Kurdistan)bu, ji Partîya Komûnist qetîya hat nav PDK u bu berbirsyarê ragihandina PDK. Berî çend meh, li Başurê Kurdistan hinek rewşenbîr, bi îdîaya kû Sero Qadir xelkê Kurdistan bi seg-kuçik nav kiribu, Sero Qadir dabun dadge. Nawşirvan Mustafa xwedanê deshilat u hêz nîne, ev bi fikir u ramanên xwe rexne dike. Pêwîste helvalbendên PDK u YNK rexne li bîr u bawerîya vî, rexne li proje u bernamên Nowşirvan Musfata bikin, nek hêriş bînên ser şexsîyeta vî.  Pêştî sucdarkirina Nowşîrvan Mustafa bi endazyarîya şerê birakûjî, Nowşirvan Mustafa bi navê ‘’Xewn ya Moteke’’ li ser şerê Birakûjî sekinî u bersîvan da.  Noşirwan Mustafa, Rewşenbîre, Dîroknase, Nivîskare, Siyasetmedar u Pêşmergeye. Li xebat u têkoşana Başurê Kurdistan’ da rolekîyê dirokîye heye. Rola Nowşîrvan di doza Kurdistan, ji Mam Celal u Kek Mesud kêmtir  nîne. Bîranînên Berêz Nowşîrvan, li Malpera Sbeiy 3 beş hate weşandin u paşê hate seknandin. Niha li ser wan bîranînên Berêz Nowşirvan rexne u gengeşe hene. Lê hinek rewşenbîrên Bakurê Kurdistan bê ji bo çi u çima Nowşirvan ev bîranînên xwe weşand, rexne li  Nowşirvan digrin. Min her sê beşa jî xwend, birastî ji bo min balkeş bu u ez bixwe şahîdê hinek buyera me kû li başurê Kurdistan ruda. Ez bixwe li dijî weşana ev bîranîna nînim. Pêwîste dirako me bi zelalî were meydanê. Raste li hinek demên taybetî hene, pêwiste mirov van taybetmendîyê bide berçawan. Wek dema niha kû Başurû Kurdistan li pêvajoya hilbijatinên giştî derbas dibe. Li ez dubare dikim pêwîste dirokame u rudawên kû derbasbune bê zelalkirin. Li şerê birakûjî ê başurê Kurdistan bi hezaran xortên hêja bun kurban, heta niha bi sedan xort bê seruşunên. Dayêkên kezeb şewêtî zarêkên xwe digerên ne Mam Celal ne Kak Mesud bersîva wan dide. Bi Kurtî, Ez pirsyar dikim! Kî berpirsyarê şerê birakujî ye? Ji bo çi şerê birakûjî derket?   Dîyare kû sedemê kû em serneketine, yek ji van jî şerê birakûjîye. Ê başê emê çawa şopa kirêj ê birakujî ji holê rakin.....? 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.