Ramyarî

Çend rixne

rrodaro · 07.10.2005 · 2 dîtin

  Xwandewanên Delal û Kurdevîn,Rojbaş,Pêş çend rojan,Mêlîk Firat çavpêketinek ligel Malpera Rizgarî çêkiribû.. Di wê hevdîtinê de li ser gellek mijaran rawestîyabû û gellek tişt jî gotibû...Bîr û rayên birêz Firat rast an nerastbin jî gellek kes jê nerazîbûn...Yek jî ji wan nerazîbûna di derheqa gotinên M. Firat, ên li ser Peyama Kurd de ji alîyê berpirsê PDK a bakur birêz Hemze ve hat...Dîyar e birêz Hemze gellek aciz bûbû û basa xebat û xîzmeta M. Firatî ji bo dewleta Tirk dike... Kurt Kurmancî birêz Hemze ji bo Firat dibêje: te xizmeta dewleta Tirk kir, biçe li mala xwe û devê xwe bigire û mafê te ê rixnekirinê nîne... Min wisa ev yeka hanê fêmkir, dibe armanca Hemzeyî jî ev nebe.. Dîsan em hinekê ve yekê roletifîze bikin encam ev e: Kê di destpêka jiyana xwe de çi parast, bila li ser bîr û bawerîyê xwe bimîne.. Ji ber ku em Kurd in !!! Em li ser soz û pêymanê xwe dimînin û di ser me de qet guherîn çênabin..Ji ber ku em beton Kurd in... Eşîret, malbat, partî, bîr û bawerîyê me pêwîst e wekî destpêka jiyana me bimîne. Pêywendîyên kê ligel dewleta Tirk hebe, pêwîste li ser şopa xwe berdewam ke... Heke bê li nav rêzên me pêwîste bêdeng bimîne..Endamên partî û komelên me jî pêwîst e di nav rêzên grubên xwe de bimînin.. Kurt û kurmancî herkes di cîyê de bimîne û herkes di dinyaya xwe a piçûk de bimîne!!!!Çend roj pêş niha nivîskarê Newroz Comê birêz M. Mufît, gotarek li ser Mam Celal û dewra wî di tevgera azadîya Kurdistanê de nivîsîbû.. Her Kurdek dikare bi gor dilê xwe Mam Celal û rolê wî binirxîne... Lê M. Mufît, Şoreşa Mezin a Îlonê(1961) wekî şoreş hesap nake.. Ji ber ku, şoreşê şikestin xwarîye..Min gellekî ji xwe pirsî gelo ev bîr û boçûyîn rast e?Yekser bersiva min “NA” bû.. Di dinyayê de sedan şoreşan şikestin xwarin, lê ew şoreş ji alîyê dîroknasan û civaknasan ve her bi şoreş tên navkirin.. M. Mufît jî ji tevgera çep tê, baş dizane ku, Şoreşa Rusî a 1905’an jî çikestin xwar, herkesê ew şoreş, wekî şoreşek dinirxand. Wê dema em bên li ser Şoreşa Îlonê û vê şoreşê bi çavekî objektîf binirxînin, rastîya wê wekî rojê derdikeve holê. Ji ber ku, Şoreşa Mezin a îlonê vêjîna netewa Kurd û Kurdayetîyê bû... Şoreşa here dirêj a Kurdan bû.. Vê şoreşê di demek wisa de destpêkir ku, netewa Kurd li pêş metirsîyeka mezin, a hebûn û nebûnê de bû.. Şoreşa îlonê kargerîyek gellek mezin li ser Kurdên her çar parçên Kurdistanê kir û hesta wan a netewî bilindkir.. Hemû hizb û kesên sîyasî, ên Kurdistanê, çep û rast pêkve berhemên Şoreşa Îlonê bûn..Birêz M. Mufit gotara xwe li ser Mam Celalî nıvîsîye û Mam Celal çendîn car li pêş rageyandinê gotiye: “Em hemû berhemên Şoreşa îlonê ne”.....

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.