ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ali Avþar · 20.01.2007 · 2 dîtin
Berî çend rojan ez çûbûm mala hevalekî, ku min gelek salan ew nedîtibû. Piştî merheba û xoş û bêşê zarokekî navbera şeş-heft salî hate cem me. Berî ku ez jê bipirsim hevalê min got „ev jî Rohatê me ye“. Min jî destê xwe dirêjî wî kir got „ navê min jî Elî ye, ez hevalê bavê te me“. Lê ji wî tu deng derneket. Ji ber ku bersiva min nedabû, min xwast bi wî henekê xwe bikim û min got „ Rohatko te zimanê xwe xwarîye? Ezê jî niha te bixwum“ û min ew maç kir hilgirt ser milên xwe. Berî Rohat bersiva min bide, hevalê min î ku sî sal e di nav tevgera netewî da kar û xebat kiriye bi min ra got: Ew Kurdî nizane. Paşê jî Rohatê delal bersiva min da. „ben kurtçe bîlmîyorum.” Piştî nan xwarinê, zarok çûn oda xwe a raketinê, min jî bi hevalê xwe ra li ser vê babetê sohbetekî dirêj kir. Her tiştê ku min ji hevalê xwe ra got, hevalê min qebul kir û bi biryar e, heta ji destê wî tê wê zimanê Kurdî bi zarokê xwe ra bipeyîve. Êdî hevalê min bi Rohatê delal ra bi Kurdî dipeyive, napeyive nizanim. Lê tiştê ez dizanim ew e, ku Rohat ne bi tenê ye. Bi hezaran, belkî bi sed hezaran Rohatên me hene.Ev rewşa zarokên me tim û tim bala min kişandîye û heta ji destê min hatiye min ev mijar anîye holê û bi herkesî ra li ser axaftiye. Pirs ev e, gelo miletekî ku bi zarokê xwe ra bi zimanê xwe nepeyive, wê çawa xwedî li çanda xwe, dîroka xwe, edebîyata xwe, bi kurtî wê çawa taybetmendîyên xwe yên “miletî, gelî, netewî” biparêze? Hema bi hesabekî gelek hêsan. Ev zarokê ku navê wan bi Kurdî ne zarokên welatparêzan in. Gava pêşeroja miletekî zarokên wî miletî bin û ew milet jî bi zarokên xwe ra bi zimanê xwe nepeyive, çawa ew zarokna dibin pêşeroja wî miletî? An jî dibin pêşerojekî çawa ji bo wî miletî? Qezenca bi dehan salan têkoşîn, qezenca welatparêzên Kurd ku bi keda xwe, canê xwe, xwîna xwe û bi hemû heyîyên xwe tevgerîn û tevdigerin çi ye? Ev rewşa zarokên me tim gotineke pêşîyên me anîye bîra min. Çiqas pir xweş, rind û delal gotin e; KURMÊ DARÊ JI DARÊ NEBE DAR NARIZE.Ji ew kesên ku pest, zilm û polîtîkayên esîmîlasyonê ê dagirkerên Tirk dikin bahane jî ra çend gotinên min hene. Berî her tiştî rewş, ne rewşa berî bîst salan e. Êdî îmkanên Kurdan jî hene ku li hemberî vê esîmîlasyonê biserkevin. Êdî medyayek bi Kurdî heye. Herçiqas gelek kêmasîyên xwe hebin jî, bi telewîzyon, radyo, rojname, kovar û malperên înternetê gelek îmkan hene ku em zimanê xwe fêr bibin, pêsta bibin, fêrî zarokên xwe bikin û bi zimanê xwe va bijîn. Kurdên delal û welatparêz, qe li hêncetan megerin ev îmkan heye. Kêmasîyên ku heyîn jî bi xebatek yekgirtî ji ortê tên rakirin. Ji bo Kurdên ku li dervayî welat dijînLi welatên ku hûn lê dijîn îmkan hene, ku hûn zimanê xwe bikar bînin, pêşta bibin û fêrî zarokên xwe jî bikin. Ger hûn bi hevra tevbigerin, îmkana ku hûn li dibistanan zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin jî heye. Dewleta dagirker bi hezaran kilometre ji we dûr e û qedexeyî û cezayê wan jî nagihîje we. Welatên ku hûn lê dijîn, ne welatên ku yek ziman, yek îdeolojî, yek netew, yek bawerîyê diparêzin e. Piranîya van welatan pluralîzmê,pir dengî û pir rengîyê diparêzin û îmkanan didin kêmnetew û çandên cuda ku bijîn, wenda nebin. Ger hûn vê nekin, îro sibe gava hûn ji zarokên xwe ra jî dîsa çîroka esîmîlasyona dagirkerên Tirk bêjin, dibe ku zarokên we ji we bipirsin “Ma li Ewropa jî qanûnên dewleta dagirker derbaz dibûn?”Ez bi xwe nizanim çend hezar Rohatên me hene. Lê ne hindik, pir in. Wekî hûn jî dizanin hejmar belkî jî bi sedhezaran e. Çiqas pir bin, em ewqas kêm dibin, ewqas esîmile dibin, ewqas kole dibin, ewqas ji Kurdbûna xwe dûrdikevin, ewqas alîkarîya polîtîkayên esîmîlasyona dewleta dagirker dikin, ewqas bêrêzîye li hember şehîdên Kurdistanê ku me navê wan daye zarokên xwe û divê ewqas em ji welatparêzîya xwe şerm bikin. Ji bo azadîya xwe, ji bo jîyanek bi rûmet, ji bo serketina li hemberî dagirkeran, ji bo kar û xebata ku we bi salan kirî, ji bo ku miletê me carekî dîn êş û zilman nebîne, ji bo xatirê xwîna şehîdên azadiya Kurd û Kurdistanê, ji bo xatirê dê bavan, ji bo gund û bajarê xwe, ji bo xatirê kilam û stran, çîrok û siîrên bi zimanê Kurdî, bo xatirê evînên bi zimanê Kurdî û Mem û Zînê û bo xatirê keseyatîya xwe bi xwe bi zarokên xwe ra Kurdî bipeyîvin, qise bikin, biştexilin, deng bikin, biaxivin, galgalê bikin û vî zimanî bi kar bînin.19.01.07Alî Avşar
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.