Ramyarî

Çavdêrên Biyanî: Komisyona Bilind a Hilbijartinan Ne Serbixwe Bû

Azîz Mehmud · 28.07.2009 · 2 dîtin

Çavdêrên Biyanî: Komisyona Bilind a Hilbijartinan Ne Serbixwe Bû

Silêmanî – Di kongreyeke çapemeniyê de ku li Otêla Silêmanî Palas hat sazkirin, 6 çavdêrên saziyên navdewletî û biyanî nerîn û têbîniyên xwe yên li ser proseya hilbijartinên Herêma Kurdistan’ê bo çapemenî û raya giştî ragehand. Doh êvarê roja dûşembê, di kongreyeke çapemeniyê de ku li Silêmanî Palas hat sazkirin, 6 çavdêrên saziyên navdewletî û biyanî û Partiya Kesk a Swêd, Rêxirawê KANGA û Komeleya Sosyal Demoqrat a Kurdî amade bûn. Van çavdêr û nûnerên han serdana nêzîkî 100 binkeyên hilbijartinê kiribûn û li ser proseya hilbijartin û binpêkirinan nerîn û rayên wan ên cuda hebûn. Nûnerê Partiya Kesk a Swêdê di proseya hilbijartinan de Cebar Emîn, amaje bi wê yekê da ku; ‘’Ji bo demoqrasiya li Kurdistan’ê fêdeya vê proseyê hebû û gelek hevwelatî beşdar bûn ku rêjeya wê digha nêzîkî ji sedî 80î. Herwiha bûna çend alternatîfên aktîf ku bûbûn berendam û deng jî bidest anîn, li gel rêdan bi amadebûna çavdêrên navdewletî û rêxistina proseyê.’’ Cebar Emîn got: ‘’Li ser proseya hilbijartinan me raporek amade kir û şand Parlamenê Swêd, Partiya Kesk a Swêdê û Parlamenê Ewrûpa.’’ Navbirî behsa wê yekê kir ku di roja dengdana taybet û roja hilbijartinên giştî de jî li ser proseyê çend têbiniyên wan hebûne û heta demjimêr 4ê nîvro hilbijartin bi awayekî baş birêve çûn; ‘’Lê piştî hingî me bi xwe dîtiye û rapor ji me re hatin ku sextekarî û binpêkirin çêbûne.’’ Emîn wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Hinek binpêkirin me bi çavê xwê dîtin. Wek mînak li Hewlêr’ê me dît hinek kes dû caran deng didin. Herwiha navê hinekan her nebû yan nehatibû lê belê dîsan deng didan.’’ Her di heman kongreya çapemeniyê de Endamê Şaredariya Stockholm’ê Rêbwar Hesen, nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Hem di propagandeya hilbijartinê de û hem di proseya hilbijartinê de kêmasî pir bûn. Divabû amadekariyeke baştir bê kirin û dihat kirin. Herwiha di nav salona dengdanê de me berpirsên navçe û rêxirawên hizbî didîtin, evna jî wek desttêwerdana proseya hilbijartinan tê hesab kirin.’’ Di berdewamiya berdewamiya axaftina xwe de Rêbwar Hesen got: ‘’Min serdana 5 binkeyan kir, yek ji têbiniyên min ew bû gencan piştî demjimêr 4 berê xwe didan binkeyên dengdanê û me yek ji wan gencan dît ji dêlva kesekî din ve deng da. Roja 23ê mehê jî di dengdana taybet de li binkeyekî navê 179 kesan nebû û deng dane. Herwiha jimareyek kes temenê wan nedigha 18 sal lê deng dane.’’ Ji aliyekî din ve ji Komeleya Sosyal Demoqrat ên Kurd Hîwa Kardoyî ku çavdêriya hilbijartinan kiribû, wiha axifî: ‘’Li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê me serdana 25 binkeyan kir. Bi awayekî giştî proseya hilbijartinê pozîtîf bû û heta astekî serkeftî bû. Li hemû cihekî bi germî pêşwaziya me kirin, di çûnûhatina me de kes nebû rêgir û ji bo proseyê Komisyona Bilind a Hilbijartinan amadekariyeke baş kiribû. Herwiha di warê ewlekarî de amadekariyeke baş hatiye kirin.’’ Rêveberê Rêxirawê KANGA Ednan Şasiwar jî nerîn û têbîniyên xwe wiha rêz kirin: ‘’Yek ji wan têbîniyên me ku heye mixabin Komisyona Bilind a Hilbijartinan ne serbixwe bû û bo proseyê amadekariyên baş nekirine her ji destpêkê ve heta dawî. Dirêjkirina demjimêrekê bo dawîhatina dengdanê bû sedema têkdana proseyê ku tu behaneyek nebû û awayê peywendîkirina bi navendan ve jî dişibya planeke pêş wext.’’ Şasiwar amaje bi wê yekê jî da; ‘’Navê jimareyeke zêde ya hevwelatiyên dengder nebû û ev jî bo hevwelatiyan pirsgirêk bû. Yên ku prose jî birêve dibirin, wek pêwist bersiva hevwelatiyan nedidan lewra hevwelatî diçûn û deng nedidan. Emê guşarê bixin ser komisyonê û berê xwe bidin Neteweyên Yekgirtî û Parlamenê Ewrûpa bo rayeke giştî dirust bikin da ew tişt neqewimin.’’  Çavdêrên biyanî li ser wê yekê hevra bûn ku binpêkirin ne hewqasî mezin bûn proseya hilbijartinê lekedar bike û bandorê li encaman bike. Lê belê gotin: ‘’Binpêkirin li hîç cih û welatekî nehatine qebûl kirin û divê kar bo nehiştina wan bê kirin.’’Rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.