Ramyarî

carna Isota tüj jî miro xelas dikê, Her weha di bêjin îsot ji \

Bavé Nujin · 22.05.2006 · 2 dîtin

carna Isota tüj jî miro xelas dikê, Her weha di bêjin îsot ji \

Ji zalatanêre dermane!...Tirsa Se Masiyê Deryayê!Di dema Herba Koreyê de pishtî sherekî deryayê, yê giran çend keshtî binav bûbûn û bi sedan leshker ji se masiyan re bûbûne êm. li ser gotina rojekê ji roja,Leshkerekî Amerikî, yekî Koreyî û yekî Kurd her sê bi hev re li ber xwe didan ku xwe ji Derya yê xilas bikin, Lê pishtî demekê se masiyekî tu dibe hût e, rastî wan hatiye.Se masî Berê yê Amerikî girt, xwest wî bi xwe an wî daqülpinê!.Yê Amerikî pêshî xwast ku se masî bitirsîne, û waha got: —Ez ji Amerikî me, Teknîka me pir xurt e; fûzeyên me, botên me yên binê behrê hene. Ku tu min bixwê, wî çaxê ewê hevalên min koka we di binê Deryayêde biqelînin!Lê Se masî qet guh neda fort û zirtên Amerikî di cihde se Masî  got lûûûp û ew avêt devê xwe ew daqülpand. Pishtî yê Amerikî xwar, îcar berê xwe da yê Koreyî, got:—Weleh min têr nexwar, ez mecbûr im ku te jî bixwim.Yê Koreyî jî xwast wekî yê Amerikî se Masî  bitirsîne, û ji Masîre got: —Meyze bike ez ne bêxwedî me! Dewletên wekî Rûsya û Çînê bi hemû teknîk û leshkerên xwe li pishta min in. Heger ku tu min bixwî, ev her du dewlet dê li te û li hemû koka te werin xezebê, ewê yekî ji we sax nehêlin!Se masî guh neda van fortên Koreyî jî , ew jî ji xwer kire yek gep. Îcar dor hatibû yê Kurd. Lê yê Kurd tu qewetek ku pê segmasiyê bitirsîne li pey xwe nedît. Ku bigota ez leshkerê Tirk im û Tirkiye li pishta min e jî pere nedikir. Ma pishta ku Amerika, Rûsya û Çînê pere nekir dê Tirkiyayê bi çi hêza xwe karibûya segmasî bitirsanda? Gava segmasî dît kü yê Kurd tishtekî nabêjê, wî bi xwe jê pirsî, got:—Tu ji kîjan neteweye yî?—Ez Kurd im.—Bash e, tu ji kîjan bajarî yî?—Ez ji bajarê Rihayê mê.Gava ku got ez ji bajarê Rihayê me, segmasiyê got: —Ji kerema xwe were li pishta min siwar be. Yê Kurd li pishta xwe kir û ji behrê derxist. Kurdê belengazê Xwedê ew tisht meraq kir û got:—Heyran, erê te ez xelaskirim, Xwedê mala te ava bikê, Lê min fêm nekir, çima te xwarin lê tu min nexwê? û berdewakir ê Kürd got xwedê gieavî, Yê min wekî wan tu hêzeke mezin jî li pishta min nîne ku tu ji min bitirsihê! Niha bêje ji bo çi ti mi naxwe û te ez azad kirim, ti di xwazê  min xelas bi kê?Segmasiyê got:—Çend rojan berê hevalekî min yekî Rihayî xwar, malneket ew hemü Îsota tüj bü, ji   gava do wî ew xwerî hata roja niha agir bi qûna rebeno ketiye, ne bi shev û ne bi roj qet nikare bisekine, bare bar û Qîre Qîre wî ye. Ma ez dîn bûme ku ez te bixwim, felaketa hatiye serê wî, rebenî ez jî rabim bînim serê xwe jî ma ez dîhnim qey?   slav û rêzBavê Nüjîn

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.