ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 04.03.2009 · 2 dîtin
Ew demeke kû li Kurdistan u li devleta dagirker a Tirkîye, germa Hilbijartinên Herêmî destpêkirîye. Li hemu varî, bi taybetî dewleta dagirker dixwaze bi AKP Bajarvanîya Amed Paytaxta Kurdistan ji destê Kurda! derxe u ji bo raya giştî a navnetevî bide nîşandan ku van pirsgirika Kurd' a çareserkirîye. Devleta dagirker divan hilbijartinanda bi planek rêk u pêk hatîye meydanê. Xwezî u Armancên devleta Tirk a dagirker pir fireye, dixwaze di van hilbijartinan serbikeve bi temamî nebe jî, dixwaze piranîye Bajarvanîyên Kurdistan bidest bixe. Devletên dagirker Tirkîye-Îran baş dizanin u Doza Kurdistan, bîye dozek navnetevî, guhertinên navnetevî edî nikare tesîrek negatîf li Doza Kurdistan u mafê netevî ê xelkê Kurdistan bixe. Bi Têkoşîn u xebata xelkê me ê çar perçê Kurdistan, mafên me yên netevî gihîştîye qada herî bilind. Ger, ji ev dem şunda, paşva gav were havêtin, ev ne kêmasîye navnetevîye kêmasîya serkirde u rêkxistinên Kurdistanîye. Gotinekî pêşîya heye ku dibêjin ’’ Av disekine dijmin nasekine’’ ev gotin ji bo pêvajoya kû em têda derbas dibin mînakekî pir balkêşe. Îro em dibînên her sê devletên dagirker mil didin hev u destên xwe dirêjî Maliki dikin kû deskeftên xelkê Kurdistan tirpan bikin. Niha li her çarçar perçê Kurdistan ji bo binpêkirina deskeftên xelkê Kurdistan, devleta Tirkiye serkeşî dike. Tirkiye, sala 2003 li dijî Emerika ket xeletîyek mezin, xwest Emerike tengav bike li beramber Kurda. Paşê Tirkiye siyaset u politikên xwe guhert dev ji zirta berda u bi siyasetek nerm u zîrekane li hember Emerika u Deshilatdarên Başurê Kurdistan meşand. Emerika Tirkiye baş nasdike, lê ê Tirkîye nasnake em Kurdê rebenên. A rastî, ê devleta Tirk nasnake an jî, ji bo berjewendîyên xwe taybetî çavên xwe digrin serkirdên Kurdin. Demê pêşketina doza Kurd u Kurdistan, serkirdên Kurd bune maşikên devletên dagirker u ji bo doza Kurdistan bune asteng. Mixabin Îro jî dîrok dubare dibe. Serkirdên Kurd rolek xerab dileyzîn, xebat u qurbanîyên xwe jibîr kirine ketina tirsa parastina deshilatên xwe… Devleta dagirker a Tirk îro li başurê Kurdistan u li Bakurê Kurdistan planên mezin li dijî deskeft u berjewendîyên Kurd dimeşîne. Devleta Tirk, van erk u armancên xwe bi sê rêya, bi cîh dike:
didome.....
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.