ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 09.03.2009 · 2 dîtin
Devleta dagirker a Tirk îro li başurê Kurdistan u li Bakurê Kurdistan planên mezin li dijî deskeft u berjewendîyên Kurd dimeşîne. Devleta Tirk, van erk u armancên xwe bi sê rêya, bi cîh dike: Bi riya AKP+Fetullah GulenBi riya pênus firoşanBi riya DTP, YNK , PDK….hwdHemu partîyên dagirker li Kurdistan sernekeftin. Bi salan CHP ve AP li Kurdistan vek nunerê devleta dagirker li Kurdistan li nav xelkê me xebat u çelakîyên xwe domand. Lê van herdu partî u partîyên din wek kû devleta Tirk dixwest, nikaribu polîtîkayên dagirkerî li çar alîyên Kurdistan, bi serkeftî encam bidin. Egerên serneketina politîkayên devleta Tirk, ji ber xebat u têkoşana xortên welatparêz u şoreşgerên Kurdistanî bu. Xortên welatparêz u şoreşger, ji bo bilindbuna hest u ramanên netewî, bi şev u roj; mal bi mal, kuçe bi kuçe,li gund u bajaran bi hemu derfetên xebat meşandin. u serkeftî bun. Hest u ramanên Kurd u Kurdistanî roj bi roj wek ewrên tije li ser Kurdistan bilind bu. Ev bu xovek u ket dilê dijmin. Ji ber van egeran, devleta Tirk, ji bo şikestin u têkçuna bîr u bawerîye Kurd-Kurdistanî, plan u nexşeyê nu da pêşİya xwe.Serneketina partîyên dagirker ê Demokrat!, Liberal!, Xelkçî!....hwd, Devleta Tirk neçarkir kû carek din partî u komel'in olî ( İslamî) li Kurdistan bike ger. Ji bo wî Erbakan tasfîye kir u rê li R.Tayyip Erdoğan u Fettulah Gülen vekir. Recep Tayyip Erdoğan AKP, Fettulah Gülen bi riya Komel li Kurdistan dest bi xebat kirin. Li Kurdistan valahîkî mezin hebu. Xebat u şerên bi salan domand negihîşt tu encamek. Hevî şikîye u birçîbun dest pêkir.Xelkê Kurd, bi salan ji bo azadî serxwebuna Kurdistan zikê xwe gûvaşt, bawerî u hevî hebu. U ev hemu hevî bawerî ji nişkava şikîya. Ev çend salên vê davîyê zelal bu kû, ev şerê ji alîyê PKK dihat meşandin, ne şerê azadî serxwbuna Kurdistan bu, şerê talan u virankirina Kurdistan u rê vekirin li Dagirkeran u cahşên vî bun. Her bi çi egera dibe bila bibe mirovên ê Kurd ger li nav AKP u Komelên Fetullah Gulen cîh bigre Cahşe. Ew kesên Kurd bi AKP u bi Komel'ın Fettulah Gulen ra xebat bikin bi zimanek zelal cahş u xwe firoşe.Ew çi bêjin bila bêjin, rol u xebatên wan wek cahşên Saddamîn, ji bona berjewendîyÊn xwe ê taybetî wek Ocalan di xizmeta dijminên xelkê Kurd, di xizmeta devleta Tirk' da dişxulên.Fettullah Gülen ne bi tenê ji bo Bakurê Kurdistan, belkî ji bo Başurê Kurdistan jî xeterek herî mezine. Lê mixabin serkirde u reberên Başurê Kurdistan derfetê kû Ji bo Fettulah Gulen bikartîne, ji bo pêşketina Kurmancî u Zazakî yek kuruşek bikar naynin.Ji bo dewleta dagirker, carek din dagirkerî Li Kurdistan, asîmilasyon li nav xelkê Kurdistan, Tirkbun u Tirkîyetî Li Kurdistan bike rojevê li du alîya kar dike. Alîyek di varê siyasi-Politik AKP li alîyê humanizm u çand-kultur aborîda Fettulah Gulen u cemeatên vî. Niha Rewşa tewgere Kurdistan konaxek pir nazîk u zirar derbas dibe. Asteng u tirsên pir mezin li pêşîye xelkê Bakurê Kurdistan sekinîye. Ger devleta Tirk bi riya AKP serbikeve; Hilbijartinên bajarvanî derfetek mezin dide ji bo devleta Tirk kû mesaj bide raya giştîya navnetevî,bêje me Lİ Tirkiye pirsgirika Kurda çareser kiriye u xelke Kurd li gel devlete tirke, encamên ev hilbijartinan jî vîya bi zelalî nîşan dide.Gelo em karin rê li devlete Tirk, AKP, Fettulah Gulen bigrin? Ev derfetên me heye? Mixabin bersîva van pirsên sereke, negetîfe! Tewgera rizgarxwazê Kurdistan perçe perçeye, yekîtî u hevalbendi têkçîye, rojev ti alîye dijmên tê li darxistin u em jî vê rojevê dişopînên, şîrove dikin. Em nikarên ji devleta tirk serbixwo rojev nîşankin u li gor rojeva xwe, xebat u çelekîyên xwe bimeşînên.Her çika mewluda îro li paytaxtê Kurdistan Amedê bi Kurdî hat xwendinê jî, xeterîye li pêşîye doza Kurdistan çıka mezine dide nişandan. li mewluda Îkra-der, bi hezaran mirovên hêjar beşdar bun, kû van hezaran duhîn ji serxwebuna Kurdistên sîngên xwe didan ber fîşekên devleta dagirker a Tirk, xwe feda dikirin. Dê mewludê da alên dijminên Kurd u Kurdistan hat bilindkirin.....rojhatbadiki@hotmail.comdidome
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.