ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Haci · 31.10.2006 · 2 dîtin
SILÊMANÎ, 29/10 2006 — Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî di hevpeyvîneka digel rojnameya erebî El-Heyatê de dibêje bi şertê ko Kerkûk di herêma Kurdistanê de be ew ji hemî rêyên çareserkirina problema Kerkûkê re amade ne û dikarin encamên referanduma 2007-ê paş ve bidin. Celal Talebanî di heman hevpeyvînê de dibêje Partiya Karkerên Kurdistanê jî soza rawestandina şerî û fesixkirina PKK-ê daye wan. Celal Talebanî di heqê çareserkirina problema Kerkûkê de wiha dibêje: — Min nimûneya Brukselê pêşniyar kir û min mafê îdareya lokal li Kerkûkê xist ber tirkmenan eger ew qebûl bikin bikevin nav herêma Kurdistana Îraqê ko îdareyên lokal wekî Brukselê di nav herêma Kurdistanê de hebin. — Min li ser pênasnameya bajarî bêtir ji carekê gotiye ko ez her statîstîkeka resmî ya dîrokî ya ji serdema osmaniyan û heta niha qebûl dikim, heta statîstîka ko arîkarê Mistefa Kemal Ataturkî, Îsmet Înonoyî ji bo çareserkirina pirsa wîlayeta Mûsilê biribû kongreya Lozanê, yan her nexşeyeka din ya resmî ji ber ko ew hemî mafê kurdan di Kerkûkê de berçav dikin. Celal Talebanî li ser awayê çareserkirina pirsgirêka PKK-ê jî weha dibêje: — Me rêya destjêberdana sîlehan û rawestandina şerî yan derketinê ji axa Îraqê xiste ber wan. Wan rawestandina şerî qebûl kir. Wan herweha jî soz da ko ew dest ji çekan berdin û partiya xwe hilbiweşînin eger Tirkiye amnestiyekê (efûyekê) ji wan re derbixe û bila ew amnestî ji serkirdeyên wan negire, ko dikarin li deveyî Tirkiyeyê bimînin. Di heqê tehdîdên xwe yên li Tirkiyeyê jî Celal Talebanî dibêje: — Min çi tehdîd li Tirkiyeyê nekiriye. Gotinên min li ser maytêkirinê di karûbarên me yên navxwe de şaş hatine fehim kirin. Ez bervajî vê hertim dibêjim ko Tirkiye harîkariya me dike û di şerî de li dijî terorîstan piştgiriya me dike. Ez piştgiriya hikûmeta Recep Tayyib Erdoganî dikim çimkî ew hikûmeteka demokrat û hekîm e. Ez wekî serokê Îraqê piştgiriya wê dikim ji ber ko ew hewil dide peywendiyên xwe digel dewletên erebî û yên cîran çêtir bike û ez wekî kurdekî jî piştgiriya wê dikim ji ber ko hikûmeta niha ya Enqereyê ji hemî hikûmetan cidîtir e di çareserkirina pirsa kurdî de. — Min ji hêja Erdoganî re got ko divêt em peywendiyên xwe xurt bikin û em xwe ji pirsgirêkên ko di navbera me de nakokî li ser heye rizgar bikin û bi taybetî li ser pirsa Kerkûkê û Partiya Karkerên Kurdistanê. Hindî Kerkûk e, ew referanduma ko dê li sala bêt tê de bihêt kirin nahêt paşxistin çinkî wextê wê di destûrê de hatiye diyar û destnîşan kirin, lê bicihanîna encamên referandumê dikarin bên paş xistin. cavkanî: NefelAmedekar Azad
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.