ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mamed deriki · 03.03.2007 · 2 dîtin
BÛYERA ŞÊXAN Û KURD!Di çanda gellê Kurd de, ger mîrovek; jin an mêr, kû xwe bavî jê sitarîya (iltîcakirin) mîrovan an xwe bawîje sitarîya eşîran, ew mîrov an ew eşîr li wan kesan xwedî derdikeve û starîyê li wan dike! Ji bav û kalan, ji bapîr û dapîran me wîsa bihîstîye û em wanî zanin.Lê mixabîn, bûyerek li Şêxan dibe!Jinek misliman, jiber lêdan a mêrê xwe direve, dehere ser rêyekê û destê xwe li erebakê radike. Di vê erebê de du ciwan hene, lê dema kû ev jin hawarî wan dike, ew jî disekinin û vê jine li erebe ya xwe siwardikin û dibin nav eşîrê û staryê li vê jinê dikin (?)Li gor hin rojneme yan jî; vê jinê xwe sipartibû hêzên ewlekarîyên Kurdistan a federal; Ji ber kû ev hêzên ewlekarîyê hin jî wan êzîd bûne, mêrê vê jinikê û eşîra wan êrişî mal a van xortên êzîd û êrîşî gundên êzidaya kirine. Heta êrîşî Laleş jî dikin ( Di êzîdityê de Cîhê herî Pîroz) û dişewitînin û derûdora mala mîrê êzîdiyan Tehsîn Beg digrin û erebeya wî jî dişewitînin. Bi vî awayî bûyer çend roja berdewam dike.Û mixabîn, serê vê jinikê jê dikin! (?)Yanî bi kurtasî vana terorê dikin! Me digot ev teror a wahşî karê Saddame, ê Elkaîde ye, ê Hîzbûlla ye, ê wek dewleta Tirkaye ye... Lê belê vana terorê li ser gellê dina dikin.Em jî terora li ser hevdû dikin!Bi rastî mîrov lê şaş dimîne hîn hovîtî li welatê me Kurda berdewame!!Ev hovîtî ya jî, bi taybetî kû mijara olî ( dînî ) be xwe derdixe pêş. Gotinek pêşyên me heye, dibêje kû: “ Bê xwedê dibe,lê bê xwedî nabe” Pêşya belaseba ev gotin negotîye. Ka mîrov bifikire kû mîrov ji dayika xwe re dibe ola mîrov heye an na? Kû mîrov di gihîne 14-15 salî ya xwe, mîrov li dayik û bavê xwe dinêre, li cîranê xwe dinêre û li hevalê xwe dinêre û bandora wan li ser mîrov dimîne. anjî şekl û şemala dîn, hêdî hêdî di mejîyê mîrov de cîh digre.Cihê perwerde yê jî di ola mîrovan de xwedî taybetîyeke gîrînge.Mîrov, karîn îroj Misliman be, mehek din bi hirîstîyan be, şeş mehêdin mûsewî be û deh salê din jî tew bibe qominîst, an jî bi ateist be.Lê mîrov, îroj Kurd be, (an netewekî din), mîrov sibê jî Kurd e û heta mirinê jî wê Kurd be.Yanî di nav xwîna mîrovde nîjadî heye, lê olî tuneye!Nîjadî genetîke, olî jî kînetîke: bi daxwazî ya mîrov,gena mîrov nayê guherîn. Lê ola mîrov bi daxwazîya mîrov tê guherîn!Xwîna me Kurda jî yeke, em Kurdin, heta mirinê jî emê Kurd bin. Ka werin em ola xwe li ser axa Kurdîstanê, lê Kurdistanek azad, bi azadî bijîn.Bila ev cûre ol ji me re bibe dewlemendî, bila ji me re bi çand be, bi huner be, bila bi evîna me be. Lê belê bila nebe neyartî ya nava gelê me. Û bila “Her kes li ser dînê xwe be” Dînê mîrov kîjan dîn be bila be, ji mîrov re zerara xwe tuneye û ji tu kesî re jî tuneye. Ger xwîna mîrov xerabûyî be, wê çi were serê mîrov? An jî ji kêre bêjî (pîç) tê gotin? Ji kesê kû gen a wan ne dîyar re tê gotin ne wilo?Gen a me dîyare, Em Kurdin. Lê me hina ola xwe guherîye û em: Mislimanin, em Êzidin, em Hiristîyanin, em Mûsewînin em Suryanın, em keldanın, em Qominîstin, em Sosyalîstin û em ateîstin....Azadî ya me bin pê ye, em di bin zulm û zorêdenin, pêwîsta kû em ji bona azadîya welatê xwe û a gellê xwe şer bikin.heta serfîrazyê!Dema kû em bi serketin wê demê her kesê ola xwe bi dilê xwe û bi azadî bike. Em mecbûrî hevin û em mecbûrin bi hev re bijîn. 28/02/2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.