ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 03.05.2007 · 2 dîtin
Ev demeka dur u dirêje li ser Kurdên Êzdî bi destên dagirkeran leyîstikek tê leyîstin. Erk u Armancên leyîstikên hêzên dagirker u cahşên van ronîye u weşartî nîne. Demê cî bi cîkirina benda 140, çika nêzik dibe fend u futê dijminê Kurd u Kurdistan zêde dibe. Devletên dagirker u nîjadperestên Ereb, ji bo fetisandin u têkçuna hikumeta herêma Kurdistan u destkeftîyên vî, hemu derfetên xwe bikar tînên. Ji bo van derfeta, ji bo têkçuna deskeftên xelkê Kurdistanîyan; du xelekên qels ji alîyê dewletên dagirker tên bi karhanîn. 1. piştgirîya cahş u xwefiroşan, 2. bikarhanîna qertê Ol ( Din ). Encamên du buyeran, ji bo min balkeş manîdar bu. Di van du buyerên diltezîn da ku jinek u keçek bê tawan ( bê suc ) bi hovane hatin kuştin. Reaksîyana rêkxiravê jinan u civaka me, ji bo min, bi rastî pir balkeş bu. Piştî her du buyer, zext u êrişên li ser Kurdên Êzdi, dirutîya me eşkere kir. Me plan u leyîstikên dagirkeran ji bîr kir, eşkere bu ku her du buyer ji alîyê dijminê xelkê Kurd hatibu plankirin. Filma Viedo, Kuştina keça Êzdî ji alîyê cahşek tê kişandin. U pêştî buyer li hemu cîha belavdike u nushayek jî islamê tundrewê Ereban dişîne. Leyîstik u plan eşkereye; Kurdê Êzdî u Kurdê Musulman bihevbidin qirkirin, fitne u fesadî biken nav Kurda. Di her du buyera da, du jin yek musluman yek keçek Êzdî ji alîyê, malbata wan bi hovane tên kuştin. Pêş van buyeran ji Suleymanîye bigre heta Zaxo, nêzîkê 600 jinên Müslüman ên Kurd ya xwe şewêtandin yan jî ji alîyên malbatên wan hatin kuştin. Li mixabin reaksîyonên mezin li dijî xwe kuştin, şewêtandin, kuştin nehate nîşandan. Çend dengê lawaz derket u hat temirandin. Lê kuştina keça Kurd a Êzdî Xatu Dua wek bi dirutîyek mezin hat geşkirin. Çîye egerê ev dirutî, çima helwestek yeksanî li dijî kuştina jin u keçên Kurdên Êzdî u Musluman ne yeke. Ev çende hefteye ji çar alîyê Başurê Kurdistanê, bi fîtna devletin dagirker u serkêşîye çahş u Partî - rêkxiravên Îslamî, êrîşên hovane tînen ser Kurdên Êzdî. Ez niha difikirim gelo! her du berêzan, berêz Serok Komarê Iraq Mam Celal u Berêz serokê Kurdistan Kak Mesud, li dijî van êrîşên hovane nemirovane helwestên Kurdewarî nanîna ziman mey çi bikira li dijî qetliama birayên me Êzdîya...? Ji bo wan helwestê baş u Kurdewarî spas dikim li gor bawerîya min nebese. Pewîste, herdu serkirde ê Başurê Kurdistan, Hikumeta herêma Kurdistan, wek Kerkuk, Xaneqîn u deverên din, giringî bidên devera Şêxan, Şengal. Li alîyê xizmetguzarî da ji bo van devera projeyên wan ên taybet hebin. Rewşenbîrên me bê dengên em bê deng u bê helwestên! Dîyare ku planên dagirkeran u dijminê xelkê Kurd, gav gav ber bi pêşve diçe. Li gor rayadarên resmî u hukmî, nebayna 8 hezar u 12 hezar Kurdên Êzdî li devera Şêxan, Şengal, Beadrê....hwd, ji Kurdistanê derketine berev Suriye u Urdinê çune. Suriye, Urdên, Devletên kendawi, Suudi Erebistan, Turkiye ji bo Kurdên Êzdî dev ji Kurdistanê berdên herên Ewrupa bangawazî dikin u alikarî didin. Armancên dewletên dagirker u şovenîstên Ereb hêjmara Kurda li devera Musul, Şêxan, Şengal kêmbikin, demê deng dana ji bo benda 140, ev deveran li ser Iraq bimîne. Van deverên xaka Kurdistan, ji kurdistan biqetînên u bidin ser Iraq. Lê em çi dikin!Dujminên Xelkê Kurdistan, li dijî yekîtîya xelkê Kurd ola İslamîyetê bikar tînên. Muslumanên Kurd dibijin Xatu Dua, demê Xortê Ereb hêzkirîye bîye Musluman, Êzdîya Keçek Musluman kuştîye. Li vêderê tiştek eşkere ron dibe ku a giring rola sereke, ne kuştina Xatu Dua’ ye, a giring kuştina Muslumane. Ji bo vî, El Kaida fetva Kuştina Êzdîya derdixe u kuştina Kurdên Êzdi helal dike. Me çi zu ji bîr ku, çend meh pêş, ji bo kuştina Kurdên Musluman ji fetva derketibu u mele u şêxên Ereba ji bona serjêkirina Kurda fetva derxistibun u xelat jî 100 Dolar bu. Ger ên xwepêşandan amade dikin, ji bo çi kuştina 22 karkerên Êzdîyên Kurd, bê suc, bê gunah tavanbar nakin? Ji bo Çi çend hefte berê Jinek Musluman ji alîyê malbata vî hate kuştin, şermezar nekirin, li diji ev buyera hovane xwepêşandan amade nekirin. Em hevdu nexapînên, bingehên van buyera ol( din ) u dagirkerîye. Demê devletên dagirker li dijî xelkê kurd u Kurdistan qetlîam dikirin, rêhberên van Ayeta ‘’Enfal’’ bu. Ji demê Hz Omer heta Saddam Huseyin, bi milyonan Kurd di bin ala islamiyeti da qir bun, talan bun, koçeber bun. Eve rastîya me u islamiyet. Bila kes xwe nexapîne. Pêwîste em rastîya xwe u İslamiyetê bizanin, bila em rastîya dîroka xwe bizanin. Çawa Rewşenbîr u xelkê Evrupa, li ser rastîya xwe Hiristiyani lêkolin kirin u gihîştin rastîyê, pêwîste em jî li ser rastîye xwe İslamîyeti bisekinin, lekolîn bikin rastîye bînin ziman, kî ola İslamiyetê hêldibijêre bila hêlbijêre, azade. Ji bo bîr u bawerîya wan hurmet u rêza me jî hebe. Pêwîste Li Kurdistan hemu xelkê Kurdistan azad bijî u bi azadî bîr u raya xwe bimeşîne u ola xwe hêlbijêre. Lê ez li Kurdistan, bi hemu derfetê xwe li diji zagona şeriatê me, Li destura herêma Kurdistan, benda 7, ku dibêje şerçawayê hemu destur u kanun, İslamiyete u İslamiyet ola resmi a xelkê Kurdistane. Ez li dijî benda hefta me u pêvîste ev bend ji zagona Kurdistan derkeve, nabe ola dewlata Kurdistan hebe. Pêwîste dewleta Kurdistan ji bo hemu ola yeksan be u nabe derfetên xwe ji olek bikar bine. Ez her du buyerên devera Şexan şermezar dikim u dirutîya parti u rêkxiravên İslamiyên Kurdistanê protesto dikim. Yeksenî ji bo hemu olan u bi taybeti ji bo Ezdayetî. Ez hevîdarim desthilatdarên Başurê Kurdistan helwestên xwe yê adîlane berdewam bikin u rê nedin tundutijî li dijî birayên me Êzdî. Pêwîste em Kurd, çi Ezdî, Musulman, Alevî, Şebek, Feylî, Elî-İlahî, Ehlî-hek, Hiristiyan...hwd yek bigrin. Yekîtiya me serkeftina meye, ji hevda çuyun şikestina meye.. Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.