ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmedê Gûlîstanê · 11.03.2006 · 2 dîtin
Civîn, agahî, tirs û derewên ji Enkarê!Komplo Teorîyên ji Rojnameyên Stenbolê.Helhelane û kuştina Sê-çar Polisê Batmanê û Zabîtên Wanê. Diroka buyera Şemzinan diroka Kurdistanê ye. Şemzinan di bin Sinorê Sêsînor de palda ye. Lawên Şemzînan di dirokê de her ji bo rizgarîya welatê xwe li pê ya bûne. Di rojên dijwar de xwe û kurdewarîya xwe parastîne. Dema ku dengek li parçeyên Kurdistanek dîtir, ango ji rojhilat û jî ji başur derdide, li bakûr berî her cîhî Şemzînan pê dihese. Daku Şemzînan weke danûstendina aborî û çandî aîdî kişan parçeyê kurdistanêye ev jî nedîyarê, lê diyare ku Şemzînan aidî kurdistanêye û kurdewar e. Çi fêl û fêlbazî dijî gelê kurd bên kirin jî ev her li gel ya xwene. Daku ev bi dileki safî kurdewar in. Weke kurd dijîn û kurdistanîn e. Di vê bûyera 9 Çirîyapaşin a 2005î de jî bi safîtîya xwe diji çalekîya dagirkerê terorist reaksîyonek nişandan û ev li ser çalakîya qirêj ya terorist bi dest xistin. Wan bes terorist li ser çalakîyê negirtîbûn, tevî wan narincok, çek, planbelgeyê çalekîyan, listeya dê wan kurdperwerên ku bikujin û hwd. gelek belge jî bi dest xistin. Ev belge ev qasî dîyarî dabû ku ev endamên JİTEMê yê sereke ne. Paş we bûyêrê dest û pê li teroristên dewleta tirk lerzîyan. Plan û projeya dewleta hovane bi navhev ket. Îmdat ji bawermend û sazimankarên xwe Mehmet Ağar û Orgeneral Yaşar Büyükanıt xwestin; ku bila kes qarşî wan nebe. Serekê Teroristan Orgeneralê Tirk, komutanê hêza reş Yaşar Büyükanıt kete dewrê û bi aşkereyî li wan endamên xwe yên aşkere terorist weke ji Alî Kayayî gotibû; “ Ez wi lawikî baş nasdikim. Ev Leşkerekî baş e. Me bi hevre li Başûrê Îraqê, hember teroristan şer kirîbû. Ev zarokekî başe û tiştekî xirab nake.” Bi vî avayî bû kefîlê wî û lê xwedî derketîbû. Paş van agahîyan Ev Alî Kaya û herçarekê dîtir yên aşkere qatil hemû teroristên Tirk qasî ku ev sucê wan zelal be jî bi aşkereyî dan berdanî û azad hîştin.Paşê gelê Kurdistanê li Gewerê, Çolemergê, Şemzînanê û li gelek cîhê Kurdistanê pêşange bi darxistin. Bi taybetî pêşangeya ku ev cenazeyê şehidê kurdistanê yên ku di pêşangeyê Gewerê de ji alîyê hêzên çekdarên tirk ve ku hatîbûn kuştin û canê xwe ji dest dabûn, vê carê jî bo wan jî pêşangeyêk girsî bikar xistin û gel şunve gav neavit, di pêşangeya wan de li Colemêrgê balafirên şer yên F-16 ji ser gel ve sorti kirî bû. Lê gel mirin dabû ber çavê xwe û 300 hezar kes belav nebû. Dijî kirinên dewletê helwest girtîbû. Kiryarên dagirkeran şermezar kir. Dewleta hov nerî ku gelê wê heremê li ber wî xwe natewînî, vê carê jî hêdi hêdi sîyaseta ku gel mulahîm bike da ber xwe û mecbûr man ku wan teroristên xwe girtî bike bavêjin zindanê. Û ev terorist avitin zindanê. Wi Serokvezîrê ku roja pêşî gotîbû; “Em dev ji vî karî bernadin. Serê vî karî digêje kê û kû derê jî em dê li pêy herin. Em dê destûr ênedin ku kes li ser navê dewletê serî li rêyên bêhuquqî bixe û bi vî avayî tev biger e…” Dema ku dozgerê Wanê kete nav lêkolînan, Serokvezir Recep Tayip Erdoğan agahîya xwe ya pêşî ji bîra kirî bû û gote; “ Divê dozger û dad gor gotina gelê wê heremê helwestê negre, da ku ev di bin tesira teroristê PKKyê de ne. İfadeyê wan nayê qebûlkirin.” Generalê ku teqawit bûbû Hurşit Tolon jî ji alîyekî ve qima xwe ji bo wan teroristan dihanin û da ku dixwastin wan biparêz e; “Wan dijî çalekiyên teroristi ev bûyer bi dar xistin e! Wan bes xwe parastin e ” digot. Ji alîyên dî ve jî digot; “Ev Alî Kaya geleki jîr bû, lê we carê çawa bû ez jî tênegîhîştim. Geleki bi xeşîmî ev bûyer bi dar xistin e.” digot û serê wan tevlihevi bûbûn. Paş wan bûyeran hêdî hêdî raya tirkîyê ya beşa mafên mirovan bi lawazî be jî dijî vê bûyerê helwest girtin û dewlet şermezar kirin.Heman demê de komisyonên ku ji Yêkitîya Ewrupayê hatin jî li ser buyerê agahî kom kirin û di her firsetê de – bi taybetî jî kampanya azadiya raman û fikir ya ku ji bo Orhan Pamuk hwd. destpêkir û taqriben 30-40 rojî ber dewam kirîbû de zelal bûbu, vê germahîyê tesirekî xweş da rojnameger û nivîskarê demokrat yê cîhanê û vê salê konferansa ji bo niviskarên cihanê yên ku girtîne ya PENê da ku ji azadîya bîr û ramanê re pişgirîbin li Turkîyayê bi dar xistîbûn ev bûyer di vê dema dirêj de bi rastîya xwe cîh girt. Ev ji tesir da çar alîyê çapemenî û hukumetên cîhane. Hemûyan dijî buyerên wa helwest girtin û gotin “Ev çalakîyên teroristane ku bi destê dewletê tên bi karanîn, dibin sedema bê istiqrarîyê, divê ev bên şermezarkirin. Ku wa nebe demokratikbûna Tirkiyayê derewîn e.”Heman demê de jî parlamentoya Ewrupayê Lagendik agahîyek da; “Arteş û PKK hev û dî pir hezdikin. Daku artêş di nava gel de sedemên şerxwazîyê bi cîh bîne” got. Û ev rastîya ji raya giştî re parve kir. Her çiqas di derheqa wî de jî serî li dozê vekin jî paşê dev jê berdan. Paşê Rapora mafên mirovan ya salane ku ji alîyê wezirê derveyî ve amade bûbû ya Yekitîya Dewletên Amerîkayê belav bû û ji bo Turkîya yê dibêje; “ Li Tirkîyayê ihlalkirina mafên mirovan neqedîyaye.Hêzen dewletê yên hewlekarîyê di sala 2004î de 48 kes, di sala 2005î de 52 kes di herema mıntıqa sînorê Îraqê de kuştin e.Ev ji bo Tirkîyayê derfetên xirabin.” gotî ye.Bo ku nekarîn parîyê wayê girse daqulînin, ji kiryarê xwe yê kujerîyê dem û hinekî xwe şunve bikişînin jî, ev carê helimîne xwînê û nikarin xwe rabigrin.. Ji ser bûyera şemzinan 45 roj derbasî bû. Qatilê kurdekî û çar birindaran Asubay Tanju çawiş bi lez û bez dan berdan. Heman demê de ev kesên ku ev her çar qatîl girtîbûn yek bi yek ev Kurd girtin û avêtin zindanê. U hîn jî ev insanên bê suc girtî ne.Dijî vê tavlîhevîyê jî di raya giştî ya demokrat , rewşenbîr, parastîvanên mafê mirovan û kurdperweran de birînek mezin vekirîbû û bêhevîya wana ji bo dewletê mezin û firehtir bibû. Heman demê de li başûrê kurdistanê hilbijartin pêkhat, herdû hukumetên herêma kurdistanê biryara yekitîyê girtin. Li Îraqê şer di navbera Erebên Sunî û Şîî de gurr bû. Xwestin ku bila kurd bala xwe ji van bûyeran û bi taybetî ji bûyera Şemzinan dûr bigirin, weke sîyaseta fêlbazî de balkeşî li ser Evdile Ocalanî kombibe ev kirin “hucreyê(!)”. Her weha paşê jî ev dozname ya ku ji alîyê dozgerê Wanê Ferhat Sarıkaya ve amade bûbûn aşkere bû. Dozname Berê ku “mahkemeyê dozname hîn qebul nekirîye û nepejirandîye gihiştîye destê parezgerê sucdaran.” weke prensîb rexnekirin. Lê savci got “Min dozname daye mehkemê bes nedaye parazgeran! Kê çawa gihandîye wan ez nizanim.” Û li ser vê kirin qaleqal, ku doznamê şunve bidin kişandin.Paşê Orgeneral Yaşar Büyükanıt derket û got; “ Min canê xwe li ser vê rê fîda kiriyê . Ez parêzger ji naxwazim û xwe dikarim biparêzim!” got û bereya xwe weke orgeneralekî Tirk vekir. Deniz Baykal “Dijî Ordîya tirk darbe tê kirin” got û abuqatîya ordîyê bil ez û bez da ser milê xwe. Paşê ji muhalefeta tirk, heya çapamenîya tirk, iqtidarê û bi gişti qanûn, siyaset û qeydeyên xwe hemî ji bîr kirin û dijî dozger û doznameya ku rastîya dewleteke xwedi çete berbiçav kirîye aşkere kirî bû helwest girtin bi şêweyek yekgirtî dijûnî dozger bûn e. Nika hemû dijî doznameyê çeteyê tirk diparêzin. Mixabin heya nika xwedîyê bûyerê û rewşenbîrê kurd çi agahî nedan û li gel huquqê bi cesaret helwest negirtin e. Hêzên reşetarî disan dixwazin ku wê zelalîyê reş bikin. Kiryar û kujerîyên xwe yê hovane vêşêrin. Disan Serok Leşkerê Tirk Hilmi ÖZKÜK agahi da û nokte da ser, got: “ Kes nikare di leşkeriyê de sergirtiya artêşê dad bike. Bes ev her pênc kes dikarın biryara dadbûna sekreteryata leşkeri bide ev jî pênç orgeneral in.”Ev kêşe nûka bûye problema heysîyeta neteweyîya dewletê, ku generalê qirêj biparêze.. Bûyera Şemzînanê buyera kurdistanê ye.!Doznama dozgerê Wanê; helwesteke huquqîye û di tarixa komara tirkîyê de belko careke yekemîn e ku dozger dozgeriya xwe kirîye. Civîn, agahî û derewên ji Enkarê, ji bo Komplo Teorîyên ji Rojnameyên Stenbolê; tevlihevî û reşetarikirina ronahîyê ye. Hêlhêlana kuştina Sê-çar Polisê Batmanê û Zabîtên Wanê, bi daxwazi nebe jî weke objektîf aligirîya hêzên tarî ye û gotîna Lagendik tîne bîra min…Çawa ku hakimê teqawit yê dema “Sikiyönetimê” ku li Diyarbekirê dad dimeşandin got; “Ev dozname rastîya 20-25 salan e ku li heremê hêzên hewlekarîyê şerekî qirêj û bêqanûn bidarxistîye û meşandîye berbi çav kirîyê. Ev dem hatîyê ku êdî hakim û dozger li ser vê axê bibêjin, li dijî bêhuquqîyê huquknas û huquqxwaz jî hene! Ez dozgerê Wanê Ferhat Sarıkaya piroz dikim.” Ez jî vê rastîyê dipejirinim. Lê ev vê demê dê çibike û li wî çi bikin mereq dikim…
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.