ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 11.12.2007 · 2 dîtin
Welt ABC / ABC ya Dînyayê Xelata Dewleta Awustirya ya 2007 û Xelata „Europrix Multimedia top Talent Awards“ ya 2008, weku baştirîn projekt ya ser rupelên internetê girt.Welt ABC bi şuxulandina înternetê zmanên mezin yê dinyayê nezîkî hev dike û fêrbuna wan zmanan jîyana rojanî ya zaroka, mamoste û mezinan da asan dike. Destpêka projeyê bi sê bêjeyane, di demek kwirt da wê le ser bingeya navnetewî deng da. Naha her roj naveroka vê xebatê fireh dibe, bejeyên nu li ser rupelên înternetê bi gel wene û deng ten nasandin. Bavê vê projektê ji peytexta Awustirya Cristian Schreger e. Cristian xwe mamostê dibistana seretayîye û zanayê pedagojîya Frené ye. Bi alîkarîya mamosta Kurd Gulçin Kilic Welt ABC bi zmanê kurdîjî tê sere zman. Bi karanîna zmanê Kurdî li gel zamenên mezin yên din, bo gelê Kurd tiştekî pozîtîfe. Ew kar diwaroj da zmanên zedetirîn nezîkî hev bike û bala gelan bikşine ser xwe.Bo agadarî hun dikarin bi www.weltabc.at zêdetirîn înformasyon bigirin
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.