ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Parêzer Medenî AYHAN · 22.01.2008 · 2 dîtin
BIRÊZ SEROKWEZÎR NÊÇÎRWAN BARZANI Û SEKRETERÊ GİŞTİYÊ MECLÎS M. TARİQ ZAHWR Û WEZARETA ENFALÊ RE TEDBÎRGİRTİN Û DAMEZRANDİNA KOMİTEYÊN KU PÊKANÎNA KOMELKUJÎ YÊN LI DÎROK Û Dİ ROJÊN ME DE LI SER NETEWEYA KURDİSTAN Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara xwe ya 11 Rêbendan 1946 û jimarêy 96/1 ê de , KOMELKUJÎ ji gor dada nawneteweyî de ; tawanekî ( guneh ) nayê bexşandine û ew di nawa dewletên endamên de di bin biryarê de ku , divêt tedbîrgirtin û bête cezakirin. Di vê cherchoweyê de Neteweyên Yekbûyî li ser tedbîr û cezakirina Komelkûjîyê peymanekî li dar xist. Cezadayîn û Tedbîrên Komelkûjî , sazkirina maddeyê dûwemîn ya peymanê de Di vê peymanê de , komelkûjî : Netewehî , qewmî , irqî yan jî grûbekî dînî , bi armanca tunekirina qismek yan jî bi gishtî : a ) Kûştina endaman b ) Zarardayîna bi wan endaman ku laşî yan jî rûhî c ) Amedekariya armancên bo xirabkirina jiyanê hemî endamên ew grup yan jî hindeki wan d ) Tedbîrgirtina armancên qûtkirina çêbûnî zarokên ya ew grûbana e ) Talkirina zarokên bo grûbekî dî . '' Di vê sheklan de tête tarifkirin'' Maddeya(Xala) Sise ya di ve peymana nawneteweyî yê de : ''Komelkûjî'' Bo komelkûjî lihevhatinek veshartî , kişkirina bi awayekî eshkere , beşdarbûba komelkûjî , dexwazkirin û plankirin. ji bo hususên cezandayin hate nîşankirin. Di peymana nawneteweyiyê de cureyên komelkûjîyên ku salixdana cezayên Zagona Bingehînê berê ya Komara Tirkiye ne ji bo cezayên komelkûjî hat diyarkirin lê jimarêy 5237 di maddeya 76. ya Zagona nû de wekî peymanên komelkujî yên nawneteweyi sazkirinek aniye ku kirdariyên komelkûjî bi şeklekî cezayên bê dawî ve ji nû ve hat sazkirin. Di maddeya 77. ya kanûnê cezayê 5237ê de jî sûçên li hemberî însanan hate rêzkirin ; Brîndarkirin û Kuştina mirovek ya bi qestî , Îşkence, Zulm yan jî Kolekirin , mayîna azadiyê kesayatî , êrîşên zeyendî , istismarkirna zayendi yên zarokan , avisberdanek bizorê, bi zorê rêvekirina gandêrî jî li hemberî insaniyet wek suc hate sazkirin. Hem di peymanên nawneteweyiyê de hem jî maddeyên kanûnan de komelkûjî û suçên însaniyet ne mimkûne ku bibe batalkirina dem . Di Peymanên nawneteweyî Maddaye 8. ya pêşîgirtina komelkujiyên Neteweyên Yekbûyî de jî armanca seknandin û pêşîgirtina komelkujiyê imzakirina qebiulkirina ew peymanê de dewletek dikare serladenak beshên berpirsyar ya neteweyên Yekbûyî re bike. Sazkirina ev maddeyê ya peymanê ji derveyî huqûq û bêpîvana. Ew sazkirin di rastiyê xwe de pêşiya serledan Û darizandinê digre. Mafê gilîkirin divêt bo her însan bihêt nasîn. Herî kêm ew maf bo sazî , komel yan jî wek kesên darazî re bîhete dayîn . Belkî nenasandina Neteweyên YekbÛyî ya milletên bê dewlet krîterekî objektif ya tête fahmkirin. Lê belê pêşigirtina giliyên kesî , grûbên sazî û komeleyan û rêxistinên girseyên demokrat , diyar dike ku pêşîya dexwazê mafên rewa û dexwazê azadiyê digre û pêşîgirtinên cezadayîn û xwestinên suçên komelkujî jî digre. Ji ber ku hem pasheroj him jî îro ew milletên ku bi komelkûjî re rû bi rû man pirtirîn milletên bê dewletin yan jî xelkên bindestin. Tête zanîn ku Yahudiyan hem di çaxa pêşiyê di dema Roma û Babilan de û him jî di rojên me de li Kazakistan û Naziyên Almanyayê de komelkûjîyê re rû bi rû mane. Dema ku Yahudiyan li Almanyayê de komelkujîyê re rû bi rû man milletekî bê dewlet bûn . Di sala 1915 û dema İmparatoriya Osmaniyan de plankirin û nerîtandina Hukumeta İttihatî Terakkî Teşkilatî mahsûsa û zagonek koçerîkirin ya Sûpay Osmanî û fetvayê Sêyxûl îslamê komelkûjiya ji bilî Misilmanan de , Rûmên Pontusî , Ermaniyan , Asuriyan ( Keldanî , Suryanî , Nasturî ) Kurdên Êzîdî û Kurdên Alewî dema ku komkûjî de ew grûphanajî milletên bê dewlet bûn . Ji xeynî Ermenîstanê îro jî ew milletena bê dewletin. Milletê Kurdistan ya Kurd hem di tarixê de hem jî îro ji aliyê 4 dewletan de têt dagirkirin. Lê xalkê Kurd û milletên wekî Kurdan ji ber ku milletên bê dewletin û azadiyê wan nayê nasin digel wî mafê wan nîne ku serledana giliyên komelkûjî bo Neteweyên Yekbûyî re bikin. Ew maf û sazkirina suç di maddeyekî dî de bo pêşigirtina ew suç û mafê gilîdayîn tenê bo dewletan hate dayin û ji ber wî jî mafê gilîdayin ya milletan jî ji destê wan hate girtin. Ne mimkune ew dewletên berpirsyarana komelkujiyên ku li ser navê civat û milletan gilîyê xwe bike, siyasetên nawneteweyî girêdayiyê welatî û herêmiye û bo wê jî dewletên bê teref jî nexwestiye dewletek sucdar re dosyayek veke. Di vê rewşê de Neteweyên Yekbûyî sazkirinekî nû û divêt madddeyê 8. ê bigûhere yanî mafdayina komel , sazi û rêxistinan re jî bide ku da ku bikarin giliyên xwe bikin . Jimarêy 5237 ya qanûna cezayê ya nû de suca komelkûjî hate sazkirin û di vê çarçoweyê de ji aliyê komelkujî ve serledana dozgeriyên ya Turkiyeyê re mafên li ser vekirina dozan bi awayekî teroik hate dayin. Lê belê dewletên wek tirkiye faşist , dagirker û totolîter jî di naw maddeyên qanûnên xwe nivîsandin lê ji gor berjewendiyên ideoljiyên xwe gav diavêjin û komelkujiyê ku di wexta imparatoriya Osmaniyan ya 1915an de li hemberî kesên namiisilman re hatine chêkirin ew jî nehate qebilkirin. Derhaqa rewshenbîr û hiqûqnasên wek min ya ku behsa komelkujiya 1915an dikin li ser ew kesan doz tên vekirin û dadgehan de jî durxistina pîşêyên xwe jî dixwazin . Ji bo vê di TCKê de ( Qanûna Ceza ya Tirk ) hem ji aliyên sazkirin û hem jî pratikê de dexwaza azadiyê maf nîne. Peymana Mafên Mirovan ya Europayê de jî suca komelkûjî nehatiyê sazkirin û di vê peymanê de ew suc û hîn maddeyan ve têt sinorkirin û ji ber vî jî nirxandinek ji aliyê komelkûjî û lêkolin û biryar jî nadin. Yanî ji ber ku Peymana Mafên Mirovan ya Europa tespitkirina sucên komlelkûjî de xwe berpirsyar nabîne û tenê cihek dimîne ew jî Neteweyên Yekbûyiye . Neteweyên Yekbûyî jî tenê gilîkirana dewletan qabul dike. Giliyên kesan , grûban yan jî saziyên civata sivilan qabul nake. Tevî zanebûna me ya sazkirina hiqûqî jî imhakirina buyerên li ser navê faili meçhul û şewitandina gundan koçkirin û j bo kontrolkirina hêjmara Kurdan belavkirina sprîal û heban digel dosyayekî me dan Dadgehên Europa . Mİn dosyayekî wisa di sala 1998ê de amade kir û min bir.Nirxandina dosyayê kir lê belê li ser dosyeyê kuştinê nediyar ( faili meçhul ) nirxandineke erênî yan neyînî nehate dayin. Wan hemûyan diyare ku pêşîgiirtin û cezadayîna komelkûjiyên ve hiqûqa netewî û nawneteweyî ye girtiye.Ew dem neteweya Kurd jî wek Ermenî û Asuriyan qasîdiyên bi rêya saziyên rêxistinan re divêt li diaspora û li her welatê de bikevin tevgerê û komelkijiyên ku ji her parçeyê Kurdistanê de qewimiye bigrin rojevê xwe û parlementoyên hemî welatan de hewldana sazkirina zagonan dê bikin. Li Diasporayê de hêjmarek zêde ya Kurd hene lê bi awayekî encamgirtin nebirêxistinin. Xebat û projeyek wisa li hemî aliyê diasporayê de avakirina komiteyan û piştre jî rêxistinbûnên komel û saziyan ve xebatên bi rêya diplomasiyê re dorpeçkirina dewletên dagirkeran û pêşîgirtina komelkûjiyên nû û ji aliyêkî dîde kişandina keshêy Kurdistan bo qada nawneteweyî digel vî jî cezadayina sucan , fahmkirina mexdûriyetên me û ew jî rê dide ku çareserkirine kesheyên me tenê serxwebûniye. Di çarçewaya xebatekî wisayê de , paytextên wekî Brüksel , Paris , Berlin , Stockholm , Madrid , Strazburg , Washington , Moskova , Londra , Pekin yan jî bajar û welatên din de divêt komiteyên Cezadayin û Pêşigirtina Komelkujiyên Netewaya Kurdistan bête avakirin. Pişt re ew komîteyanha dikarin xwe bigûherinîn û bibin sendiqa û saziyan. Bo Sazkirina ew komîte û saziyan pêwîstî û alikariya partiyên her çar parçeyê Kurdistanre û bi taybetî jî Hukumeta Başûrê Kurdistanê hene. Hukumeta Başûrê Kurdistan jî saziyên nawneteweyî re ger di qada nawneteweyî de wek nimînerê Kurdan bête nasîn Hukumeta me jî komelkujiyên dîrokî û rojane ku li serê Kurdan hatiye jiyandin dikare bîne ber rojeva Neteweyên Yekbûyî û digerl hevdîtînan re dexwaza pêşîgirtina komelkûjî , cezadayîna sucdaran û ziyana mexdûran bike. Bi vê şeklê dikare bîne hole ku heta ku Kurd dewletên xwe avanekin pêşiya gefên komelkuji nayê girtin .Digel serledan û xebatekî wisa dikare keshêy Kurdistan bîne rojeva Neteweyên Yekbûyî û dinya. Ew xebat dikare alikariya keshêy siyasî ya Kurdistan bike. Di Projeyekî wisayê de bo xebat pêkanina pîvanê behskirin hem dîrok hem jî îroyê ve ger em rêzek bikin ku komelkujiyên li her çar parçayê Kurdistanê de qewimiye ji aliyê komelkujiyên Yahudî û Çermsor ( qewme amerikayî ya kevn ) re xirab û girantire. Komelkujiyên ku netewaya Kurdistan rû bi rû maye ne bo demekîye. Komelkijiyên neteweya Kurdistan her çarperçeyê de bi cîh anîn. Heta belavbûna rejimê diktatorê Saddam jî komelkijayn berdewam bûn. Îro jî xetera komelkûjî ji holê ranebû. Komelkûjiyên Kurdên ku li tirkiye , iran û suriyê cûr be cûr dewam dike. 2400 sale ku bi awayekî payîdar Komelkiujiya netewa me ya Kurdistan berdewam dike. Cûdahiya bingeha komelkûjiyên di navbera Kurdan û milletên dî ; Komelkujiyên ku li ser Kurdan hatîbûn çêkirin 2400 sale ku hêzê cur be cûr ve têt dewamkirin , û îro jî bi awayekî eşkereye di heman demê de cudahiyên pir cûre tête kirin. Bi cîh anîne komelkujiyên li ser neteweya me ji pergela avahiyê rihê wan dewletên dagirker ya totaliter jî diyar dike.Ji aliyekî dî de komelkûjîya welat û neteweyê me ; ne tenê fizikiye ( laşî ) di heman demê de komelkujiya ziman û çandi, komelkujiya demografik , komelkûjiya fikrî û bawerî , surgunkirin û xirabkirina rewşa jiyanê û komelkûjiya sirûşt û cûreyên ajalane . Ew cûreyan û Komelkûjîyê ku li ser gelê me hatiye çêkirin ger em bi awayekÎ dîrokî û rojanê binirxînin em dikarin tabloyekî hilpêrîn ya di jêr de amade bikin. Welatê me yê Kurdistan bi awayekî stratejîk li ser rêyên bazirganide ye û ji ber ku zêdebûna çavkaniyên xwe ye hem serax him jî binax ji aliyê hîn dewletan parkirina berheman û ji aliyê hîn dewletan de jî avakirina herêmekî girîng û qada şer e ji bo hîn dewletan jî zemînekî derbasbûyî bûye. Ji ber wan sedeman jî hem netew hem jî welatê Kurdistan bi êrîşan re rû bi rû man. Dewletên herî mezin ya ku li Kurdistanê de komelkûjiyan kirin Împaratoriya Asûr û Babilane. Zilmên herî mezin tinekirina herî dijwar di dema Asur Banîpalê de ye. Di dema Damezrandina İmparatoriya Kurd ya MED û digel vî tinebûna İmparatoriya Asur de ew komelkûjiyana hatine seknandin. Cejna Newrozê , di rastiyê xwe de rizgarbûn û tinekirina ew komelkujiyanê ye û Cejneke Zerdûshtiye. Berê Zayinê - 338 û - 332 ê de Bi destê Şahê Mekedon ya İskenderê Mezin , Şaristaniyê pêşkewti ya ew dema Kurdistanê de komelkûjiyan kir û ji aliyekî dî de jî dewlemendiyên Kurdistanê bo welatê xwe barkir. Piştî derkenê İslamê , îdeolojiya îslamê bo xizmetê belavbûna araban da , Hem dema Xenedaniya Abbasî him jî Xenedaniya Emewiyan de , Endamên ola Zerdushtî Û bi gotinekî dî her du baskê Zerduştî ya Sersoriya Kurd û Êzîdiyîtîya Kurd tinebûnê re rû bi rû man di vÊ çarçoweyê de beşek mezin ya Kurdan bi zorê bûn Misulman. Ketina Mongoliyan û Oguziyan ya Kurdistan jî bi awayekî komelkûji û tinekirin re bû. Piştî damezrandina İmparatoriya Osmaniyan di dema Yavus Sultan Selîmê de , destpêkirine şerê Dewleta Sefawiyên ya îranî de jî şer tenê li ser Kurdistan qewimiye. Şerên di nawbera Osmaniyan û Sefawiyan xirabbûn windahî xwînrîjandin tenê li ser Kurdistan de bûye û netewa Kurd êşên giran kişand. Bo ew her du dewlet Kurdistan tenê mereg ( barxane ) bû di heman demê de Kurdistan bo her duewlet bû ba qadê ceng û harb. Kîş alî serbikevin yan jî mexlup bibin , windahî û komelkûjî tenê li ser netewa Kurd û welatê me yê Kurdistan re bû. Li ser tinekirina Kurdên Êzîdî û Sersoran 72 sefer pêkhatiye. Di dema Yavus Sultan Selîmê de 700.000 ( heft sed hezar ) Kurd di komelkûjiyê de jiyanên xwe windakirin. Kurdistan di sala 1638ê de bi Peymana Qasrî Şîrin re di navbera İmparatoriya Osmanî û Îraniyen re bû be 2 parça. Di sala 1916 de jî dewletên emperyalist ya wê demê Fransa , înglistan û Rusya peymanekî veşarti ya bi navê Peymana Seykos Pîkosê re 4 parçe kirin. Di sala 1923ê de bi îmzakirina Peymana Emperyalist ya Lozanê jî , hevkarê İngiliz û Fransiz ên Kemalistan re dane qabulkirin û digel vî jî Kurdistan bi awayekî fermî çar ( 4 ) parçe bûye. Têt qabulkirin ku Wesfandina damezriya Dewleta tirk piştî çêbûna peymana Lozane û ew jî dûmahîya Peymana Seykes Pikote ku nêrîtandina komelkûjiyan jî piştî ew demê lezûbez dibe. Taa jêbûna balqanan ferasete Osmaniyîtî bo armanca parastina emperyalista dema feodal ê Osmaniyane û piştî îttahak û terakkiciyan jêbûna balqanan parastina xêza Îslamîyêtî dan destpêkirin. Lê belê piştî jêbûna Arabistana Suûdî İttihat^û teraqqî dev jê İslamiyêtî berdan Turkitî esas girtin. İttihat û Terakkî digel rêya Tirkitîyê bi pîvan û ferasetên faşist re dexwaza avakirina dewletek Nijadî kirin. Bİ gihiştina armancên xwe di pêvojoya şerê cihanê yekeminê de digel Osmaniyan ku di bin kontrola generalên Almanê bûn destpê kuştina xelkên namusliman kirin. İttihat û Terakkî nêvengiya Şerê Cihanê Yekemînê de sûdjêgirtina di vê rewshê û pishtgiriya Almanyayê Û bihêza dewletî , bo avakirina millêtê tirk pêwîstiya tinekirina milletên dî bi feraseta dijminiahî û bingeh berhewayê siyaseta xwe da meşandin. Lewma Avrêla sala 1915an de desthilatdariyên xwe ya li ser İmparatoriya Osmanî , îttihat û Teraqqi qanunek koçkirina pêwîstiya na misliman derxistin ( Kurdên Êzîdî, Ermaniyan , Asuriyan ( Suryani, Keldani, Nasturi ) . Şêxul İslama OsmanÎ , ji bo ew xalkên mazluman fetva xwendin ku tinebibin Û ji aliyekî dî de jî muslumanên nezanê bi vaadên cennetê hatin xapandin. Digel derketina qanûn û xwendina fetva rêxistina istixbarata îro û kontgerilla hat amadekirin û rêxistinê ya nefermî bi navê Teşkilatê Mahsusa û Supay tirkiye li hemberî xalkên namusliman destpê kamokujiyê kirin. Berê ya destpêkirina tehcirê giştî ( koçkirina bi zorê ) bendîkirina rewshenbîr û siyasetmedarên ew xelkana Û ew gencên ku dikarin şer bikin bi bahaneyên askerî re qampên xebitandin Û kuştinê de yek bi yek hatin berhewakirin.Dİgel^vî di pêş de Rumên ku li Behra Reş û herêma Egeyê , Ermeniyan û İstanbûl, Herêma Klikya ( edene û derudaor wî ) Ermeniyên ku nişte bûne di pêşde dan serhildankirin Û pişt re jî koçkirine bi zorê û destpê komelkujiyê kirin. Di şartêmercên ew rojê de herêmen ku navên Marmara , Karadeniz , Ege û Akdenizê de tinekirin û koçkirin destpêkir û heman pratîk li Bakurê Kurdistanê de ji aliyên sûpayên İmparatoriya Osmani , İttahat û Terakkî û Teşkilatê Mahsuse ve teşe girtin. Wana wekî cahşên îroyî bûye lêbelê xwefiroşên tirk, Kurd, çerkezan re sûpayekî bi navê Hamidiye Alaylariyê ew sucên neinsanî ve hatin bikaranîn. Di Dema nêzik de bi destnivîsên Talat Paşa , kesên ku ji her bajerê hatine koçkirin di rojnameyê Hurriyetê de hate weşandin. Komelkujiyê 1915 salên din de jî berdewam bû . Cemiyetî Mudafayê Hiquq Û Kuwayî Milliyeciyan, bo nijdekirina tiştên xalkê namisilman ( Rumên Pontus , Ermeniyan, Asuriyan Û Kurdên Êzîdî ) hatine damezrandin. Piştî Komelkûjiya 1915 bi awayekî rêkûpek pertalên mexdurên Komelkujiya li ser xanî û axa wan , Azerî , Terekme , dadaş, Afghan û Tirkên ku ji balkan û ji Qafqasyayê hatine bi cîhkrin. Li ser ew ax û xaniya qismek biçuk jî xwefiroşên endamên Alayên Hamidiyê re ( hamidiya Alaylari ) hatine dayin . Qismek jî hîna wek tiştên dewlet tête nîşankirin.Bêgûman xwediyê Hukuma Osmaniyan İttihat Û Terakkî ideologiya ku di çarçeweya Turkitî û Turancitî ( armanca tirkên nijadperest ) derxistinan qanûnan û xwendina fetvayên Şêxul İslam û digel kontrola sûpayê osmaniyanê ve Û ji aliyê rêxistina wan ya nafermî ê Teşkilatî Mahsûsa , Hamidiyê Alaylari jî hatin bikaranîn. Di bin kontrola fermana supay osmaniyan de Û bi pêkanina axa beg û serokên aşiran re hêzêkî nafergel bi navê Hamidiya Alaylari Û ew jî xalkên Kurd, Tirk , Çerkez Û hwd, pêkhatîbû. Ti farqa Hamidiye Alaylarî Û cehşitiya îro tineye , hukumeta Ozalê di sala 1987ê de derketina qanûnekî bihûrbar Û ew jî li hemberê xalkê Kurd bû . Dagirkeran aliyek sucê komelkûjiyê ku li hemberî insanan qabul nake ji aliyekî dî de jî bi rêya rewşenbirên kor ve , berpirsyarîyê ew sucê li dijî însanî derew Û ji xeynî rastiyê dîrokî diavêje ser milê Kurdan û Ermeniyên ku di Diasporayê de ne carîna jî wek tirkan nêzîk dibe û ew sucê diavêjin ser mile Kurdan û ew jî di rastiyê xwe de dexwaza pêşîgirtina yekîtîbûna Netewa Kurdistan ( Kurd , Asuri ,Ermeni ) dike. Komelkujiya sala 1915ê de Kurdên Êzîdî her bajarê bakûrê Kurdistanê de rastî êrîşê rû bi rû man û Êzidiyên ku rizgarbûn li herêmên Başûrê Kurdistanê wekî , Duhok , Zaxo , Şingal û Şêxanê û her wiha tê zanîn ku welatên wekî Gurcistan Ermanistan hatîbûn koçberkirin. Kurdên sersor jî ( qizilbaş ) hindekîyan bo herêma Dêrsîm û Koçgirîre hatin surgunkirin. Hîn KurdÊn Sunnî jî alikari û parastina zarokên ciranên xwe kirine. Kurdan mexdurê komelkujiya 1915an e jî. Di nawa Hamidiyê Alaylariyê de digel xwefiroşên grubên etnik ya din jî Kurdên- Sunnî jî hebûn lê ji ber vî bi temamê xalkê Kurd nayê tawanbarkirin. Pêvajoya dîrokî û navenda mekanizmayê biryar ya diyardeyê komelkûji, kes û komeleyên wî diyare. Kesên ku nebûne kirdeyên pêvajoyê û beramberî v xwedî derketina qismên mexdûran di rewşa sucbarkirina Kurdan de û nêzîkîya heman şeklê ve îro komelkujiya ku li ser Kurdan tên çêkirin û pêkhatina pêvajoyên zulumê re herwiha li çiya û gundan de jî cehşên Kurd hene , gelo ew çax em dikarin bibêjin ku Kurd Kurdan re komelkûjî dike ? Cehşên ku girêdayiyê dewlet û axayan xwe hêjmarê wan ya heftê hezarî 70.000 dema biryargirtina dewletê de ne dikarin tiştek bikin û ew xwefiroşana ne mimkûne ku bibin nimînêrî Kurdan ! Heman sucdarkirin û helsengandin komelkujiya 1915an ya İmparatoriya Osmaniyan Û qanûna sûpayê wê di çarçeweya fetva û fermannameyê ve rêdan û qewmên cûrbecûr herwiha ji ber axayên xwefiroşan û Hamidiye Alaylariyê kes nikara xalkÊ Kurd tewanbar bike. Biryargirtin û pêkanînê de nebûna Kurdan eşkereye. Komkûjiya 1915 , heta avabûna Komara Tirkiye bi awayekî rêkûpek belavbûye.îttihat û Terakkî Û serokê pêvajoya komelkûjî yê Talat paşa li Elmenyayê de gencekî Ermenî re hate cezakirin, Enver paşa jî di revîna Qafqasyayê de ji aliyê Sûpey Sor ve hate cezakirin. Pêşengên dî yên îttihat Û Terakkî jî piştî damezrandina Komara Turkiye yê de cihên bilind ya kiryargehan de hatin bi cîh kirin. Hindekî wan parlementer , wezir, serokê parlemento , serokwezir û di qada bilind ya burokrasiyê de sereke bûn. Kemalîzm jî dewam û şîrovekirina^ev bûyerana. M.K. Ataturk ji aliyê Cemal Talat , Enver Paşa û dr Şakir ne sereke bû lê pêşengek di xwar de bû. xalkên Ermenî ,Rum , Asûrî û û Kurdên Êzîdî ku man di salên 1955 û 57an de jî tiştên wan dîsa hate talankirin. Îro jî Kurdên sersor û Kurdên Êzîdî nikarin dêrîndêzên dînî bikin û nikarin li ser nasnameyên xwe de ola xwe diyar bikin .komelkujiyê di sala 1915an de milyonek nîv Însan hatin kuştin û ew qas jî hatin surgunkirin.Hêjmarê mexdûrên ya Komelkûjî 3 milyonin lê wana ne tenÊ Ermenîne , di nawa wan de Kurdên Êzîdî Kurdên Sersor , Rûmên Pontus û Asûriyan jî hene. Ji ber vî helsengandina komelkûjiyê 1915 nabe ku emê bêjin Komelkûjiya Ermeniyan lê em dikarin bêjin komelkûjiyê namislimanan û ew jî rastî û zanyariye. Di salên 1955 û 1957an de , ji derewek rojnameyekî re di serê de istanbul û gelek bajarên din de jî li hemberê namisilmanan komelkujiyek nû hate çêkirin. Li Osmaniyan de cûdahiya Milletî Hakîme û Milletî Mahkûma û heta beşdarbûna pêvajoya Turkbûn, nijadê wan chi be bila bibe wek milletê hakîme têt zanin. Ji ber vî ji Misilmanti beşdarbûnê tirkî re ,İttihat û terakki bi hêza devlet bi sûnnitî û digel ideoliijiya faşist kuştina xalkên din bi aweykî dijmina xwe xweste ku li ser navê avakirina welatekî turkist û sexlemkirine eniya paş ya rûs destpê kuştina milletî mahkûma kirin û ew jî eşkereye. Di behskirina Milletî Hakîme Û Milletî Mahkûmeyê de Têkoşina Neteweyame , digel İttihat Terakkî û Komar ji hêla dûrxistina Kurdên ku Milletê Hakîmeyê de ne xwest cîh bigre û biparêze beramberî divêt em tinekirina Miilletî Hakimeyê bin . Ger wisa nabe Têkoşina Rizgiriya Gelê Kurdistan wek Komara Demokratikciyan dibe xwefiroş.Ji vê nokteyê de Komelkûjiya 1915 komelkûjiya Namisilmanan bû.İtihat û Terakkî di vê pêvajoyê de li hemberî Sunniyan komelkûji çênekiriye ji ber ku hêjmara kesên Sunnî zehfin û digel wî jî êrîşkirina bi vê şeklê bo gihiştina armanca Komara tirkitî xetereke. Kesên namisilman wek taştê û yên Kurdên Sunnî jî wek paşîv hat helsengandin. Pêvajoya dawiya 2000 sal yanî ji pêşiya derketina Xiristiyanî , dewletek Ermenî di dîrokê de nayê dîtin. Kurd û Erme^n îro milletên cûda bibin jî ji beriya îsayê Kurd û Ermenî milletek bûn . Ermeniyan piştî qebilkirina Xiristiyantî bûn milletek merîvê hevedu. Ji berîya zayinê tenê di nawa İmparatoriya MED ê de navê wan wek eşîretek derbas dibe û berêya MED jî ti tişt û navê wan derbas nabe. Asuriyan grûbê xalkên Samiyane û nêzîkî 4500 sal berê ji başur ber bi bakûr yanÎ ji Arabistan^ber bi Kurdistan hatin wana milletek cûda lê wek brane. Kurd, Ermenî u Sauriyan 5000 sale milletên brane ku bi hewra jiyîyan. Ew qas salên ku ew milletana bi hevedu ra ti car komelkûjîyên dinî û qewmî nekirine lê li ser ew milletana ku komelkûjî kirine ji Asyayê Navîn hatin ser ax û welatê me . Ew milletê Kovî ( Wahşî ) nirxên axên me ra jî pir xerîbin. Îskenderê Makedonî sefera ku di rojhêlatê de çêkir di fermandariya Daryus'ta, fermandarên Fars , Kurd û Ermenî bihevre şerkirin.Cihên ku li wir şer dijwar bû Daryus ku bi eslê xwe Faris e ji şer reviya piştî vê di şer de têkçûn fermandarên Kurd ji li çiya hatin kuştin.Di sefera Îskerderê Makedonî Kenefon hebû ew di berhema xwe ya binav " Zivirandina Hezaran" de Kurdistanê bi Latînî ; Kardokhî nivîsandiye.Kenefon diyarkiriye ku Kurd piştî şer de jî hekîmiyeta biyaniyan qebûl nekirine ji ber vê yekê li çiya daketine bi lêxistin û rewin şer dane ji ber vê yekê jî rêya rojek di hefteyek de xilaskirine.Piştî têkçûna şerê meydanê hêzên Kurd vekişiya çiya, dijminê ku li deşt dimine li hemberê xan bi rêbaza lêxistin û rewîn tekoşîna xwe berdewam kiriye.Ev şer heta vê rojê dide xwuyakirin di dîrokê de şerê gerilla ê yekemîn e.Kurdistan wek war û welat cara yekemin ji aliyên Kenefon ve di çavkaniyan de hatiye qeydkirin û nivîsandin.Di rîwayet kirin ku Îskenderê Makedonî li hemberê hereket û helwestên qure yên fermendarên xwe gotiye li ber şaristaniya ku ji şaristaniya Latinî kevnare û pêşdaye rûmetdar bibin.Li vir di dîroke de cara yekemîn dinê ku xwedî fikra yek Xweda ye di dîroka cihanê de xwedî pirtûk de dinê yekem zerdeştî ku bi hinek rituelên xwe têsir li Yahudîtî, Xiristiyanî û Mislimantiyê kiriye , îradeya însan daye berçav, dîn û felsefeya Zerdeştî li vir derê naskirine. Dîsa bi argûmanên Zerdeştî û bi hinek alî ve rîtûelên ku ji veqetin ku ji aliyê manî ve hatiye avakirin manîîz li wir dîn û felsefeya wî naskirine . Zerdeşt û Manî, Kurdin berhemên xwe Kurdî nivîsandine . Bi sefera Îskenderê Makedonî di cografyayê rojhilatê saziyên bin û ser pêşveçûne nirxên aborî çandî û felsefî gihiştine rojavayê yanî Europayê. Di vê çarçoweyê de ez parantezê vekim ; Mamostayê min birêz İsmaîl Başikçî di kovara esmerê de ji Alî Şerîatî hinek tiştan radigihîne . Kurd koçber û gelînokin Û bi vî awayî yê gelek qadîmin çanda xwe birine yunanê ( rojava ) ez dixwazim wiya serêrast bikim ji ber ku çand û şaristanî bi cîh bûna heyatê ve girêdayiye û bi avakirina destpêkiriye di aliyên din de Kurd li axa xwe de gelê bi cîh bûne çanda cotî Û şoreşa mijûlbûna ajalî rêberi kirine. çand Û şaristaniya Kurdan bi sefera Îskender çûye rojava çand û şaristaniye herkesî bi çêkirina maddî û manevî paralele. Cİvatên koçber û ên ku li ser hespan jiyana xwe domandina ji ber ku çanda wan tineye çêkirina wan ê maddi û manevî pir hindike. Piştî hatina Împaratoriya Medê heta împaratoriya Pers gelên arî ku li rojhalêt dewlet avakirine zimanê wan ê fermî Kurdiye belge di vê babetê de gelek henin . Sultanê Seulçukiyan Sencer piştî Kenefon demek drêj Çemişgezek derdora wî kastkiriye gotina Kurdistanê bikaraniye . Qanûnî Sultan Suleyman nameyê ku Françeîs yekemin re dîşîne xwe wisa dide naskirin: '' Ez sultanê Mekadonî Anatolîa Rumelî Û ê Kurdistanê Qanunî Sultan Suleymanim'' Mistefa Kemal Atatirk Di sala 1920an de talimatname ye ku ji Nihat paşayê re dişîne dibêje ku qexta Kurdistan tê gotin divê em ji Qersê heta sSêwasê ji Erzirromê heta Erzingiyanê ji meletê Heta İskenderûnê Sinorek bifikirin. Kazim Karabekir jî gotiye ew bajarên ku sinorên Kurdistanê de ne li wan bajaran de Kurd pirrin . Him dûr Û him jî di dîroka çaxa nêzîk de herdem piranî xwediyê wê axa Kurd bûne. Ew 150 sale serhildanên ku 29 car pêkhatiye ji Qersê heta îskenderûnê axa Kurdistanê tê hesibandin. Piranû û hêza gelê Kurd Nîşan dide dema serhildana Şêx Ûbeydullah destekdayina Ermenî û Asuriyan di aliyek ew bi navê millet:ê sadiqa hatina binavkiribn. Wexte ku hêdî hêdî şerê cîhana yekemîn dihatin siyasetmedar û rewşenbîrê Ermenî yan bi îttiahtî Terakkiyê ne yan jî di nawa wan da ne . Di dema serhildana Kurdan de Ermenî û Asûrî piştgirî nedan Kurdan . Ew kêmasiya wana di dema şerê Cihana yekemînê de Kurd destek nedane Ermenî û Asûriyan û yekitiye netewiya Kurdistanê avanekirine ew jî kêmasiya wan e heta wê rojê konsepta yekitiya netewiya Kurdistan di her war^epolitik de pêwîste ew wana pratize bikin. Bi bakûr , başûr, rojhelat û başûrê rojavayê li her çar aliyên Kurdistanê li hemberê Osmaniyan û Sefawîya Îran sed sala 19. da hinek serêhildan qewmiyaye û hetanî avakirina komara tirkiye nêzîkî 40 serêhildan da ji aliyên dewletên dagirker ve komkûjî ,tewkûjî ,koçberkirin hatine çêkirin. Komemlkûjiya herî dijwar û giran di salên 1937 - 38 dema rêvebiriya Mistefa Kemal da pêkhatiye. Şêx ûbeydûllah , ;Şêx Mehmûd Berzencî , Simaîl Âxa SÎmko, Şêx Said , Seyid Riza ( Dêrsîm ) koçgirî , Agirî , Mele Mistefa Barzanî , Qazî Mihemed wan serfheldanên ku bi taybetiyên netewî hatine destpêkirin bi tewkujiyên mezin û koçberkirinên giştî ve hatine sekinandin. Li Kurdistanê da pirê newal bi navê tewkûjî û komkijiyan ve tên bîranîn û ew rewş jî tê zanîn . Ew pêvajoya tewkûjiyên gelemperî astengkirina tewkûjiyên nawnetweyî û sezakirina peymana li gor maddeyê 2/A sucê tewkûjiya fizîkî pêktîne. Welatê Kurdistanê dewletên dagirker ku di navbera xwe de parvekirine tirkiye , iran , iraq û suriye di vê dîroka nêzîk da wexta em pirazeyên wan ên tewkûjiyê dibînin tabloyek dijwar derdikeve pêşîya me .Di navberda salên 1980 û 2000 ê de kontrgerillaya tirkiye û rêxistinên paşwerû bikaraniye di encamê de 125 . 000 Kurd bi failê nediyar hatine kuştin. Hemû mexdûrên wan bûyeran însanên welatparêz û Kurdên ku mafên neteweyîya demokratîk dixwestîbûn. Li gor sala 2000ê tenê serdozgeriya DGM ya Amedê di nawa qeydên wî da kûştin , brîndarkirin û bûyerên talankirinê ewin ku hatina qeydkrin 12.000 hebin.Saddam Huseyn di pêvajoya desthilatdariya xwe da bi navê ANFALê revandin , brîndarkirin , kûştin 103.000 kes jiyanên xwe ji destdan .çalakiyên Seddam ê ANFALê û failê nediyarên tirkiyeyê çalakiyên kûştinên lokal tenê bi serê xwe tewkûjine. Dewletên Îran û Suriye heman çalakî pêkanîne. Saddam Huseyn 3.000.000 ( sise Milyon ) Kurd ji cihê wan koçber kiriye 3000 gûndên Kurdan wêrankiriye û tewkûjî pêkanîye. Tirkiye jî tenê di navbera salên 1991 û 1999an de 3000 gundên Kurdan pêxistiye Û wêran kiriye 4 milyon Kurd ji ber ku asîmile bike bi zorê wan da ye koçkirin û di navbera salên 1980 û 2000ê de li hemberê Kurdan 125.000 kûştin , brîndarkirin û wêrankirin pêkhatiye û komelkûjî hatiye çêkirin. Suriya jî kûştinê failê nediyar pêkaniye û di sinorên xwe de binavdikirn di wan herêman da gûndên Kurdan vala kir ereban li wê bcîhkir û bi vê awayê tewkûjî çêkir.Di Heman şeklê de li Îranê de bi awayek rojane valakirina gundên Kurdan koçberkirina însanên me û bi çalakiyên failên ne diyar pêk aniye. Dîsa Seddam Huseyn bi organizekirina partiya çeteya BAASê ve li başûrê Kurdistanê li bajarê Helebcê de çekên kimyewî bikaranî di encama vê bûyerê da 5000 sivîl di navbera rojek û du rojan da jiyana xwe ji destdan û piranî 8000 sivîl brîndar bûn , seqet man bi wê awayî ji vê tewkûjiyê xesarek mezin dîtin. Li başûrê Kurdistanê de Kurdên Êzîdî ku li Şengalê dijîn li herêma wesayetek ku têde bombe tije bû li hemberê Kurdên sivîl çalakiyek pêkhat di sala 2007an de di rojek da 500 kes bi giştî hate qetilkirin û bi hezaran kes brîndar ket ew tewkûjiya rojaneye. Rejîma BAAS a Suriye û rejima Îranê bi navberiye rêxistinên xwe yên Îllegal kûştin û bûyerên brîndarkirinê rêjîma faşista tirkiye û faşîzma BAAS a Îraqê her çi qas negîhiştiye wê astejî di demên dawî de li hemberê neteweya Kurd ew pirazeyên îmhakirina di wan her du dewletan de bi giranî tê xûyakirin . Li başûrê rojavaya Kurdistanê de rejima BAASÊ di sala 1963an de li bajarê Amûdê de dî sinemâyekî de 350 zarokên Kurd di encama şewitandinê de qetilkirina wan tê zanîn. Dîsa başûrê rojavayê Kurdistanda 2004an de di navende Qamişloyê da serhildan destpêkir li bajarên dinên de jî belav bû di encama ew bûyeran de bi hazaran însan hatin girtin bi îşkenceyê ra rû bi rû man bi sedan kes hatin brîndar kirin bi dehan kes hatin qetilkirin ewana jî tên zanîn. Şexsên kû endamê netewa Kurdistanin bi sedemên siyasî gerek bi gelemperî gerek failî ne diyar û ANFAL bê binavkirin di wan bÛyeran de di encamê ;êrîşa çêkan de kûştin yan jî brîndarbûn seqetmayî îşkence lêpirsîn li gor lêgirtina peymana sucên komelkûji ya maddeya 2/a 2/b de suc tête hesibandin. Meclisa Tirkiye a ku di bunya wî da komisyana bi navê susurlukê bi belge û dosyayan wexta bê lêkolinkirin çeteya Gewerê derketiye holê piştê wî wana bilezûbez malnîşîn bûne Astsûbay Oguz Huseyn Yilmaz îfadeya ku daye komisyonê serê sibe '' Listeyek didan destê me , Êwarê me hemûyan paqij dikirin '' gotiye. Di vê demê da endamên komisyonê parlementer Fikrî Saglar li hemberê wê beyanetê matmayî xwe diyar kiribû . Dewleta Tirkiye saziya kontgerilla ya serokê berê ku îfade dabû komisyonê ger ku menfaate dewletê pêwîst be divê hinek suc neyên dîtin ! .vê beyanetê kirîbûn di vê demê da serokkomara Tirkiye Sileman Demirel got ku : dewlet her dem mecbûr nîne ku tiştên rûtin bişopîne serokwezirê tirkiye yê Çiller jî wiha digot : Ew ên ku gulê diavêjîn jî ew ên ku gullê dixwin jî bi şerefe . Orgeneral Velî Kuçuk jî digot : Li tirkiye yê rêxistina mîna Jiten û Hizbûllah tinene ew ên ku bi wan navan tên binavkirin zarokên tirkin. Li Şemzînanê çeteyek sersûc hate qefaltin piştê wî Generalek diyar kir ku ew zarokên başin û bi vê awayîyê refaransê xwe raxist meydanê . Serokwezirê Tirkiye yê Bulend Ecewit jî 11 Avrêla 2004an de di rojnameya Sabahê Neşe Tuzel ku pêra hevpeyvin çêkiribûn di vê hevpeyvinê de diyar kir ku kontrgerilla wek saziyek dixebite. Dewleta Tirkiye di navbera salên 1993 û 1998an de li bakûrê Kurdistanê de gund û mezreyên ku valakir 4600 e . Di vê peyamê de bakurê Kurdistan de gûndên ku tên pêxistin Û wêrankirin û tên valakirin Kurdên ku bi zorê tên koçberkirin hêjmara wan 4 milyone. Di Meclisa Tirkiyê de komek siyasetmedar Û parlementer..... Di rapara koçkirin û valakirina gûndan de ifadeyên xwe ye reûpela 53 ya Waliyî Diyarbekirê Hatipoglu Dibêje ku ; Gundiyên Kurd jî newêrin ku gilîyan bike. Li hemberî wê di sala 2005an de destûr hate dayin ku hîn gundiyên Kurd biçin gundên xwe û bo wê jî serokê giştiya CHP Deniz BAYKAL hevpeyvinekê di rojnameyê Hurriyetê re wiha dibêje : '' Destur dayina vegerina gundiyên Kurd ya gundan ew e ku dewlet bi destê xwe piyên xwe gulle diavêje '' . '' Destpêkirina çalakiyan berhemên vegerandine '' . Saddam Huseyin jî desthilatdariya rejimên xwe ye İrakê de 3000 gundên Kurd wêran kir û şewitandiye. Hêjmarê dûrxistin û koçkirina Kurdan jî 3 miliyone. Rejima BAASÊ ya çerçeweya Asimilasyonkirinê de gundên ku di sinora Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hemiyan valakir û bo erebkirin xalkê ereb anîna li ser ew gundan . Hem di dîrokê de hem jî di rojên me de dûrxistina xalkên Kurd û şewtiandina gundan poltikayê bingehin ya Îranê ye . Şewtiandîn û durxistina ew cureyê û digel mecburkirina mişexti jiyanên xirab ya jiyîna di naw konan û cîh anîna dorbajerên bi awayekî eşkere xuyayiye ji ber wan sedeman Peymana Sucên Komelkûjî Û Pêşigirtinê ya maddeya 2/c û b yê de ew sucekî komelkûjiyê ye . Ji ber vî bo ew cûre komelkûjiyê bi rêya koçkirin û bi komelkûjiyê mêjîyî û ji aliyê laşî ve xirabkirina jiyanê pratikên komelkûjiyê ye . Sazkirina 1993 û diyarbûna sermanşeta rojnameya Milliyet ya sala 1996ê û copyyekî jî li ba min Ê ku rapora Komiteyê Parastya Millî ê tirkiye Kurdên ku ne di qada têkoşÎna bi çekê wana jî wek rewşekÎ xeter têt nişandan û dexwaza zordestî zulim re tirsdayînên giştî vedibêjin. Dîsa Rapora veşartiyê Komiteya Parastiya Millî de hêjmarên Kurdan di salên 2000ande ji hêjmarê tirkan zêde dibit û ew rewşî di nawa dewletê de xeterekî mezin û pêşbirina zêdebûna hêjmarêy Kurdan jî behsa sitwerkirin têt gotin. Ew rapor di esasê xwe de di maddeya 3. ya peymana pêşgirtin û cezadayina sûcên komelkûjî de ji navendê dewletê ve ew sûc têt plankirin. Ku ew plan di serî de Sêrt Û Şirnaxê de hebikên pêşigirtina rojbûnazarokan bi destê eskerên tirk ve hate belavkirin. Destpêkirina ew xebatan de rojnameyê Hurriyet di manşetê xwe de '' Lİ rojhilatê de seferberiya spiral'' û nûçeyên bi vî şeklê jî têt zanîn. Bo Biryara pêşbirina hêjmarên Kurdan ya rapora Komiteya Parastiya Millî peyxamê xwe ji Mamosteyek Zankoyê Haccetepe di rapora berzbûna DoçendÎ de girt û ew kesê barbar jî ( kovî ) di pişêyê xwe de hate berzkirin. Wan hemû tişt diyar dike ku ideolojiya fermî ya dewleta tirk ji her sazi û komelên xwe Û di çarçewaya Kemalizmê de li ser Kurdan çalakiyên li dijî însanî têt çêkirin. Ji sedemên siyasî ve kontrolkrina hêjmarên Kurdan di maddeya 2/d ya Peymana Pêşîgitin û Cezadayîna Komelkûjiyê de diyar dike ku bi awayekî eşkere komelkûjiye. Ew jî komelkûjiya demografîke . Digel Kurdistana ku Tirkiye lêh ikim diki , Suriyê û Îranê û Kurdistana dema rejima baas ya Saddamê de operasyonên ( ameliyet ) cûrbecûr û şerên berê talankirina bax û baxçe, qadên daristanî , cûreyên ajal û sirûşt jî diyar dike ku ew jî komelkûjiyek ekolojîke. Hem grubê Keskan û komeleyên parastina sirûştî û saziyên parastinê mafên ajalan îro jî bo talankirin û komelkûjya bax û baxçe , qadên daristan û siruştî Kurdistan bêndengî rûreşîya wane . Rewşenbîr û Zanyar Kurdan heta îro ew talankirina sirûştîre bê dengiyê xwe diparêzin û digel komeleyên nawneteweyiyê re neketîna danûstendin û peywendiyê ew jî rûreşî û şerma me ya rewşenbirên Kurdane. Di sala 1925ê de li Tirkiye derketina qanûnekî de hate qedexekirin û li bazare jî ger kesek Kurdî biaxife cezayên pere hate dayîn. Îro jî dewletên dagirker ya tirkiye suriye û îranê de qisekirin û perwerdehiya fêrbûna Kurdî digel hemwelatiyên Kurdistanî ya Asurî Ermenîyî jî hatiye qedexekiirin. Bi awayekÎ resmÎ ti cihê dewletê de zimanê Kurdistaniyan hatiye qedexekirin . xalkên Kurdistanî xebatên bo pêşketina çandên xwe aliyeke di çarçeweya tinekirinê de nahêlin ku bi çandên xwe ve bijîn . Ji ber wî jî netewa Kurdistan îro jî komelkujiya zimanî û çandî re rû bî rûne. Çanda Elewîtî û Sersorî bi herkê Zerdûştiye û di taybetmendiyê xwe heye ji ola islamiyetî re gelek cûdaye lê belê dîsa jÎ nahêlin bi çanda xwe bijÎn. Dİvêt Di nasnameyan de cihê dîn nebe lê ew jî heye . Lê belê ew tenÊ ji bo dinÊ îslam bi cîh bûye , dÎnê kesên ÊzîdÎ û Elewî nayÊ nivîsandin. Wezareta Diyanet divê di esasê xwe de girêdayiyê dewletê nebe lê ew wezaret tenÊ ji bo kesên misilman re xizmet dike û ji bo Qubbeyên Êzîdî Û xaniyên Cem ya Elewiyan alikarî nake. Herwiha Qubbeyên Êzîdî û xaniyên Cem ya Elewiyan wek ibadetxane nayÊ hesibandin. Asimilasyona Kurdan ye ji hêla Netewî ji xeynî wî asimilasyona Elewiyan dînîye jî Û ji bo Elewiyan dibêjin Misilman û tirk. Ew nÊzîkatî feresata îttihat û Terakkîye Û di çarçewaya Kamilzme ku ,encamê feresata Yek devlet Yek dÎn Yek Ziman Û Yek Alaye. Tevî wana hîn Elewiyan helsangandinek baş nakin û wana jî evîndarê dijminê xwe dibin.ji aliyê Cahşên me yên bi çek , him di siyaseta komara demokratikçiyan him jî kesên Elewiyên ku ji Kemalizm re nedikariyan peywendiyên xwe qut bikin , het aew kesên Asurî û Ermeniyên Kemalist jî cahşên hemdemin. Kemalism Û îttihatî Terakkitîcî neqşandina kontrol û şeklê kesên ku di bin kontrolê xwe de dikin. Di dawiyê de tevî belavkirina cûreyên komelkujiyên ya di naw dem û mekanê de ti gÛman nîne ku li ser gelê Kurd komelkûjiyek hem di dîrokê de hem jî di rojên me de hate bikaranîn. Li hemberî wî ne pêşgirtinek çêbûye û ne jÎ pêdaninek çêbûye û ti qada nawnetweyiyê ve nehatiyê barkirin. Ji ber wan sedeman gengeşîkirina komelkûjiyê , Qabûlkirina qanûn û biryarek ji aliyê dewletekî ve ne mimkûne.Divêt dagirkerên Kurdistan di qada nawneteweyîyê de nikarin nefes bigrin û teşhîrkirina pratikên politikê ew îdeolojiyan kêşey Kurdistanê di qada nawneteweyîyê de hem ji hêla kopmelkûjî hem jî ji gelek hêlan ve rojevdayîn û pêşigirtina komelkûjî û cezadayina yên berê jî Û amadekirina pergînikiriya ziyanên neteweya Kurdistan jî , dûrxistina dewletên dagirker ya li ser Kurdistan û navên dagirkeran dayin li ser bax , daristan , mekan re dayin gûherandinekî zû , Li Diyarbekir li Wan avakirina abîde û mûzeyên komelkûjiyên ku li ser Kurd Ermenî û Asuriyen bête avakirin û sazkirina sempozyumek li ser lanetkirina komelkijiyan û bîranîna ew bûyerên xebatên bi xûrt pêwîste. Hıkumeta Başurî Kurdîstan ku dikarîbê li Teşkilata(Rêxistina) Milleten Yekhev bi resmîyetî çî bitsinê, mahf û imkan heye ku dava komkujîya kurd bibê ber wê teşqîlatê.Heger Hıkumeta Başurî Kurdîstan ku nikarîbê li Teşkilata(Rêxistina) Milleten Yekhev bi resmîyetî çî bitsinê, mahf û imkanê wê tineye ku bi serê xwe ji bo komkujiya kurd muracaad bikê u dawê wekê.Wî çaxî Hıkumeta Başurî Kurdîstan,dikarê Hımkumeta İraq e kane biki u bi destê hkumeta merkezî dawê bibe Teşkilata(Rêxistina) Milleten Yekhev.Yan ji dikarê bi destê devletekê di jî dawaya komkujîya kurd bibê Teşkilata(Rêxistina) Milleten Yekhev.Ji wan her se riyan pêve rêk din tineye ku mihov muraacadi Teşkilata(Rêxistina) Milleten Yekhev bike. Rewşenbîrên Asûrî û Ermeniyan di dîasporayê de hêjmarek kême lê komelkûjiya 1915 yan de helwesta ku danîn holê em bi encamên wî ve dinirxînin li gor rewşenbîrên Kurd pir pêşdane pêwîste ku em wan pîroz bikin bi vê sedemê netewa Kurdistan li diasporê her kes, her welatparêz, rewşenbîr yan jî siyasetmedar peywirên pratîk bigrin hewparên hewbeş esas bigrin di destpêkê da li paytaxtên her welatê de yan jî bajarên navdar de komîteyek yan jî însiyatifek ava bikin di merheleya dûyemin de ew komîte û insiyatifan komela yan jî wakf pêwîstiya rêxistinbûne hene. Di wan xebatan de li her çar aliyên Kurdistan da Kurd^ne ku tên diasporayê bi Asûrî û Ermeniyan re xebatek hewbeş bidin pêşiya xwe . Di sala 1988 an de di rojnameya Ulkede Gundemê da ;'' Politikaya tewkûjiya ku ji Kurdan re tên nişandayîn'' bi vê sernavê lêgerin û lêkolînê min di maqaleya ya xwe de wan cûreyên tewkûjiyan nirxand û nivîsand lê divê li hûndir û li dîaspora rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd re deng derneket û piştgirî jî nehate dayîn. Rewşenbirên Kurdistanî di warê pratikê de zexel bêproje di her xebatê da ji ber ku nexebite sedemên cûr be cûr dibîne hewlestên revok divê qabul nekin , ji ber vê yekê rewşenbîr û siyasetmedarên me , dema min tineye peremin tineye û her wekî din wan sedeman dernexînin û ji xebatê nerevin.qet dema wan tine be jî rewşenbirên di diasporayan de dema ku ji bona nivîsandina malpêrande xerc dikin divê ew wextên xwe bo xelk xxerc bikin. Ew û wek wan projeyan di warê pratikê de divêt bê kirin. Pere min tineye û ji xebatê dûrmayin di warê ehlaqî de wateyekî wî tuneye.Wexta ku ez di zaningehê da di pola yekeminê de bûm min çalakiyên pratîk pêkdianiyan bi nûnertiya kovarek di fakulteya hiqûq û xwendekarek di azadiya zankoyê de xwendekarek û di wareb riyê de ji ber ku ez liser piyê xwe bisekinim min di inşşatek da notirvanî dikirin îro jî di vê rewşê da me . Xebatên siyasî ê ku îro em dikin kesek ji mera derfetan peyda nedikirin, qismek ji qezenca xwe me ji bona jiyana civakiya xwe qismek jî me ji bona xebatên xwe yên siyasî bikaraniyan. Li Europayê û li waletên din da ew ên ku maaşekî wan ê diyar hene û rewşenbîrên ku hûndirdane zext kontrol û êrişan li ser wan tinebe eger ku derfetên wan ê aborî tinin karên di inşaatê de jî biaxebitin bi vê qezencê beşdarî xebatan bibin ,, heger tiştek ji destê wan nayêû dibêjin ji bona xebatê aborî pêwîste dikarin di bajarek da destê xwe vekin xizaniyê bikin . Di vê karê de ti zirar tineye ji ber xebata welatparêziye meriv bibe xizan jî rûmeteke .siyaset bahana qabul nake opurtinizm qabul nake . Xebatên welatparêziyê da meriv bireve di vê derê de rûmetî tineye . Di vê çarçoweyê de ji her çar aliyê Kurdistanê de rewşenbirên Kurdistaniyên ku di diasporayê de dijîn nasandina hemûyan ne mimkûne carna qe nebe ez dikevim malpêrê Kurdan ew in ku ez wan nas dikim û ji bona xebatê welatparêziyê ji wan hinek tiştan hêvî dikim ; Dr. Ali Kiliç , Adil Duran, Recep Maraşli , Dara Cîbran, Feyzî Yalçin , Siraç Bilgin , Rojhat Badiki, M. Kobal Aryali , Ali Kardokî , Jan Dİyarbekirli, Sabrî Atman, Pitrûs Karatay, Nuruljan Demirciyan, Mesut Tek, Jewad Mella , Kutbettin Ozer , Loqman Polat, Cemil Gundogan , Mahmut Kilinç, Arif Zêrewan, Hasan Dere, Ahmet Tigris, Murat Ciwan, Musa Kaval , Huseyin Yilmaz, Said Aydogmus, Siracettin Kırıcı , Osman Aytar , Şükrü Gülmüş , M. Can Yüce, Cihangir Hizir , Selim Çürükkaya , Nazli Ceylan , Ali Cahit Kiraç, Laleş Kaso , Giyasettin Taşer , M. Şerif Muştak , Dara Bilek , Hasan Yalçın, Bedirxan Epözdemir, Kemal Burkay , Nejdet Buldan , Toşsine Reşid, Şahine B. Surekli , Murat Dağdelen, Roza Kurd, Xetice Yaşar, Gulser Çopanoğlu, Behmen Bahadini , Ali Usta , Felat Dilgeş, Mehmet Bayrak, Vildan Tanrikulu , Evin Çiçek, Khesrov Abdollahî , Sidar Yiğit , Murat Sadık, Aziz Alış, Süleyman Sever û ewin ku me navê wan nenivîsand ji hemû rewşenbirên me ve welatên ku li wê derê de dijîn li ser vê babatê ez ji wan ra bangawaziyê civînî dikim û ez ji wan welatên ku li vê derê dijîn Amadekirina komiteyan ji wan hêvî û dexwaz dikim.... 13.07.2006 Email :medeniayhan@mynet.comayhanmedeni@hotmail.comTel 05422735955 MobilTel 00903124306246 mal
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.