Ramyarî

Bizava Neteweyî A Kurd Ji Nêrîna Dîroka Siyasî Ve (Beşa6)

Bêhzad Xoþhalî · 12.09.2008 · 2 dîtin

 Ne bêwate ye ji bo kesekê ku di zîndanê de ji dayîk dibe, sirûda Xwedêyan, Hawar, Azadî, Serbestî û azadîxwazî be. Kesek ku li êxsîriyê jidayîk bû, lê azad jiya, bi lehengî û qehremanane berxwe da û di encam de jî, berxwedan li hember zulm û zoriyê ji bo keç û xortên xwe bicî hêla hetanî demekê kupiştî zêdetir ji sed sal berxwedanê, beşek ji Kurdistanê weke herêma Federal bi cîhana îro re da pejirandin û nasand. Mela Mistefa Barzanî li gor gotina mamosta Hejar, sembola berxwedan ji bo gihîştin bi azadiyê ye û li gorî gotina Pêşewa Qazî Mihemed jî, sembola şeref, lehengî, camêrî, jêhatîbûn û azadîxwaziyê bû. Bêguman Mela Mistefa Barzanî û exlaqê wî derheq tekezkirin ji bo domandina xebatê di heyamê nêzîk sed salan de, yek ji bûyerên bêmînak di dîroka neteweya Kurd de yeKiryar: Bizava Mela Mistefa BarzanîSebeb: Mela Mistefa Barzanî, eşîra Barzan û Partiya Demokrt a Kurdistanê Biyav:A) Dem: Destpêka sedsala bîstan heya nihaB) Cih: Başurê Kurdistanê di Îraqê de û Herêma Komara KurdistanêAlav: Tevgera çekdarî, tevgera giştî û dîplomasiya siyasî Armanc: Avakirina dewletek serbixwe li herêmên Kurdakkincî di Rojhilata Navîn deNîşan: Herêma Barzan li Başurê Kurdistanê ku ketiye nava herêma federala a Kurdistanê, cihê jiyana eşîra Barzan e. Mezinên Barzan, ji şexên olî yên Başurê Kurdistanê û kesayetiyên mezin ên ola Îslamê di herêma han de bûne. Ji ber vê çendê cîgeha olî a mezinên Barzan, hêzek siyasî – olî a bibandor ji bo wan pêk aniye û yek ji sedemên girîng ên beşdariya tevalî a eşîra han di dîroka xebatê de bûye. Herêma Barzan ji wan herêman e ku berî avakirina Îraqê heya desthilatdariya koloniyalîzma Birîtaniyayê û di encam de pêkanîna çarçoveyek siyasî a bi navê Îraqê ji Kurd, Erebên Sunî û Erebên Şîî, tucar dest ji xebat bona gihîştin bi serxwebûnê hilnegirtine û ji wê demê pey re heya niha aliyê kêm şeş caran hatiye wêrankirin. Mela Mistefa Barzanî weke rêberên olî yên weke Şex Ebdulselam û wd ji salên berê heya ragihandina serxwebûna Îraqê, evraz û nişîvên zaf ji bo gihîştin bi azadiyê şopandiye. Berxwedan di pêkhateya eşîran li hember kolonyalîzma Birîtaniyayê, domadina xebatê piştî avakirina dewleta Îraqê, beşdariya berbiçav li Komara Kurdistanê bi rêberiya Pêşewa Qazî Mihemed, derbazkirina qonaxeke dûrxistina bizorî li Yekîtiya Soviyet a berê, vegerîn ji bo Îraqê û domandina xebata çekdarî û siyasî di çarçoveya Partiya Demokrat a Kurdistanê de, peyaman 1975’an a Cezayîrê û qels û jinavbirina hêza çekdarî hetanî sala 1979’an, mirina li sirgûnê û wd..., di encam de serhildana mezin a sala 1991’an a Başurê Kurdistanê piştî êrîsa hêzên hevalbend bo ser Îraqê heya ragihandina federalîzma Îraqê di sala 2005’an, mînakên baş in bona nîşandana evraz û nişîvêna vê xebatê. Herêma Kurdistanê niha di bin desthilatdariya Mesûd Barzanî, kurê Mele Mistefa de ye. Taybetmendiyên tevgerê:1- Cur a awayê fikirîna bihêz a olî li cem eşîra Barzan 2- Beşdariya olî - eşîretî li cem Barzaniyan 3- Hêza kevneşopî û karîzmatîk a Mele Mistefa Barzanî4- Taybetmendiyên coxrafiyayî ên devera Barzan û nebûna derfeta mifahwergirtin bona armancên leşkerî ji bo dewleta Îarqê bona tepeserkirina bizavê 5- Baweriya tewaw a Mele Mistefa Barzanî ji bo bihev re girêdayîbûna pirsa Kurd li Bakur, Rojhilat û Başur, bê liberçavgirtina sînorbendiyên siyasî6- Hatin bo nava Komara Kurdistanê di sala 1946’an ji bo piştevanî û alîgirîkirin ji Komarê bi rêberiya Pêşewa Qazî Mihemed û hilbijartina wî weke yek ji çar generalên arteşa Kurdistanê 7- Berxwedana çekdarî li hember hêzên arteşa Îranê di serdemê Komarê de8- Teslîmnebûn li hember hêzên arteşa Îranê û gihîştin bi sînorên Yekîtiya Soviyet a berê9- Avakirina Partiya Demokrat a Kurdistanê û rêxistina nû a siyasî – leşkerî 10- Domandina xebatê, hevdem tevî çalakiyên dîplomatîk di dawiya dehsala 50’an a Zayînî de heya dawiya dehsala 70’an11- Pêkanîna herêma nîv otonom li Başurê Kurdistanê di wê demê de 12- Gotûbêjên siyasî li cem xebata çekdarî tevî dewletên yek li pey hev ên Îraqê 13- Dîplomasiya çalak a navneteweyî û li serveyî wê, mifahwergirtin ji arîşe û pirsgirêkên di pêwendiyên Îran û Îraqê de ji bo baştirkirina cîpiyê xwe û hewl ji bo gihîştin bi armnacan 14- Domkirina bi xebatê di heyameke dirêjheyam li Rojhilata Navîn de15- Ragihandin û pesendkirina Hikûmeta Federal a Kurdistanê tevî Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê piştî sala 1991’an û di doma wê de jî guhartina yasaya bingehîn a Îraqê di sala 2005’an ji bo pejirandina federalîzmê di wî welatî de16- Neteweparêziya Kurdî di heyam tejî evarz û nişîv a xebatê de Mela Mistefa Barzanî piştî hiloşandina Komara Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, hêzên xwe ji Mehabadê heya qiraxên çemê Eres û nêzîk sînorên Yekîtiya Soviyet a berê gihand û di encam de neçar bi pejirandina qonaxeke dûrxisitina bizorî bo heyamê 10 salan di welatî de bû. Meryem Fîroz, hevjîna Nûredîn Kiyanûrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Tûde a Îranê, di yek ji hevpeyvînên xwe de dibêje: “Di nava piraniya rêberên dûrxistî ên cîhanê de ku li Moskovê dûrxistina xwe derbaz dikirin, tenê Mela Mistefa Barzanî mafê penaberiyê wernegirt û debara jiyana xwe ji paqijkirina heftane a lojmanan (apartiman)li Moskovê dabîn dikir. Bi nêrîna min, navhatî jêhatîtirîn rêberê siyasî bû ku serbarê pêşniyarên bêmînak ên Rûsan, tewr(heta) yek gav jî ji armancên xwe dûr neket”.Mela Mistefa piştî guherîna hikûmetê li Îraqê di dawiya dehsala 50’an a Zayîn de, vegeriya Îraqê û rolê siyasî yê xwe weke rêberekî siyasî li stû girt. Di sala 1966’an de, Celal Talebanî tevî hin endamên din ên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji vê partiyê veqetiyan û bi raghandina cudabûna xwe, Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê ava kirin. Piştre du partiyên han, anku Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, weke leyîstvanên sereke di qada siyasî a Kurdistan û di dawiyê de li Îraqê, xebata xwe meşandin. Peymana sala 1975’an a di navbera Îraq û Îranê de ku tê de Îranê dev ji piştgiriya ji Barzanî li hember desthilatdariya wî welatî bi ser çemê Ervendrodê de berdabû, weke mezintirîn derbe ji vê partiyê tê hesibandin. Îsa Pêjman, efserê ku di navbera Mela Mistefa Barzanî û Şayê Îranê de dixebitî, peymana Cezayirê weke mezintirîn îxaneta dewletekê ji girûpek xebatkar di heyam dîrokê de dizane, eger çi bixwe jî îfadê bi vê çendê dike û dibêje: “Me tenê bo heyama sê rojan, alav û hewcehiyên leşkerî liber destê Mela Mistefa û hêzên wî de didanîn, çunku ew ne tenê ji bo Îran û Îraqê, bulku ji bo tevahiya Rojhilata Navîn gefek bû”. Piştî wajokirina peymana 1975’an, hêzên Barzanî hatin bo Îranê û weke kesên dûrxistî li devera Ezmiye a bajarê Kerec û Hemedanê cihgir bûn. Piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an û hiloşandina rejîma Pehlewî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, di bin navê Qiyadeya Moweqet(Rêberiya Demkî), car din dest bi xebata xwe kir. Mela Mistefa berî wê demê di Şibata sala 1979’an de, li Amerîkayê çûbû ber dilovaniya Xwedê. Piştî mirina ji nişkê ve a Idrîs Barzanî, Mesûd Barzanî kurê Mela Mistefa Barzanî, dest avête pênasekirinek nû ji partiyê û bi berxwedana nêzîk 30 salan li hember rejîma Îraqê, di encam de Partiya Demokrat kire yek ji leyîstvanên sereke di pêvajoya hiloşandina rejîma Îraqê û guhartina yasaya bingehîn, bi armanca avakirina sîstemeke federal li Îraqê û ragihandina herêma otonom a Kurdistanê. Partiya han yek ji du partiyên sereke li Başurê Kurdistan û Îraqê ye ku rêberiya Herêma Federal a Kurdistanê li stûyê serokê vê partiyê, Mesûd Barzanî ye. Bizava Barzaniyan, yek ji dirêjtirîn şoreşen çekdarî - siyasî di Rojhilata Navîn û cîhanê de bûye ku niha gihîştiye beşek ji armancên xwe li Başurê Kurdistan û Bakurê Îraqê. Wergeran ji Farsî/ Omîd EsxeranBêhzad Xoşhalî, nivîskar û lêkolînvanekî kurd yê kurdistana rojhilat e ku heta niha dehan pirtûk û lêkolînên wî hatne çap û belavkirin.Ji Rojnama Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.