Ramyarî

Bizava Neteweyî A Kurd Ji Nêrîna Dîroka Siyasî Ve (Beşa 7 û Dawî)

Bêhzad Xoþhalî · 21.09.2008 · 2 dîtin

Qazî Mihemed û Komara KurdistanêBizava Qazî Mihemed ji ber rûçikê cuda û taybetmendiya siyasî û nûjen a wê, weke girîngtirîn bizav di dîroka siyasî a Kurd de tê hesibandin. Taybetmendiya herî berbiçav a bizava Qazî Mihemed ku bû sedema avabûna Komara Kurdistanê di salên 1946 – 1947’an, taybetmeniya demokratîk a wê di kiryarê de bû ku heya niha jî weke mînakek ji bo avakirina sîstemên demokratîk di herêmê de tê zanîn.Kiryar: Bizava Qazî MihemedSebeb: Qazî MihemedBiyav:A) Cih: Beşen berçav ji Kurdistanê li başurê Azerbaycana Rojava(herêma Mokiryan) û beşek ji bakurê parêzgeha Kurdistanê(Bane û Seqiz) ku wê demê weke beşek ji herêmên Azerbaycan û Erdelanê bûn. B) Dem: 1944 – 1947Alav: Bizava çekdarî û pêwendiyên dîplomatîkArmanc: Avakirina Komara KurdistanêHer weke ku hate gotin, taybetmendiya herî berçav a Komara Kurdistanê bi rêberiya Qazî Mihemed, rûçika demokratîk a wê ye ku li gor pêkhate, şirove û cihgirbûnê ve, xwediyê çarçoveyek nûjen bûye û dikarî ku li gor pênase û pîvanên demokratîk hatiba nirxandin. Li gor nêrîna han û bi liberçavgirtina teoriya nû a demokrasiyê anku demokrasiya bazarê, demokrasiya Komarîxwziya nû, demokrasiya bav serdestî û demokrasiya Jakponî, em dikarin Komarê li ser bingeha demokrasiya Jakponî şirove bikin ku tê de em dikarin buha, nirx û asteke zaf a beşdariya siyasî mêze bikin. Her di vê demokrasiyê de, em dikarin girîngiya hebûna peyvên neteweyî û gel di çarçoveya têgihek civakî de bibînin ku serbarê pejirandinê, nasnameyek siyasî bixwe ve girtiye û di têgiha razîbûna neteweyî û kevneşopa netewebawerî de, tê xuyakirin.Xalek din ku di Komara Kurdistanê de tê dîtin, têgiha netewebawerî a wê ye ku wek peyvek nûjen, dibe nasînerek civakî ji merivan re ku xwe weke nasnameyek cuda di çarçoveya sîstema siyasî, herêmek coxrafiyayî û çandek cuda de pênase dike.Taybetmendiya sêyem a Komara Kurdistanê, em dikarin di rola Qazî Mihemed de bibînin. Serbarê vê çendê ku Qazî Mihemed kesayetiyekî olî û xwediyê hitbar û nifûzek bihêz a malbatî bû û gellek kesan jî rola olî – karîzmatîk ji bo wî pênase dikirin, lê nabe ku hêza eqlanî a wî di xwe zanînê, diyarîkirina hêl û aliyan, hevahengî, rêxistina derk û pêkanîna wan di sîstemek piraktîzebûyî bi navê Komara Kurdistanê de jî, nehê baskirin.Girîngtir ji vana, taybetmendiya olî – malbatî dibe sedem ku xelk serbarê sehên eşîrî û hin caran jî navendxwaz, di navendekê de werin organîzekirin û bi nasînek ducarkî, ji wan re hêz û pêjna “Em bûnê” were dayîn, emên ku di dawiyê de, berpirsiyariya rengvedana nirx û buhayan dide şeniyan û weke îdeolojiya neteweyî, nasname û kesayetiya neteweyekê nîşan dide. Taybetmendiyeke din a Komara Kurdistanê, ewlebûna zirûfan ji bo qonaxa derbazbûn ji pêkhateyek kevneşopane ber bi oragnîzasiyonek nûjen e. Avabûna Komeleya (J.K) yan jî Civata Vejiyana Kurd ku di bin bandora Partiya Hîwa di Kurdistana Îraqê de bû û her wiha pêkanîna wê weke rêxistinek nepenî, bi girîng û pûtezanîna Kurdbûn û di berdewamiyê de jî guhartina wê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ku xwediyê çarçove û pêkhateyên partiyek nûjen û bi diyarîkirina daxwaz û xwestekên gelê Kurd di çarçoveya partiyekê de, yek ji taybetmendiyên berbiçav ên Komara Kurdistanê di wê demê de bûn. Taybetmendiyên din ên Komara Kurdistanê, xistine rojeva daxwazên nûjen di qonax û herêmek diyarîkirî a coxrafiyayî de ku di rastî de ne Komariyê nîşan dide û ne jî demokrasiyê. Xistine rojeva Komariyê li cem têgiha demokrasiyê di welatekê de ku Şah perestî tevlî hizr û ramanên wî welatî bûne, xalek pîroz û pirrbuha bû ku bingeh û mercên sereke ên wê pêkhateyê, haydarkirin û haydana xelkê ji bo mirovperweriyê bû. Hewl ji bo avakirina perwerdeyek nûjen di herêmên bin desthilatdariya xwe de, birêveberîkirina sîstema dadê, derbazbûn ji eşretîbûn ber bi Kurdbaweriya neteweyî, derbazbûn ji ferq û cudahîdanînên olî ber bi pejirandina çend olîbûn û piloralîzma olî, peymana stratejîk tevî Azeriyan û pesendkirina hin lihevhatinan ji bo lagirîkirin ji kêmaniyan di çarçoveya bin desthilatdariya xwe de, cihgirkirina sîsmeta ewlekarî a nûjen, belavok û çapemeniyên azad û hewl ji bo berfirehtirkirina çapemenî û ragihandinê, perwerdehiya bi zimanê Kurdî weke zimanê fermî û zimanên din di Kurdistanê de, avakirina Radyoya Kurdistanê û armancên demokratîk di biyava hikûmetî a Kurdistanê de, ji taybetmentiyên din ên wê qonaxê bûn.Di biyava ragihandinê de em dikarin bi awayekî dokumentî qala belavokên weke “Nîştiman”, “Hawarî Kurd”, “Hawarî Nîştiman”, “Kurdistan”, “Helale” û wd..., bikin. Her wiha em dikarin îsarê bi tekezkirina Komarê li ser mafê çarenivîsê ji bo gelan, mafê diyarîkirina çarenivîsê ji bo gelê Kurd, mafê serxwebûna gelan, hewl ji bo pêkanîna Komeleya hişyarkirinê ji bo gelê Kurd, liv û tevgerên çandî û kulturî, aştî û demokrasî ji bo cîhanê, çûn bo nav biyavên kulturî û civakî û kêmrengkirina nêrînê eşîretî, neteweyî û olî ku bi awayekî zelal dihatin dîtin, bikin.Girîngî û pûtedana Komara Kurdistanê ji jinan re û diyarîkirina komîteyek taybet ji bo şundeçûna kar û barên jinan di bin çavdêriya rasterast a Qazî Mihemed de, di demekê de ku di Rojhilata Navîn de, jin weke meriv nehatibû nasîn, ji Pêşewa Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê re, mînakek ji bo rêberî û desthilatdariyê çê dike ku bi mêzekirina wê, em dikarin gellek usûl û pîvanên demokratîk ku ji aliyê cîhana îro ve jî hatine pejirandin, bidest bixin.Qazî Mihemed di demên dawiyê de jî ji bo buhadan bi demokrasî û mafê xelkê, mirina xwe jî avêt ber dengdana xelkê heya ku ji ber hizrên wî ên nû û nûjenxwaziya wî, tu zirar û xisarek negihîje xelkê û eva jî dibe ku weke girîngtirîn taybetmendiya Komara Kurdistanê û Qazî Mihemed were hesibandin. Komara Kurdistanê weke niqteya destpêka hilbijartinek siyasî ji bo demokrasiyê di biyava desthilatdariya otorîteyan di Rojhilata Navîn de tê hesibandin.  Bêhzad Xoşhalî Wergeran ji Farsî/ Omîd Esxeran***Bêhzad Xoşhalî, nivîskar û lêkolînvanekî kurd yê kurdistana rojhilat e ku heta niha dehan pirtûk û lêkolînên wî hatne çap û belavkirin.Ji Rojnama Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.