Ramyarî

Bizava Neteweyî A Kurd Ji Nêrîna Dîroka Siyasî Ve

Bêhzad Xoþhalî · 23.08.2008 · 2 dîtin

Nîşan: Nivîsîn derheq dîroka siyasî a gelan bi giştî û ya gelê Kurd bi taybetî, eger çi hêsan dixuye, lê karekî dijwar e. Eva ji ber vê çendê ye ku Kurd weke neteweyek, ne xwediyê çarçoveyek siyasî ne û dîroka wan hertim tevlî dîroka siyasî a dewletên desthiltadar bi ser Kurdistanê de, bûye.Kurdistan ji ber hin taybetmendiyên weke demografiya siyasî, ji destpêkê ve heta niha, cihê baldana hêzên siyasî – nizamî ên navneteweyî, navenda rikeberanê yan jî em baştir bibêjin, çepera şer ya dawîn a hêzên çarenivîssaz di dîroka cîhanê de bûye. Belgeya me bona vê çendê jî, qewimîna zêdetir ji bîst şer û pevçûnên mezin û berfireh yên di navbera hêzên herêmî û Împeratoran di heyamên cur bi cur de bûye. Kurdistan ji ber taybetmendiyên jeosiyasî, şaristanî û dîrokî, welatekî rojhilatî ye û ji ber hilkevta wê di navenda Rojhilata Navîn û navendîbûna bazneyên hevnavend a coxrafiyaya siyasî(li gor nêrîna Jan Gatmen), xwediyê cihek taybet di biryarçêkirin û biryardanên ku dibine sedema rewestan û piraktîzebûna wan di Rojhilata Navîn û cîhanê de bûye(eger çi divêt em îfadê bi vê çendê bikin ku gelê Kurd weke neteweyek, tu rol û cihek di biryardanên han de nebûye). Bi liberçavgirtina vê çendê ku niha zirûfa Kurd di Rojhilata Navîn de ketiye pêvajoyekê ku guhartin di hevkêşeyên siyasî – coxrafiyayî ji her demeke din bihêztir û xurtir bûye û bi baldan bi dahûnandina stratejîk a Pawil Hobert, jeopolîtîkvanê Amerîkayî ku dibêje: “Aştiya Rojhilata Navîn ne di çareserkirina pirsa Ereb û Îsraîliyan de ye, belku di çareserkirina pirsa Kurdan de ye”, emê di çend beşan de hewla dahûnandina pirsa Kurd bidin.Bi baldan bi sînordarbûna lêkolîna han û tevlîhevbûna hundirîn a vê mijarê, min baştir dît ku biyava dîrokî a pirsa Kurd ji sala 1514’an heta dema hevçerx – anku destpêka dabeşbûnê heta demekê ku dîroka siyasî a Kurdan fenomenek bi navê partiyan di hundirê xwe de diafirîne- bêxim holê û piştî nasandina cihên îptîyom(berbiçav) ên dîroka siyasî ya Kurdan, dest bavêjim şirovekirina serhildan û tevgerên seranserî ku xwediyê rûçik û armancên serxwebûnxwaz bûn.Di lêkolîna han de, bi mifahwergirtin ji pênc peyvên “kiryar”, “sebeb”, “biyav”, “alav” û “armanc”, ezê hewla şirovekirina taybetmendiyên han bidim.Dîrok Ji bo çûn bo nav vê mijarê, di destpêkê de hewce ye ku em îsarê bi hin cihên îptîyom di dîroka siyasî a Kurdan de bikin ku di vê navberê de, baştir ev e ku girîngtirîn peymanname û di domê de jî tevgerên neteweya Kurd di biyava nîştimanî a Kurdistanê de, bi awayekî kurt werin dahûnandin. A: Girîngtirîn peymannameyên ku bandor danîne ser pirsa Kurd:1. Peymannameya Îdrîs Betlîsî û Sultan Selîmê yekem(1514, peymannameyên salên 1555, 1556 û 1590)2. Peymannameya 1639 a di navbera Sultan Muradê Çarem û Împeratoriya Sefewî(parçekirina yekem a Kurdistanê)3. Peymannameya Erzrom di salên 1823, 1847, 1853 4. Peymannameyên sînorî ên salên 1727, 1736 û 1746Di nava peymannameyên han de, peymana Zehab (1639’an) ku ji yên din girîngtir e, bû sedema perçebûna Kurdistanê(Kurdistana Osmanî û Kurdistana Sefewî) û ewlebûan vê peymannameyê di çarçoveya peymannameyên sînorî yên din di navbera du hêzên herêmî û desthilatdar bi ser Kurdistanê de.B: Peymana Sayks-PîkoDi peyamanameya han de ku di sala 1916(9 -16 May) piştî bidawîhatina gotûbêjên nûnerên Birîtaniya(Mark Sayks) û Firansayê(Corc Pîko) hate wajokirin, Kurdistana bin desthilata Osmanî bi du beşen A û B hate parvekirin û piştî haydarbûna dewleta Rûsyê bi nûneriya Sazanof ji naveroka vê peymannameyê, beşek ji Kurdistanê jî kete bin desthilatdariya Rûsyayê. Di peymannameya han de, herêmên Kurdakincî bi vî awayî hatibûn parvekirin: Bakûrê Kurdistan(Başurê Rojhilatê Turkiyaya niha) di bin desthilata Rûsiyayê.Başurê Kurdistan( Herêma niha a Kurdistanê, Mûsil û Kerkûk) di bin desthilatdariya Birîtaniyayê. Rojavayê Kurdistanê(Sûriyaya niha) din bin desthilatdariya Fransayê.B: Peymana SêvêrPeymana han di bervara 10.08.1920’an de, di navbera hêzên serkevtî ên şerê yekem yê cîhanî û Împeratoriya Osmanî li bajarê Parîsê hate wajokirin. Hêjayî gotinê ye ku General Şerîf Paşa û desteya nûneriya Kurd beşdarî di civînên vê peymannameyê de kirin. Li gor vê peymannameyê, Împeratoriya Osmanî hate perçekirin û di bendên 62, 63 û 64’an yên vê peymanê de ku taybet bi pirsa Kurdan bû, hatibû ku pirsa mafê diyarîkirina çarenivîsa Kurdan, dê di heyameke diyarîkirî de were misogerkirin. Peymana han yekemîn belgeya navneteweyî di dîroka gelê Kurd de ye ku bi awayekî zelal qala Kurdan û mafê diyarîkirina çarenivîsa wan dike.C: Peyamna Lozan Peyamana han li bervara 24.07.1923’an di navbera Turkiye û hêzên hevalbend yên nû de hate wajokirin. Bi pesendkirina peyamana Lozanê, peyamana Sêvêr bi awayekî eşkere hitbar û rewabûna xwe ji dest da û bingehên hiqûqî û navneteweyî yên pirsgirêka Kurd di bahoza “maf hertim bi serdestî ye” hate hiştin.D: Peyamana Seed AbadPeyamana han li bervara 08.07.1937’an di navbera welatên Îran, Turkiye, Îraq, Efxanistan û wd... de hate wajokirin. Girîngtirîn benda ku heta niha rewatiya vê peymanê ragirtiye, benda derheq hevdengiya dewletên endam, ji bo tepeserkirina Kurdan û hewcehiya radest û teslîmkirina bê şert û merc a Kurdan bi her yek ji dewletên dagirker yên Kurdistanê ye. Bi liberçavgirtina naveroka peymanên ku me li jor qala wan kir, wiha dixuye ku armanc û merema dewletên beşdar û wajoker yên wan peymanane, di çarçoveyên giştî yên li jêr de hatî de, kurt dibin: 1. Parvekirina Kurdistanê2. Hiloşandina Împeratoriya Osmanî 3.Dorpêça siyasî – nizamî a Yekîtiya Soviyet a berê4. Pêkanîna delîveyan ji bo dijheviyên neteweyî û olî di herêmê de5. Mifahwergirtin ji pirsa Kurd, bona givaşanîn bo ser welatên desthilatdar bi ser Kurdistanê6. Hewl ji bo valakirina gişt pirojeyên bi bandor û hêsanker yên derheq avakirina dewleta serbixwe ya Kurd Bizav Ji girîngtirîn bizavên Kurdan yên li dijî dagirkerên Kurdistanê, em dikarin qala tevgerên jêr bikin:A: 1800 – 1914Bizava Ebdulrehman Paşayê Baban(Silêmaniyê 1806 – 1808)Bizava Ehmed Paşayê Baban(Silêmaniyê - 1812) Bizava Kurdên Zaza(Sîwas 1820)Bizava Mîr Bedirxan(Cizîra Botan 1821 – 1834)Serhildana Mihemed Paşa(Rewandiz 1826 – 1833) Serhildana Şengar(Şengar 1830 – 1833)Bizava Mîr Şerefxanê Bidlîsî(Bakûrê Kurdistanê - 1879) Serhildana Yezdanşîr(Bakûrê Kurdistanê - 1834)Bizava Husên Kenaan Paşa û Osman Paşa(Bakûrê Kurdistanê - 1879) Serhildana Şex Obeydulahê Nehrî(1880 – 1881)Serhildana Eşîra Kelhur(Kurdistana Îranê - 1905) Serhildana Kurdên Mûsil, Erzrom û Bidlîs(1907)Serhildana Şex Ebdulselam Barzanî(Barzan 1908 – 1914)Serhildana Mela Selîm û Şehabedîn(Bidlîs 1913) B: 1914 - 1939 Tevgera Şex Mehmûd û hikûmeta Kurdistanê(Silêmanî û Başurê Kurdistanê 1919 – 1932)Serhiladana Şex Seîdê Pîran(Bakûrê Kurdistanê - 1925) Tevgera Ceefer Sultan Hewraman(1912, 1914, 1929 û 1930)Serhildana Seyîd Riza Dêrsimî(Bakûrê Kurdistanê - 1937)Serhildana Îbrahîmxanê Delo(Kifrî 1920)Tevgera Simko(Kurdistana Îranê 1920 – 1930)Serhildana Kerîm Begê Hemewend(1921 – 1922)Serhildana Diyarbekir(Bakûrê Kurdistanê 1934)Serhildana Îzidiyan(1939)Serhildana Îbrahîm Hinanu(1925 – 1945)Serhildana Goyan(Zaxo 1919)C: 1940 heya dema hevçerx Rûçik û şekla vê qonaxê ji ber nihêrîna siyasî, bi awayekî giştî cuda ji qonaxên berî 1939’ê ye. Çunku ji vê heyamê şunde, bi avabûna partiyên çalak yên Kurdî, modela tevgerên serbixwexwaz yên Kurd ber bi endambûn di partiyan û xebata çekdarî li cem xebata siyasî bi rêberiya partiyên siyasî, diguhere. Li wê heyamê vir ve, rêberiya bizavên siyasî – nizamî ên Kurd dikeve stûyê partiyan û bizavên azadîxwaz yên Kurd hêdî hêdî rêya rasteqîn a xwe, digirin pêşiya xwe.Gellek dîrokzan, serhildana Şex Ubeydula Nehrî weke destpêka nasyonalîzma nûjen di Kurdistanê de dihesibînin. Serhilanana han ji ber nasname û taybetmendiyên xasmanî bixwe ku ew ji serhildan û bizavên berî xwe cuda dikir û nêzîk bizavên piştî xwe dike, xwediyê girîngiyek taybet di dîroka siyasî a neteweya Kurd de ye. Li gor şiroveya pêşîn ji beşa berê a vê nivîsarê, di destpêkê de em dê bersiva pênc fakteran bidin û piştre dê nihêrînek kurt li ser bizavê de bikin û di dawiyê de jî em dê qala hin taybetmendiyên wê bizavê bikin: 1- Kiryar: Bizava Şex Ubeydula Nehrî2- Sebeb: Hêzên çekdarên Kurd li ser sînorên Îran û Osmaniyê bi rêberiya Şex Ubeydula Nehrî. 3- Biyav:A): Dem: 1880 – 1881B): Cih: Beşeke zaf ji Kurdistana Îranê û parek ji demografiyaya Osmaniyê. 4- Alav: Bizava çekdarî5- Armanc: Hewl ji bo avakirina dewleteke serbixwe a Kurdî di nava çarçoveyek otonom de.Yek ji girîngtirîn sedemên pêkhatina serhildana Şex Ubeydula Nehrî, hewl ji bo jiholêrakirina fîzîkî a Hemze Axayê Mengor ji aliyê hakimê Mehabadê ve bû. Bizava han di sala 1880’an Zayînî de dest pê dike û bo heyamê sal û nîvan di beşeke berçav ji Kurdistanê de, dom dike. Rêberiya wê bizavê xwediyê rûçikek olî – neteweyî bû û ji ber hêz û karîna olî a Şex, xwediyê hêz û ptansyolek zaf ji bo berhevkirina hêzên Kurd li dijî hêzên Îran û Osmaniyê bû. Bizava han di heyamekî gellek kin de, karî beşeke berçav ji Kurdistana Îran û herêmên ser sînor yên Osmaniyê rizgar bike. Hêjayî gotinê ye ku hêzên Şex nêzîkî dagîrkirina Tevrêzê jî bûn, lê di dawiyê de dîplomasiya çalak a Birîtaniya û Rûsiyayê, gotûbêjên Îran û Osmaniyê û pêkhatina hin pirsgirêk û kirîzan di nava hêzên Şex de, ew ber bi paşdekişiyanê hay dan û di sala 1881’an a Zayînî de, bi dûrxistina Şex Ubeydula Nehrî, hêdî hêdî bizava han qels û lawaz bû.Şex Ubeydula Nehrî ji yekemîn rêberên Kurd yên piştî sala 1639’an û dabeşkirina Kurdistanê ye ku di pêwendiyên navbera xwe û balyoz û nûnerên Birîtaniya, Bab Alî(Osmanî) û Tehranê de, qala mafê Kurdan ji bo diyarîkirina çarenivîsa xwe dike û bi bikarbirina hin peyvên weke “neteweya Kurd”, “Mafê Kurdan ji bo hilbijartinê” û di dawiyê de “Mafê avakirina dewleteke serbixwe a Kurd”, taybetmendiya neteweperwerî a Kurdan bi ronî, eşkere û nîşan dide. Navhatî her wiha ji yekemîn rêberên Kurd tê hesibandin ku serbarê bîr û baweriyên olî yên xwe, karî rûçikek neteweyî jî bixwe ve bigire û hemû hêza olî a xwe ji bo neteweya xwe bikar bîne. Ji hin taybetmendiyên din yên wê bizavê, em dikarin qala yekbûna neteweya Kurd di bin rêberiya Şex Ubeydula Nehrî de, nenasîna sînorên nava du dewletên Îran û Osmaniyê ji aliyê Kurdan ve û li cem hev kombûna Kurdên du aliyê sînor ji bo gihîştin bi armanceke hevbeş bikin.Lê girîngtirîn taybetmendiyên bizava şex Ubeydula Nehrî pêkhatî ne ji: 1- Rêberiya olî – neteweyî a şex Ubeydula Nehrî di destpêka bizavê de. 2- Guhartina wê rêberiyê bi rêberiyek neteweyî di doma bizavê de.3- Berfirehbûna çarçoveya demografîk a bizavê. 4- Bihevrebûna bihêz a Kurdan di bin rêberiya Şex de. 5- Beşdariya Kurdên her du aliyê sînor di bizavê de.6- Dîplomasiya çalak a Şex di dema bizavê de, hevdem tevî zirûfa dîplomatîk a Birîtaniya – Îran û Osmaniyê. 7- Îsarekirin bi mafê diyarîkirina çarenivîsa Kurdan ji rêya bikaranîna hin peyvên weke “Mafê diyarîkirinê”, “Vîn û îradeya hilbijartinê” û wd...8- Hesibandina eyan û eşkere a Kurdan weke neteweyekê.9- Bi fermî nenasîna sînorên Îran û Osmaniyê ku Kurd dabeşî ser du dewletan de dikirin. 10- Îsarekirin bi mafê neteweya Kurd ji bo avakirina dewleteke yekgirtî a Kurdî di gotûbêjên bi balyoz û nûnerên Birîtaniyayê re.11- Nigeraniya Rûsiya û Birîtaniyayê ji îmkan û keysa serkevtina şoreşa Şex Ubeydula û guherîna sînoran bi avabûna dewleteke Kurdî. 12- Berdewamiya bizava siyasî a Kurdan serbarê serneketina tevgera çekdarî û bandorên wê li ser tevgerên piştî xwe ku renge dîrokzan gihandibin ser vê baweriyê ku tevgera Şex Ubeydula Nehrî, destpêka tevgera Kurdan a neteweperwer di çarçoveyek nûjen de ye. Simayîl Axayê Simko, sala 1825’an a Zayînî hate dinê û piştî mirina babê wî, rêberiya êla Şikak kete stûyê Simayîl Axayê Simko. Navhatî piştî şerê cîhanê ê yekem hate nav biyava berxwedana siyasî ji bo bidestveanîna mafê Kurdan. Berî wê demê, Simko li tu çalakiyeke siyasî de beşdar nebûye. Her çend ku ji ber pêgeha bihêz ya eşîretî di heyamê şer de, ji aliyê hêzên Rûs ve hate binçavkirin û bo Tiflîsê hate dûrxistin, lê piştî heyamekê bi merca rûniştina bi neçarî li bajarê Xweyê, serbest hate berdan. Di destpêkê de hewce ye em qala 5 sedemên: Kiryar, Sebeb, Biyav, Alav û Armancê di bizava Simko de bikin.Kiryar: Bizava SimkoSebeb: Siyamîl Axayê SimkoBiyav:A): Dem 1919 – 1930(bo heyamê 11 salan)B): Cih: Herêma Bakûrê Rojhilat û Başurê Rojhilat yê KurdistanêAlav: Bizava çekdarî li rex dîplomasiya navneteweyî di çarçoveya pêwendiyan tevî nûnerê Rûs, Birîtaniya û ÎranêArmanc: Azadiya Kurdistanê û avakirina dewleta KurdîSimko piştî bidawî hatina şerê yekem ê cîhanî weke leşker û rêberek siyasî hate nasîn û bi armanca avakirina qewareyek Kurdî di herêmê de, di sala 1919’an de, tevgera xwe dest pê kir û beşek berçav ji herêmên Rojhilatê Kurdistanê(Bakûrê Rojavayê Îranê) azad kir, lê di sala 1921’an neçar bi paşdekişiyanê bû û ber bi welatê Tukiyê reviya.Di sala 1924’an bi ragihandina efûya giştî vegeriya Îranê, lê di sala 1926’an de dîsan dest avête bizavek din û vê carê jî piştî têkçûna hêzên wî, hate binçavkirin û bo welatê Turkiyê hate dûrxistin û di wî welatê de hate zîndanîkirin. Simko piştî azadbûnê vegeriya Îranê û di encam de di sala 1930’an de bi darêtina pîlanekê ji aliyê Riza Xan ve hate şehîdkirin. Bizava Şikakan bi şehîdbûna Simko, piştî 11 salan çalakiyên lekşerî û siyasî, bidawî hat. Taybetmendiyên bizava Simko 1- Bizava Simko bizavek herêmî bû û eşîra Şikak xwediyê rolek berçav di vê bizavê de bû2- Eşîra Şikak ji du êlên Evdûyî û Memdûyî pêk hatiye ku li bakûrê gola Urmiyê akincî ne3- Sedema bingehîn li pêkhatina hizra tevgera Simko de, komploya kuştina Ceweraxa ji aliyê fermandarê Mehabadê ve bû4- Simko di gişt axavtinên xwe de, qala azadiya Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî dike5- Navhatî jî weke Şex Ubeydula Neherî, di pêwendiyên xwe de, ji bo Kurdan ji peyva netewe mifahê distîne û serbarê pêşkêşkirina mînakan, bi aweyekî berdewam ji hin peyvan mifahê distîne ku “bindestbûna neteweya Kurd” û “Mafê diyarîkirina çarenivîsê” bi wateya îroyî dixe ber bîr û hizra meriv.Di nameya Simko ji bo Zeferuldolê, fermanderê hêzên Azerbaycanê de, hatiye: “Hûn binêrin gellek neteweyên biçûk û kêm yên cîhanê ku di warê berfirehiya coxrafî şeniyan ve ji neteweya Kurd kêmtir in, çawa karîne azadiya xwe li hember dewleta Almanyayê bidestve bînin û bigihîjin serxwebûnê. Heke neteweya Kurd jî nekare mafê xwe ji dagirkeran bistîne, mirin ji bo gelê Kurd baştir e ji êxsîrî û bindestiyê”.Her wiha Simko di bersiva pirsên General Şerîf Paşa, nûnerê herêmên Kurdakincî li Stanbolê de, dibêje: “Di zirûfa niha de, ez rêberiya tevgera Kurd dikim û hêj ez ne xwediyê rêxistinek îdarî û siyasî me. Giringtirîn armanca me, azadiya Kurdistanê ye û dema ku em gihîştin azadiyê, wê demê ne girîng e ku çi kesek rêberê Kurdistanê ye. Ez bixwe tu car ji rêberiya gişt Kurdan û desthilatdariyê re ne hizirîme. Derheq alayê jî ku we pirs ji min kirbû, bi baweriya min roja ku Kurdistan rizgar be, em dikarin ji alayê re jî bifikirin ku dê wê bikin sembola neteweyî a xwe”.6- Pêwendiyê dîplomatîk:- Li Nîsana sala 1919’an, Simko Seyîd Teha weke nûnerê xwe dişîne Bexdayê hetanî ku tevî Wîlson, nûnerê Birîtaniyayê li Mezopatamiyayê gotûbêjan bike. Hêla sereke di gotûbêjên han de, hewl ji bo bi qîm gihandina Birîtaniyan ji bo pejirandina serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewletek serbixwe a Kurdî ye.- Îlona sala 1921’an, Simko li bajarê Şinoyê tevî Kaks, nûnerê Birîtaniyayê, hevdîtinekê pêk tîne. Hevdîtinên han bi awayekî qonax bi qonax hetanî sê salan dom dikin.- Di sala 1924’an de, di nameyekê de ji bo nûnerê Birîtaniyayê li Mezopotamiyayê, dinivîse: “ Ez û Seyîd Teha sozê didin we herdem ku dewleta Birîtaniyayê amade be ku bona avakirina dewleteka serbixwe a Kurdî, piştevaniyê ji me bike, em dê Turkên nejadperest ji bajarên Kurdakincî bavêjin derê. Em dikarin heya Enqerê jî tevî dujminan şer bikin, heta em dikarin li başur jî, heya Sine biçin û herêmên Kurdakincî ji destê rejîma Îranê bînin der”.- Simko di sala 1922’an nûnerek xwe şande cem Rûsan, lê Yekîtiya Soviyet a berê ji ber peymannameya 26’ê Şibata 1922’an û normalbûna pêwedniyên Soviyet û Îranê, daxwaza Simko napejirîne.- Hevdîtin tevî Heyder Beg Kurk li Şemzînan û daxwaza hevkariyê ji wî7- Hevdembûna bizava Simko tevî serhildana Şex Mehmûd li başurê Kurdistanê û Serdar Reşîdxan li herêma Kirmaşanê ku ji aliyê Birîtaniyayê ve piştevanî jê dihate kirin û weke kesek bona serokatiya Kurdistanê hatibû diyarîkirin8- Pêşwazîkirin ji Şex Mehmûd weke Lehengek Neteweyî û bi fermî nasîna navhatî, weke rêberê gişt Kurdan9- Renge çi di biyava Kiryar û çi jî di dîroknivîsandinê de, em tu rêberek Kurd weke Simko mêze nekin ku bi vî awayî neketibe ber xezeba dagirkeranSimko di yek ji daxwazên xwe ji bo “Wezareta Derve a Soviyetê” de, dibêje: “ Ez girîngî û pûteyek zaf didim Soviyetê ku piştevaniyê ji azadiya gelên bindest ên cîhanê dike. Heke di cîhanê de, neteweyek bi şeref û xwediyê pirensîp û pîvanan hebe ku heya niha negihîştibe azadî û serxwebûnê, ew netewe, neteweya Kurd e ku ji aliyê cîranê xwe yê bakûr ve jî piştevanî jê nahê kirin ku ez jî endamek biçûk ji wî gelî me. Ez ji bo azadiya gelê Kurd, amadeyî her cure hevkariyekê me(rapora Çîçrîn bo Wezareta Karê Derve ya Rûsiyê 1922). Belgeya Wezareta Karê Derve ya BirîtaniyayêSimko û helwesta Birîtaniyayê li hember bizava wîBelgeya hejmar(371)(2262) bervara 20’ê Tîrmeha 1921’an, nameya nihênî a leşkereke siyasî yê Birîtaniyayê li bajarê Raniyê ye:Îsare bi nameya Simko ji bo Babekr Pişder, nêrîna min derheq vê nameyê bi awayê jêrîn e:Simko ku di heyama temenê xwe de, jinavçûna çend dewletan bi çavên xwe dîtiye, bi sehkirina vê çendê ku hikûmeta nihoyî, xwediyê rûçikek cuda ye, hêj cihê xwe yê rastîn nenasiye. Ew bi tu awayekê amadeyî ji dest dana desthilata niha nîn e, di encama vê çendê de, ew lişun peydakirina alîgirek biyanî ye. Derheq herêmên bakur jî berfirehbûn û bihêzbûna pêwendiyên me tevî Simko dê baştirîn bandorên xwe yên erênî hebin. Rast û nerast Simko niha gihîştiye nav û dengek zaf ku bi hurmet ve qala wî tê kirin. Bi nêrîna min, em dikarin bi hevkarî û piştevanîkirin ji Simko, gellek asteng û girêpêçkên hemberî xwe ji holê rakin. Fo371/6347/2262, 20 July 1921Her di heman belgenameyê de(S.63 bervara 20.07.1921), nameya Simko ji bo Babekr Axayê Silêmaniyê hatiye tomarkirin ku Mela Silêman ew name gihandiye destê Babek Axa. Naveroka namê bi vî awayî ye: “ Tu hikûmetek din ji bilî Birîtaniyayê karîna birêvebirina kar û barên herêmê nîn e. Belşvîk piştî pêşveçûnên qonax bi qonax, di encam de neçar man ku bisekinin û ber bi welatê xwe vegerin. Em dikarin Îranê jî weke dewletek bihêz bihesibînin. Mistefa Kemal û hêzên wî jî ji bîst hezar kesan derbaz nabe û piropagendeyên wî ji bo êrîsa bo ser herêmê bi du armancan tê meşandin: A yekem Bandora nerênî li ser yekîtiya eşîran û a duyem jî komkirina pere û wergirtina bacan e. Hêzên çekdar ên Turk jî ku hatine Kanî Reşe, tu armnacek ji bilî tirsandina eşîrên herêmê nîn in. Ez vê çendê baş dizanim ku ez bi buxtana dek û fêlbaziyê hatime tawanbarkirin, lê tu kes amadeyî bihîstina axavtinên min derheq berevanîkirin ji xwe nebûye. Ne kiryarên min ên niha û ne jî yên berê, tu yek ji wan ji bo dujminatî tevî Birîtaniyayê nebûne, berevajî vê çendê, min herdem hewl daye ku pêweniyên baş tevî Birîtaniyayê de lidar bixim. Di encam de ez daxwazê ji we dikim ku di pêwendiyên xwe tevî Birîtaniyayê, derheq min hêwirandinên hewce werin kirin. Ez amade me ku ji bo gotûbêjkirina tevî nûnerê hikûmetê herim bajarê Şinoyê, ez erxayîn im ku em xwediyê gellek xalên hevbeş in. Di tomareke din hejmara(C/61 bervara 29.07.1921) ku ji aliyê leşkerê Birîtaniyayê ji bo nûnerê Samî hatiye şandin, hatiye: “Ez tevî nirxandinên cîgirê leşkerê siyasî li Raniyê Kapîtan Kuk, hevdeng im, serbarê vê çendê ku ez bala we bo xalên jêrîn jî dikişînim:1- Çarçoveya herêmên bin desthilatdariya Simko li herêmên Kurdakincî ên navbera Îran û Turkiyê bi awayê jîrîn e:1- Hêlek dirêj ji Bîrekepere bi dirêjahiya Zêya mezin û ji wir jî ber bi sînorê Dîlman(Selmas) hetanî Xweyê. Ji Xweyê ber bi başur hetanî qiraxên gola Urmiyê û ji wir jî hetanî Sildoz û Bane ji bilî Sine û Mehabadê. Bêguman, alîgiriya menewî a Birîtaniyayê dibe sebeb ku navhatî çarçoveya desthilata xwe hetanî bajarê Diza(Rojavayê Îranê) berfireh bike2- Renge Seyîd Taha li bersiva daxwazên Simko ji bo gotûbêj tevî Birîtaniyayê, were nava gotûbêjan3- Lidarxistina pêwendiyan tevî Simkoyê bihêz, gefa li ser sînorên me ji nav dibe4- Derheq Îranê jî divêt ez bibêjim ku ew welate ji ber jidestdana erdên xwe nigeran nabe5- Derheq Simko jî, divêt em bibêjin ku navhatî kesayetiyek bihêz e, di encam de nabe bi tevahî bawer pê were kirin. Eger çi wî bi rûyekî hêzên Îranê têk şikandine, lê ew bi başî haydarê vê çendê ye ku piştgirêdan bi eşîrên xwecih, weke take alîgir, karekî baş nîn e, di encam de hewlê dide ku tevî hikûmetek weke Birîtaniyayê bikeve nav gotûbêjan Bi nêrîna min, bihêzkirina piştevaniya menewî ji navhatî di dirêjheyam de, dê me neçar bike ku li hember hemû şert û mercên wî teslîm bin. Bizava Şex Mehmûd di dîroka siyasî a gelê Kurd de, mîna serhildana Şex Ubeydula Nehrî û bizava Simko, xwediyê hin taybetmeniyên siyasî ye ku serbarê cudakirina xwe ji serhildanên din, mîratên pirbuha ji bo tevgera gelê Kurd bicî hiştiye.Kiryar: Bizava Şex Mehmûd Berzencî Sebeb: Şex Mehmûd Berzencî(Hefîd)Biyav:A) Dem: 1919 – 1934B) Cih: Başurê Kurdistanê(Herêma Niha a Kurdistanê li Îraq û herêma Silêmaniyê)Armanc: Avakirina dewleta Kurdistanê Kurtiyek ji jiyana siyasî a Şex Mehmûd Berzencî: Piştî şerê cîhanî ê yekemîn, Şex Mehmûd weke yek ji kesayetiyên nava tevgera neteweyî a Kurd û di heman demê de jî sembola neteweyî a Kurdan li berxwedan li hember mezintirîn kolonyalîsta cîhanê bûye. Şex Mehmûd ji wan rêberan e ku serbarê berbirûbûna rasterast tevî Birîtaniyayê, li dema binçavkirin û dûrxistina bi neçarî de jî, tu car ji armancên welatperwerî ên xwe dûr neket û hertim ji bo bicîgihandina armancên han yên xwe dihewilî. Di yek ji nameyên Reşîd Zekî, berpirsê nûneriya Kurdistana Başur ji bo Konsola Birîtaniyayê li Beyrûtê, li bervara 6’ê Tîrmeha 1919’an de, girtîngtirîn daxwaz û xwestekên Kurdan bi awayê jêrîn hatine bicihkirin:1- Serxwebûna giştî û bê şert û merc a hikûmeta Kurdistanê di bin desthilatdariya Şex Mehmûd bi navendîtiya bajarê Silêmaniyê 2- Dabînkirina hêsankariyan ji bo lidarxistina pêwendiyên dîplomatîk di navbera hikûmeta Kurdistanê û dewleta Fransayê3- Dawîanîn bi desthilatdariya Birîtaniyayê a li ser Kurdan bi piştevanî û hevkariya dewleta Fransayê4- Dabînkirina hewcehiyên madî ji bo akinciyên Silêmaniyê ku bi sedema dorpêça arteşa Birîtaniyayê tevî pirsgirêkan berbirû bûne. 5- Hewl ji bo dabînkirina ewlehî û azadiyê li Kurdistanê6- Haydarkirina heyeta Amerîkayî ji rewş û zirûfa niha a Kurdan 7- Daxwaza piştevaniya tev alî ji FransayêDi yek ji girove û belgeyên din de hatiye:Hikûmeta Kurdan li Silêmaniyê hatiye avakirin ku bi awayê jêrîn e:Ji Mardîn heya Sine û ji wir ber bi bakûr heya Urmiyê û Başqala. Hêjayî gotinê ye ku akinciyên Kerkûkê, Şex Mehmûd weke şahê xwe pejirandine. Girîngtirîn taybetmendiyên bizava Şex Mehmûd Berzencî:1 - Rûçikê olî û neteweyî a tevgerê2- Avakirina hikûmeta Kurdistanê li çend qonaxan3- Berxwedana berfireh li hember Birîtaniyayê4- Sernaserîbûn û beşdariya tev alî di bizavê de 5- Pêwendiya bihêz û çalak tevî rêberên tevgerê li Îran û Turkiyê(Simko û Celadet Bedirxan)6- Nasîna Şex weke hakimê Kurdistanê ji aliyê rêberên Kurd ve 7- Qelsî û lawazî di pêwendî û gotûbêjên siyasî tevî dewleta Birîtaniyayê û nûnerê Samiyê Birîtaniyayî li Bexdayê8- Vegotina sirûda “Ey Reqîb” ji aliyê Dildar, helbestvanê Kurd li dema Şex Mehmûd li dijî kolonyalîzma Birîtaniyayê ku piştre weke sirûda neteweyî a Kurdan hate nasîn 9- Hewla Şex Mehmûd ji bo mikûm û berfirehkirina desthilatdariya xwe bi ser hemû Kurdistanê, bê liberçavgirtina sînorên coxrafiyayî yên diyarîkirî ji aliyê civaka navneteweyî ve10- Cihgirtina bizava Şex Mehmûd di demekê de ku giringtirîn taybetmendiya wê, ne ewlebûn û nebûna hevahengiya siyasî li herêmê ku ji ber hevrikiyên siyasî û leşkerî ji aliyê hêzên ewropayî di herêmê de pêk hatibû 11- Berbirûbûna leşkerî a rasterast tevî arteşa Birîtaniyayê li Kurdistanê û bombebaran Silêmaniyê di du qonaxan deNirxandin: Şex Mehmûdê Berzencî bi avakirina hikûmeta Kurdistanê û pêşkêşkirina modelekê ji pêkhateya siyasî – îdarî li Silêmaniyê, merema rastîn a xwe ji bizavê bona avakirina desthilatdariya serbixwe a Kurdî li Rojhilata Navîn ji bo cihgirkirina herêmên Kurdakincî li çarçoveyek siyasî bi navê Îraqê ku qirar bû di pêşerojê de were avakirin, nîşan da. Şex Mehmûd di heyama berxwedan û avakirina hikûmeta Kurdistanê de, tucar amadeyî şopandina siyaset û biryarên nûnerên Samîyê Birîtaniyayî li Bexdayê nebû û ji ber bêhêzbûna berçav di dîplomasiya siyasî de, bi bihêzkirina pirsa olî li hember nûnerên Birîtaniyayê û hewl di pêxema nîşandana hin dirûşmên olî de, bi kiryar nûnerên Birîtaniyayê ji bo desthilatdariya xwe li Îraqê bêhêvî kir û di encam de ew mecbûr bi anîne serkara Melik Feysel û pêkanîna çarçoveyek siyasî ku pêkhatibû ji Erebên Şîî, Erebên Sunî û Kurdan, kir. Mîcer Wîlson, nûnerê Samiyê Birîtaniyayê li Bexdayê, di rapora xwe a ji bo Wezareta Karê Derve a Birîtaniyayê de, qala jêhatîbûna Şex Mehmûd ji bo hikûmeta pêşerojê ya Îraqê dike, lê di heman de jî dibêje: “Ji ber tagiriya xurt a olî û hin sedemên din, em nikarin baweriyê bi wî bînin (FO371/5124/Baghdad1921)”. Sê belge ji belgenameyên Wezareta Karê Derve a Fransayê, derheq Şex Mehmûd û hikûmeta KurdistanêLi beşek ji belgeya yekem ku ji aliyê heyeta Kurdistanê ve bi nûneriya Seyîd Ehmed, li bervara 18’ê Tebaxa 1919’an, ji bo Kolenel Kiros, Efserê taybet yê pêwendiyên Fransayê li Şamê, hatiye şandin, hatiye: “Ez dubare dikim ku liv û tevgera Kurdan ji ber sedemên jêrîn pêk hatine:A) Berfireh û xurtbûna givaş û stema neteweyî a li dijî Kurdan B) Maytêkirinên berdewam a hêzên Birîtaniyayê û destpêka xebata çekdarî li dijî wî welatîC) Ji destçûna taba giştî a xelkê û destpêkirina xebata çekdarî li dijî Birîtaniyayê2- Di belgeya duyem de jî ku li bervara 10.03.1943’an, bi hejmara 55’an ji aliyê fermandehiya giştî a hêzên Fransayê li herêmê ji bo Wezareta Karê Derve a Farnsayê hatiye şandin, di dawiyê de îsare bi vê mijarê hatiye kirin ku “Şex Mehmûd bi tevahî li hizra desthilatdariya serbixwe ji bo Kurdan e, eger çi ku di zirûfa niha de, gihîştin bi armancek wiha, ne nêzîk e”.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.