Ramyarî

Bizava Kurdistan (1930- 1970)-II-

Ahmet ÖNAL · 03.04.2006 · 2 dîtin

BIZAVA KURDİSTAN -II- KOMALEY JIYANAWEY KURDISTAN Li Îranê di salên 1940î de Riza Şahê Pehlewî dijî kurda siyasetek tund û dijwar meşand. Di berî şerê cîhanê yê duwemîn de li Iranê hinek mafên demokratik dihatin dîtin. Di nav kurdan de hin wê demê dihatin qaleqal kirin ku bêrîya otonomîyê bi civata eşîri û nijadi, kurd nikarin têkili hev bibin û bigehêjin armancên xwe. Li Mehabadê bi hêjmarî zêde nebin jî ji rewşenbîr û karkeran grubek hebû ku rolek giring di nav gel de girtîbûn. Di dawiya sala 1942an de ji nav Partîya Gel ya Iranê ( TUDEH) yên ku li kurdistanê xebata siyasi dikir, serekê komita herêmê zenaatkar bû û nave wî Abdurrehman Zebîhî bû. Bi destpêkirina wî civîna Komeleya Jîyanawey Kurdistan âmade û saz bû. Di civînê de: Armanca tekoşina kurd ji bo ”otonamîye” ye û di nav çerçeva sinorê dewleta iranê de bê dayîn. Ji bo tekoşina ”kurdistanek gewre ( serbixwe)” divê di plana duwem de helwest bê girtin. Ev daxwaza duwem divê li Iraq, Iran û Tirkîya yê paş sistema otonomîyê ku bi cîh bû, hîngê dikarin bînin rojevê. Jîyanawey Kurdistan, partîyek çepgir bû û alîgirê Sovyetê bû. Ji bo wê jî di nav gundî û eşiran de bi bingeh nedibûn û ji aliye têkili de zahmeti dikişandin. Gor van astengên di sala 1944an de bûbûn partîyek berfireh û bi nav û deng. Li Mehabadê kovara ”Niştiman” wêşand. Opera ya bi navê ”Dayika Niştiman” serrast kir û deranî ser sahaneyê ku di operaye de propaganda nasyonalistî ya kurd dikirin . ”Jiyanawey Kurdistan û Hiwa yê di Tebaxa sala 1944an de li çîya yê Dîanparê (Ciye ku civîn kom bûye ew ciyê ku sinorê sê beşê kurdistanê digehêjine hev.) yê hevditina delegasyonê ku ji hersê parçeyên kurdistanê hatîbûn bi dar xistin. Di civine de Kurdistana bakur bi navê Gazi Muhamed Vahap hate temsil kirin. Navê civînê di tarixa kurdistanê de bi navê ”Peymana ser sê sînor!” hatîye pejirandin û cîh girt. Hemû delegasyon ” ji bo kurdistana pîroz, soz û peyman kirin ku ji hev re algir û tekildar bimînin.” Di sala 1945an de bi teşwiqa Yekîtîya Sovyetê ”Cemîyeta çandî ya Sovyetê û Kurdistanê” saz bû. Paş sazbûna vê di kurdistanê de hemû komele û parti bi aşkere xebata siyasi dikirin û dest ji xebata vêşarti berdan. Sovyetê ji bo Jîyanawey Kurdistan lokalek vekir û diyarî xizmeta komelê kir. Wekirina lokale de Berpirsîyarê Sovyetê û temsildarê derve yê propagandayê ji weki ”mêvanên bi rûmet” beşdarî bûbûn. Di 11ê çirîyapêşin a 1945an de 9.000 kurdê sivîl û 1.200 kurdê çekdarî bi hev re di bakure Uşnî de ku gihîştîbûn Şino yê fermandarên hêzên Sovyetê yên Azerbeycana Bakur û tevî hêzên Jîyanawey Kurdistan bervê hatin û xêr hatina xwe bi dilsozi pêşkêşi Barzanî û gelle kurd yê serhildêr kirin. Mustafa Barzanî û hevalên wî edi ketibûn xizmeta hêzên kurdistana rojava. PDK-IRAN Bi peşnîyara Sovyetê, Komeleya Jîyanawey Kurdistan fesîh kirin û di dewsa wê de ku ”Partiya Demokrata Kurdistan ya Iranê”( PDK-I) bi yekîtiyek fireh û bi nû ve bêsazkirin, biryar girtin. Lê geleke kadroyên Komeleyê ji vê saziyê nerazi man. Di 25ê Tebaxa 1946an de partî ku ava bû di peyama wê de hate diyarkirin ku 105 kesê damezrenêr bi îmza yê xwe cîh girtî bûn. PDK-Iran di bernama xwe de diyarkirîbûn ku armanca wê “ji bo iranê demokrasi û ji bo Kurdistana Iranê Otonomî” bû. Parti wekî bere bicive û armanca xwe ya ”adalet, medenîyet, wekhevî “ ye divê bi kar bîne. Komara Mehebadê bi pêşevaniya PDK-Iran ê saz bû. Rojnama ”Kurdistan”. ”Komela jinên Kurdistan” û gelek komeleyên dine jî ji alîyê vê partîyê ve li Kurdistana rojava saz bûn. Paş têkçûna Komara Mehabad di demek dirêj de nehat ser hemdê xwe. Lê di demekî nû de Kovara ”Rêga” weşandin. 4ê Sibata 1949an de dijî Riza Şah teşebûsî çalekîyê kirin, bes bi ser neketin. Ser wê buyerê ve Şah dest bi terorek berfireh kir. Gelek kadro û piştewanîyê partîyê girtin û avêtin zindanê. Bes tekoşîn berdewam bû. Di sala 1953ê de rojname ya ”Kurdistan” bi nû ve çapkirin. PDK-Iranê di sala 1964an de Kongreya xwe ya duwemîn çêkirin. Kongreyê de beşê siyaseta Nasyonalistî ya kurd bi ser ket. Di sala 1965an de ji nav partîyê grubeke, bangî kadroye partîyê kirin ku ”divê PDK-Iran dev ji sîyaseta çep û demokratîye bernede” Di wan salan de sîstema Şah hemû deverê kurdistanê kirîbû weki qişla. Ji bo wê gelekî endamên PDK-Îrane mecbûr mabûn ku derbazi Başurê kurdistanê bibin. Li Kurdistana iranê nakokî herî diçûn kur dibûn û kurd her çiqas zêde bi komel nebin jî det bi car car dest davêtin çekê xwe. Ev çer bi destê kadroyen PDK-Irane yen ku çûbun der û Şunve zivirîbûn rojhilate pêk dihatin. 18 de mehan bi wi avayi tekoşinê berdewamî kir. Di sala 1973an de Kongre ya Sêyemin bidarêxistin û bi taybetî li ser pêşneketina tekoşinê sekinîn û di salên 1967 û 1968 de çalakîyên ku pêk anîbûn bi rewşekî siyasî sirove kirin. KOMALA Rewşa guhertînên cihanê tesir li civaka kurd jî dikir û di alîyê sîyasetê de diguherandin. Parçebûna çepgirîya cihanê xwe digihandin komelê yê kurd jî, ji bo wê li kurdistanê di salên 1960î de komeleyên nû derdiketîn holê. Ji wan yek jî KOMALA (Partîya Zahmetkêşanî Kurdistan Ya Şoreş bû. KOMALA komeleke çekdar nebû lê çepgir bû. Li şopa sîyaseta çînê xwedi helwêst bû. Bes gor wê çinetiya ku wan tarif dikirin di kurdistanê de ev nîn bû. Rewşenbir û zenaatkar zêdebûn. Paşê jî ji PDK-iran û gelek komelayan re şerkir û bi wî navî hat nasin.(31) Komela berê li rojhilat saz bu. Paşê ji li başur bi wi navî partîyek saz bû. Stratejiya herduyan ji otonomî û sosyalîzm bû. Paş nizmbuna prestij û hêza sosyalizma cîhanê ew ji di nav siyasetê de helîyan. PDK-IRAQ Mistefa Barzanî dema ku derbazî rojhilata Kurdistanê bû, ji hevalên xwe yên başurî, komîteyek sazkir ku herdû parçeyan tekildar bike. Ji bo komele û partîyên ku li başur saz bûne name nivîsîn û peşniyari bi rê kirin. Mistefa Barzanî, partîyek ku hemû welatparêzan digire nav xwe weki bere dixwastin. Wî dixwastin ku ew bere di bin hêzeki de wekî partî bicivîn. Ji bo wê serokê Partîya Komûnîst a Kurdistanê /Şoreş Hamza Abdullah wegerîya başur. Demekî kurt de di nav partiyan de danûstandin çêkir. Pa?ê ji Partîya Komûnîst a Kurdistanê /Şoreş, Hîwa, Rizgarî û gelek welatparêz li hev civîyan û bi hev re PDK- IRAQ saz kirin. PDK- Îraqê li ser modela PDK- Îranê sazbû û Mistefa Barzanî her çiqas besdarî civîne nebe jî be itirazî kirin serok, Sekreter Hamza Abdullah, Cigirê Serok Şex Latif (Kurê Şêx Mahmûdê Berzencî) û Zîyad hatin hilbijartin. Navê weşana partîyê ji dê bibana ”Rizgarî”. Barzanî paş têkçûna (Di vê deheqê de li ser Komara Mehabat/Kurdistan binere arşiva Newroz kOmê) Mehabadê hewldanê ku ji bo bizava rojava ya kurd dikirin bi kêr nehatîbûn. Tevi heyeta xwe li Terhane ku ji bo kar û xebata siyasi tekildar dibûn, bi tesadufî bîryara dardakirina xwe fêr bû. Bê çare xwe gîhandin konsolxana Amerikayê. Konsolê Amerikayê bi germi ew qebûl kirin û ji Şah re tekildarî û hev dîtin da çêkirin. Di hev dîtinê de Şah ji bo wan du rê nîşan kirin ku; yan li Iranê bimînin, yan jî ji Iranê derkevîn. Barzanî ji bo mayînê biryara xwe diyarkir ku hêzên xwe kom bike û rêya derketinê bibîne. Di 20ê Cirîyapaşina 1947an de hate Mehabadê. Şahê Iranê 19 Sibata 1947an de Humayûnî û Gafarî ji bo hev dîtîna Ahmed Barzanî şande Naxadeyê. Di hev dîtinê de Iran, armanc û taktîka Mistefa Barzanî raste rast fêrbû. Cardîn li pêşiya wê ”nijada şervan” ji şer bêtir rê nemabûn. Barzanî tevî 500 şervanê xwe dest bi ”rê ya dirêj” bervî sovyetistanê kir. Lê li pêşîya wî ne tenê Iran, Iraq û tîrkîya hebû, tevî wan eşir caşên ku dixwast têkeve çavê dujmine xwe û xwe li wî ispat bike ku ”ez ji bûme neyarê kurd”an ji di kemînan de bûn. Bi wê rewşê xwe gihandin sînorê Sovyetê Stratejîya PDK- Iraqê; ”Li kurdistanê otonomî û li Iraqê demokrasî bû.” û ji roja ku hatîbûn damezrandin vir ve dubendîya çepgiran û mûhafazakaran her hebû. Lê çavê hemûyan ji li Mistefa Barzanî bû ku ”ew kinga yê vegere û bi pratîkî di nav me de ji me re serokatiyê dê bike!..” bû. Li Iraqê Sibata 1957an de ”Bereyê Yekitîya Neteweyî” (BYN) saz bû. BYN her çiqas behsa pirsa kurd neke ji Partîyê pişgirîya BYNê dikir. Di 14ê Tirmeha 1958an de hemû muxalîfe devleta Iraqê, sa’et di sê yê şevê de bi itifaq ketin Baxdayê, PDK-Iraq û ”Efserên Azadixwaz” (ji tevgera kurd bûn) jî diji ”Rejima reş” cîyê xwe girtîbûn. Baxdat ket. Cara pêşin bû ku di nav devleta komar de vezîrê bijîşkê Mahmud Salîh Mahmud, Vezîrê Adaletê Mustafa Alî û ji sê kesên ku di ”Şuraya dewletê ya rêvebirîya bilind” de cîh girtîbûn Xalid Naqşibendî kurd bûn. Wê ji didan xwiya kirin ku hukumeta nû dixwastin ku pirsa kurd çareser bike. Hukumeta nu di 26ê Tirmeha 1958an de qanûna bingehin diyar kir û tê de ” Kurd û Ereb .. di nav temamîya Iraqê de biqanûna bingehin û fermî heqê wan dê bê parastin” (Xal: 3) Li Iraqê hemû saziyên kurd bi fermî xebat dikir.Perwerdeyi ya kurdi dest pê kir. Sovyetê hukumeta nû ya Iraqê bi fermi naskir. Iraq ji Pakta Bagdayê ku derket ji bo kurdan bû moralek berz û bi sistemê bawerî anîn. Rojnama ku partîyê derdianîn ”Xebat”ê siyaseta ku dewletê li kurdistanê bi cîh dikir dipejirandin. Hukumeta nû ya Qasem, Serokê PDK Mistefa Barzanî di 7ê çirîyapêşin ya 1958 de ku ji sirgune zivirî Iraqê qebul kir û dilxweziya xwe anî ziman. Di van salên 1950î de Yekîtiya Ciwanên Kurd, Yekîtîya Mamosteyên Kurd û gelek komele yê civatî saz bûn. Serekê artêşê Abduselam Arif ji vê sîyaseta Qasem nerazîbû û di 16ê Tebaxa 1958an de li Musilê axaftina ku ji gel re pêşkêş kir de waha digot: ”ji bo Îrakê yek çînî, yek netevî û yek parti divê!” û bi dengek berz diqirîya.. Abulselam Arif di 19ê Tebaxa 1958an de peşnîyara ku revebire PDK-Iraqê Ibrahim Ahmedî birîbû ku ”Newroz Cejna Kurda ye û divê bi fermi bê pejirandin û pîrozîkirin!” red kir. Darbêyên ku Abdulselam Arif, diji Qasem teşebus kirin, bi pişgirîya PDK-Iraqe bi ser neketin. Bes di sala 1959an de bi paşverûyîya Eraban û piştgirtîya Pakta Baxdayê ya kewn ku pêşve ket û Qasem girt bin tesira xwe, Barzanî û kadroyê serek yê partîyê di çirîya peşina 1960î de Baxda terk kirin û çûn herema kurdistanê. Çapemenîya Iraqê bi fermî dijî kurdan helwest digirtin û dijunî dikirin. Digotin kû ”Yên ku ji nijada ereb nînin weki kurd, zencî, ermenî gor rastîya iraqe ew jî erebin.” Rojnameya Xebat ji ew ” Gelê kurd, asimilasyona dijî xwe red dike û ewên ku kurd û kurdistanê inar dike wan şermezar dike.” digot û bersîv dikir. Adara 1961î de rojnama ”Xebat” qedexe kirin. Serok Vezîrê Iraqê Tahîr Yahya di 4ê Gulana 1964an de qanûna bingehîn ya Iraqê ilan kir ku daxwazê kurdan hemû inkar bûbûn û gor dilê kurdan hiç tu tiştek tê de cîh negirtî bû. PDK-Iraq Kongreya xwe ya şêşemîn çê kir. Yên ku di nava partîyê de muhalefeta partîyê dikir hatin şermezar kirin. Gor Rewşa nû bername afirandin ku; ”di heremên Kurdistana başur de divê bi sistema artêşê pêşmerge bê organîzekirn, Idareya siyasî û aboriyê bê darexistin” bîryar girt. Serekê Artê?a Iraqê di nava 1964an de diyar kir ku ” pirsa kurd bi rêya leşkerîyê dê bê careserkirin” PDK-Iraq ji: ”Em berê êrîs nakin, lê êrîssên ku ser me ve wêrin em dê bi bersivkin û xwe biparêzin. Ev heqê hemû gele cîhanê ye” digotin. Di 21ê Ilona 1965an de cara yekemin bû ku yeki sivîl Abdulrahman El Bazaz berê bi politikayek sert paşê ji sîyasêtek nerm ya wekî ”ji bo careserkirina pirsa kurd rêya a?tî divê” got û ilan kir. Di Gulana 1966an de li herema Rewandûzê navbera hêzên kurd û Iraqê de şêrek dijwar dest pê kir. Kurda derbêyên mezin li hêzên Iraqê da. Navbera PDK- Iraq û dewletê de danûstandin destpêkir û di sala 1966an de ” Otonomî” ilankirin. Lê gor dile Kurdan ne bû. Barzanî ” min ji bo ku em wext qezenc bikin me ev peymana îmza kir” dibêje Di 17ê Tirmehâ 1968an de, ji nava dewleta Iraqê ve darbe bû. General Hasan El Bekîr bû reîsêkomarê û hemû endamên hukumetê ji partîya BAAS hatin ser hukum. Ji xebatên BAASê bêtir hemû partî û sazi hatin qedexekirin. Diji wan kiryarên hukumetê ji reaksiyon zêdebûn. Di sala 1969an de dîsan navbera hukumetê ku xirab bûbûn bi nû ve vegerîya ser nermayî yê. Di wê demê de cîgirê Ahmet Hasan Elbekir û Serokê Konseya Fermanê Ya ?ore?ê Sadam Hûseyîn di çirîya pa?in a 1970î de axaftinek xwe de ; ” Li iraqê hemû qedera şoreşê di pratîkê de ji çareserîyê pirsa kurd ve girê da yî ye”. digot Di 11ê Adara 1970î de , di navbera hukumeta Iraqê u PDK-Iraqê de peymana Otanomîye hatê imzakirin. Di sala 1970î de bi serokatîya Mistefa Barzanî û PDK-Irakê bi nerînek pragmatik ji Iran, Turkîye û Amerikayê re ”peymana diji komunizme” imzakir. Paş vê peymanê ji a komita navendî ya PDK-iranê Silêman Muînî, Mele Êwarê û çardeh hevalên wan bi destê PDK-Iraqê hatin ku?tin û termê wan teslimi Şahê Iranê kirin. Şah bi rojan ev cendek li rojhilata kurdistanê bajar bi bajar gerandin û him PDK-Îran, him jî Barzani teşir kir. Di demekî paş wê buyerê jî, endamên reveberîya PDK- Turkiyayê Dr. Şivan û sê hevalên xwe li başurê kurdistanê bi sedema ”Kujerê Said Elçine!” dan nasin û kuştin. Ji bona wê bûyerê hin ji “goftûgo dikin û dibêjin ” ne zelal ” an jî ji herdû aliyan sucdari berdewam dike hwd. Bi vî avayî çepê di nav PDK-Iran û PDK-Turkîyaye hatin tasfîyekirn. Wan partîyan wekî aligiri PDK-Iraqê karê xwe di salên 1970î de jî domandin. Li Erivane Radyo ya beşka kurdî Rojname Riya Teze Kurdistana Sor ( weki saziyek otonomî ya çandî bû) Li Kurdistana Surîye Kovara Hawar û Ronahi çapbûn.. Sazumana Azadî û Yekitiya Kurd – Dr. Nazif Beg û Cegerxwin sazkirin. Paşê fes kirin û kadroyê wê ketin nav PDK –Surîya yê. PDK- Surîye – 1957 weki seksiyonekî PDK –Îraqe xebat dikir. Li Kurdistana Bakur û Tirkîye Paş serhildana Dersimê û li Sasonê serhildana mala Eliyê Unis Qewmê Çîya ji kurdistana bakur deng der nediket. Di gele kurd de bê çareyi, nefret û asimilasyon bi dijwari ci dibûn. Paş salên 1958an li kurdistana başûr ku Barzani ji sirgunê vegeriya Baxdayê û li kurdistana başur û tekoşina gelê kurd bi nû ve germ kir. We demê hinek xwendekarên kurd yê Kurdistana başur û rojhilat ku li metropolên Tirkîyayê dixwendin bi xwendekarên kurd re tekildar bûn û bala wan kişandin ser mesela Kurd û kurdistanê. Paşê ji Doza 49 Kesan û 23 Kesan dest pêkir. Rojnama Dicle - Firat û Kovara Deng ji wan çend hêjmar Capbûn. Welatparêzên kurd di sala 1965î de PDK- Turkîye saz kirn. Di çiriya paşîn a 1966an de li Gilalayê beşdarî Kongreya PDK-Iraqê bûn û weki ”partîya birader” ilan kirin. Sitrateji û politika vê partîye li ser şopa Barzanî bu. Biryara wê ya herî zelal ji bo alikarîya Kurdistana başur ya PDK-Iraqê bû. Otanomi ji bo kurdistana bakur dixwastin. Di nav TIP( Turkiye Işci Partisi/Partîya Karkerên Tirkîyê de) kurd geleki bi berfireh cîh girtibûn. Kongreya vê partîyê ya çaremîn dê behsa hebûna mafê Kurdan bi hewldana kodroyê kurd hate ziman û pejirandin. Ew pajirandina paşê bû sedema qedexekirina vê partîye. DDKO (Devrimci Dogu Kultur Ocaklari) Bi teşfik kirina kadroyên kurd yê nav TIPê ku DDKO saz bûbûn, Di tarîxa kurdistanê û Tirkîyayê de DDKO komela ku 20 hezar endamên xwe hebûn hêjmarek ne êsanê bû. DDKO bi tarzek federasyona grub û welatparêzan hatîbûn sazkirin. Sedema vê firehbunê komeleyek demokratik, diji zilm û zora devletê bi taybeti li kurdistanê ya cendirman rewşek sivîli disekinîyan. Hemû mirovên demokrat xwe tê de diditin. Ji bo ku endamên wê zêdetir xwendekar bûn û tesira civanîya cîhanê ya ’68ê li ser wan bû. Endamên vê komelê pêşangên Şerqê (Dogu Mitinglerî) ku bi darxistin û geleki deng da. Di wan pêşangan de Azadî, wekhevî, taybeti wekhevîya rojhilat û rojava, û mafe gele kurd yê demokratîk û aborî bi ziman dikirin, dixwastin. Di salên ’70yî de DDKO, hate qedexekirin. Endamên wê di mahkeman de hebûna Kurd û kurdistanî parastin. Paş derketina qanûna efûyê (bexşandinê) ya ’74an endamên wê derketin û gelek grubên ku salê ’70î de deng dan bi destê wan hatîbûn sazkirin. Wekî Rizgari, DDKD, DHKD, KAWA û hwd. Ji nav DDKO yê derketin. ÇAVKANİ 1-Dersimî M. Nuri, Kurdistan Tarihinde Dersim. Halep,1952 2-M. Nurî Dersimî, Hatıratım,Özge yayınları, Ankara,1997 3-Atatürkün Soylev ve demeçleri. Cilt: 1, Istanbul, 1945 4-M. Kalman, Dersîm Direnîssleri, Nujen Yayinlari, Istanbul, 1996, 5- Dêrsimî, M. Nurî, Kurdistan tarihinde Dersim. Zêl Yayinlari, İstanbul 1995, 6- Türkiye Kurdistan Demokrat Partisi 1968 Antalya Savunması, Şakir Elçi, Pêrî Yayınları,2005 7- Barzani, Mesut, Barzani ve Kürt Ulusal Özgürlük Mücadelesi,Doz Yayınları, 2005 8- Buyukkaya, Necmettin , Kalemimden Sayfalar, Apc yayinlari, Stockolm ) 9- Kurt Siyaset Tarihi, Pêrî Yayinlari, Istanbul, 1998, 10- Hasan Hişyar Serdi, Görüş ve Anılarım, Med, İstanbul, 1994 11- Nureddin Zaza, Bir Kurt Olarak Yaşamım, Pêrî Yayınları, İstanbul, 1999 12- Naci Kutlay, 21. Yüzyıla Girerken Kürtler,Peri Yay. İstanbul, 2002

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.