Ramyarî

Bîrhatinên Berêz M. Şefik Öncü u Tebinîyek

Rojhat Badikî · 20.12.2006 · 2 dîtin

Berêz M. Şefik Öncü, li Malpera Kurdinfo, çend xelek li ser DDKD dinivîne. Bi rastî kû ez gotarên Berêz M.Şefîk Öncü dixweynim, carna kuçe u kolanên bajarê Amedê tê pêş çavê min. Min Salên 79/80 xwendegeha ( Diyarbakır Lisesi) Navendî a Amed xelas kir. Ew dem ez jî sempatîzanê (Layangir)KAWA bum. Demê ku ez gotarên Berêz M.Şefik Öncü yên li ser DDKD dixweynim li alîyek kêfxweş dibim u li alîyê din difikirim gelo DDKD’ yê ku Berêz M. Şefik Öncü dinirxîne kîjane. Demê ku ez layangiri Kawa bum, wa dîyare ku Berêz M.Şefik Öncü wek qadirek li nav DDKD xebat dikir. Lê bawerîya min ewe ku rêzdar M.Şefik Öncü hinek pesnê DDKD zêde bilind kirîye. Lekolînên ku li ser DDKD u rêxistênen din kirîye ne pir realiste. Raste demê Şoreşgerê Mezin Muhterem Biçimli li Farqînê bu, balans hinek bi alîyê DDKD diçu. Lê DDKD li gunda u li navenda bajarê Farqînê tu car li pêş KAWA nebu. Tê bîra min ku KAWA Li nav Farqînê u li nav gunda ji DDKD bêhtir çalak bu. Tekoşîn u şopa KAWA li her alî reng dida. DDKD, bi derfetên Rehmetîyê Muhterem bi hêz bu, ji alîyek ku Badikî bu u ji alîyê din havalê Dr. Şivan bu u ew bixwe jî şoreşgerek bi hêz bu. Wan egera tesîrek mezin li Farqîn, Bismil, Qulp der u dora wan dikir. Her çika DDKD xwo bi Şivancî dida naskirin jî li gor bawerîya min di pratîkê da DDKD’ yê ku li bin rêberîya Ömer Çetin’ da bu, pir durê bîr u bawerîya Dr. Şivan. Ew dem me di got; Ger Ömer Çetin Şoreşgerek wusa mezin be, bila pêşîyê Gundîya ji bin zulm u sîtema bav u apê xwe rizgar bike. Ew dem em hê xortê teze bun, xwîna me pir dikelîya. Me DDKD pir reformist u bêhêz didît. Demê DDKD Li Amed pir xurt u çalak bu, hemu derfetên xwe bikar dihanîn ku KAWA li Amed dest bi xebat neke u rêxistinên xwe li Amed danemezrîne.  DDKD, demê 1976’ an, heta 1980 bi hemu derfetên xwe êrîş dihanîn ser KAWA’ cîya. Li Farqîne KAWA’ ci, DDKD u Rêya Azadî ( DHKD )bi hevra digerîyan lê li Amedê DDKD U DHKD bihevra êrîş dihanin ser Kawa’ cîya. DHKD weka DDKD dijwar nebu, DHKD hinek bi tirs bu. Lê DDKD ji bo ku KAWA li Amedê bi hêz nebe pir astenga derxist li bi serneket u KAWA bi zorê ket Amedê. Li Moskof ewr çêbibuna li Amed DDKD’ ciyan şemsîyên xwe vedikir. U KAWA digot ’’ Sosyal-Emperyalizm’’. Belê KAWA digot ‘’ bimre Sosyal-Emperyalizm’’ bi taybetî, ku bi Balafêrên şer ên Rusya bi MİG’ an Başurê Kurdistan dihat bombebaran kirin. Bi hezaran Pêşmerge, u xelkê Kürd li başurê Kurdistan dibin tank-top u balafırên SSCB dihatin qirkirin. Sowyet u Çin ji mera mînakek pir xerab bu u li Amed di nabeyna DDKD u KAWA da şerê bira-kujî dest pi kir. DDKD li Amedê nedixwest mafê jîyanê bide me. Wek ku Berêz M.Şefik Öncü jî dinivsîne, Li xwendegehên Amed, DDKD dixwest me ji Xwendegeha dur bixîne. Piranî di destê DDKD’ cîyanda bu. Em bi zora çeka ( Silah ) diçun xwendegehan. Bi rastî jî tu tirsame ji DDKD tune bu. Li xwendegeha Diyarbakir lisesi em çend KAWA’ ci hebun, li bi dehan DDKD’ ci hebun. Rojek li Komel’ ê xuşka şehîd Necla Baksî ji min ra got ; DDKD ‘ ci Li Diyarbakir lisesi, Êrîş tînen ser xuşkamın Şükran ti karî biwanra biaxivî, bila bisekinên. Ez çum ba Şukran ez li gel Şukran axaftim, min ji ra got ; Ka kine tu nişanê min bide ezê li gel wan biaxifim.  Şukran wan nişanimin da, ez çum li gel wan axiftim u min ji wan ra got ;’’ Ger hun carek din êriş bînin ser hawala me, em bi deng nasekinin u emê bı tundî bersîv bidin. Havala we Nuran ji li sinifa me dixweyne, ger hun êriş binin ser havala emê bersîv bidin we u em nahêlin Nuran were sinifê, hun bikêfaxune’’  Li pêştî ku çend hevalên me  dixwestin, kovara KAWA li ber ‘’ Eğitim Enstitusu u Diyarbakir lisesi’’ bifroşin, rasti êrişê DDKD’ ciya hatin, pêştî vî şerek giran destpêkir. Mixabin çend xortên hêja u delal mirin u birîndar bun. Ew dem her çika Jimarên DDKD’ cîyan ji me pir zêdetir bun jî, pêştî ev şer DDKD’ ciyan rawestîyan u edî êriş nanin ser me. Çend meh şunda şer bi xwe rawestîya. Me nedixwest em li gel DDKD’ ciyan şer bikin, şerê me ligel hêzên dagirkeran bu. Carna me li nav xwo diaxft u digot kî dibêje DDKD nikare çek bikarbine, wa DDKD ji fişek teqand, Lê ne li dijî dagirkeran li dijî me…. Ez bawerim ku ji ber ez jî ji Farqînî bum, DDKD’ cîyên Farqînî çavê xwe ji minra digirtin. Rojek di nava kela kela şerda, li hinda Kıbris pasaji tesadufi rastî Farqînîyek bum ku DDKD’ ci bu, ji min ra got neçe dibistanê, DDKD’ ciyan biryara kuştina te dane….. Pêşti çend sal şunda Li Amedê hevalên min ên baş DDKD’ cî bun li salên 90’ a li Amed’ e nabeyna me u DDKD’ ciyan da hevkarî u hevalbendîya baş hebu. Me karibu bi hevra xebatek baş bimeşine, ji ber em Kurd’ in u xwin me dikşîne ba hevdu…… Birhatin carna mirov dibe u dibe, xweşi u nexwşi tên pêş çavê mirov…..u rastîyek dertê holê ; ku em neçarin yekbigrin u ber bi azadî u serxwebuna welatên xwo bimeşin…. Ez bawerim nivisandina bîrhatina gelek başe, ez hevîdarim ku kadroyên serdemê KAWA jî bîrhatinên xwe binivsînên. Di nabeyna jenerasyonanda pird hebe gelek başe…..  rojhatbadiki@hotmail.com       

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.