ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Free Kurdistan · 30.11.2007 · 2 dîtin
Di van salên vê dawîyê de Kurdên Başûrê Kurdistanê di diroka gelê me de gavên gellek hêja avêtin û Kurdistana Azad kirin navenda hêvî û xewnên hemû Kurdên cihanê… Ev çendîn salin Kurdên Başur ala Kurdewarîyê bi hemû hêzên xwe ve bilind dikin, Parlamena Kurdistanê, Hukumeta Kurdistanê û Serokayetîya Kürdistanê avakirin û de facto dewleta serbixwe a Kurdistanê pêkanîn…Ev gavên ku li Kurdistana Azad hatin û tên avêtin li cîyê rûmetî, serbilindî û şanazîya hemû Kurdên welatparêz e. Kurdên hemû dinyayê bi awayekî giştî destkeftên Başûrê Kurdistanê ên xwe dizanin û pişgirîya wan destkeftan dikin… Lê sed heyf û mixabin, hêj jî di sedsala 21’an de neyarên Kurd û Kurdistanê naxwazin milletê Kurd li ser axa xwe, li jêr desthilatê xwe ê sîyasî di nav aşitîyê û aramîyê de bijî…. Ji ber vê yekê jî bi giştî neyarên Kurd bi taybetî jî dewleta Tirk hewl da û dide li jêr hinek bahanan bi rêya leşkerkêşîyê destkeftên gelê Kurd, ên ku bi saya xwîna sed hezaran şehîdan hatiye destxistin, holê rake.... Wekî generalên Tirk jî dibêjin armanca wan a stratêjîk û serekî “ ne Kerkûk e û ne jî PKK ye…. Metirsîya serekî avabûna dewleta Kurd li Bakurê İraqê ye”…… Hemû dinya armanca eşkere û veşartî a dewleta Tirk dizan e…. Ji ber vê yekê jî hemû hêzên serekî ên cihanê daxwaza Tirk “an hûn ligel me ne an jî ligel Kurdan in” refuskirin, lidijî leşkerkêşîya Tirk li ser Kurdistana Azad rawestîyan… Rêzdar Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî. Wekî hûn jî dizanin dewleta Tirk hebûna xwe li ser nebûna milletê Kurd avakiriye.. Ji bo gihîştina armanca xwe a serekî dikare hezaran bahaneyan payda bike… Mesela Destûrê, Neftê, Kerkûkê, Tirkmanan û a PKK’ê hemû bahane ne… Dewleta Tirk jî baş dizane ku meseleya PKKê bi bombebarankirina Qendîlê çareser nabe… Pêwîst e berî her tiştî Pirsa 30 mîlyon Kurdên Bakur bête çareserkirin…Dewleta Tirk, di karên xwe ên dîpolmatîk de û bi karanîna hemû peywendîyên xwe ên aborî, leşkerî nikaribû li dijî Kurdistana Azad enîyeke şerî sazbike.. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd serneket û li beramberî vîna gelê Kurd û xebat û xweragirîya wî bêçare û bêhêvî ma. Lê ew niha hewl dide di navbera Kurdan de nakokîyan durist bike û li Kurdistana Azad şerê navxweyî û Kurdkujîyê berpabike. Ew dixwazin bi rêya hezaran dek û dolavan ji hundir de keleha Kurdewarîyê fetih bikin. Rêzdar Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, Em dizanin barê ku li ser milên we ye, gellek giran e... Em bawer dikin ku piştî hemû ezmûnên tal, ên dîroka me hûnê bi sîyasetek hekîmane van planên neyarên Kurd û Kurdistanê vala derxin.. Di vê pêvajoya metirsîdar de em jî dengê xwe tev li dengê we dikin û gotina we a roja ku we wekî Serokê Kurdistanê destbikarkir û pêş çavên hemû dinyayê daxûyakirin, dubare dikin:: „Êdî li dawî dema Kurd bi destê Kurd kuştinê hatîye.“... Bijî Yekitîya Milletê Kurd!!!! Biji Kurd û Kurdistan. Ligel rêz û silavên me... Free Kurdistan( Em grubek Komel û kesên her çar parçeyên Kurdistanê ne li derî welêt) name_kurdistan@arcor.de Îmze: 1)Kurdistan Kontakt Adresse/ München2)Kurdische Gemeinde München3) Kurdistan Zentrum/ München
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.