ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
ÎBRAHÎM GUÇLU · 26.01.2010 · 2 dîtin
Îro, ji bona kurdpewerên Kurdistanê û malbata Necmeddîn Buyukkayayî rojeke xemgîniyê bû. 24 sal berê, di 24. 01. 1984-an de sosyalîstê hêja, şoreşgerê têkoşer, kurdperwerê sînornenas Necemeddîn Buyukkayayî di girtîgeha leşkerî ya li Diyarbekîrê encama êşkenceya gestapoyên rejîma 12-ê îlona kolonyalîst û faşîst hat kuştin. Wê rojê li Kurdistanê tarîyekê dest pê kir. Agahdariya dilşewat ya kuştina Necmeddîn Buyukkayayî li her çar parçayên Kurdistanê belav bû. Li her her çar parçayên Kurdistanê ji bona Necmeddîn Buyukkayayî şîn çê bû. Sinifa siyasî ya Kurdistanê li her çar parçayên Kurdistanê şoqe bûn. Piştî kuştina Necmeddîn Buyukkayayî du rojan, Remzî Ayturkî û Yilmaz Demîrî jî li girtîgeha Diyarbekîrê hatin kuştin. Necmeddîn Buyukkayayî, Remzî Ayturkî, Yilmaz Demîrî, di 24. 01. 1984-an de 3 şehîdên Kurdistanê yê girtîxaneyê bûn. Lê beriya wan jî gelek kurdperwer bi êşkenceyê hatibûn kuştin. Piştî wan jî, gelek kurdperwer û berpirsiyarên Tevgera Bakurê Kurdistanê hatin kuştin. Rejîma 12-ê îlonê, ji bona ku desthilatdariya leşkerî bi awayekî dîktatorî organîze bike û civatê jinûve gorî pîvanên dewleta unîter, otorîter, kolonyalîst jinûve rêxe; tevgera sosyalîstî û kurdî ji bona ku tasfiye bike, pêk hatibû. Piştî Dîktatoriya Leşkerî kuştin, qetlîam, êşkence, sirgûn, girtin, dadgehkirin û siza kirin bû taybetiyên vê rejimê. Leşkeran ji bona ku sîstema xwe bi awayê sivîl jî bikarin bidomînin, makezagonek gorî pîvanên xwe amade kirin, bi zor û tade jî dan pejirandin. Hîn di vê qonaxê de jî, jiholêrakirina vê makezagonê û amadekirina makezagoneke nû di rojeva Komar û Gelên Tirkiyeyê de ye. Rejima 12 îlonê berdewamiya sîstema Kemalîst bû û jinûve realîzekirina wê, pêşvebirina darbeya leşkerî ya 1960-î û darbeya 12 Adar a 1971-an bû. Komara Tirkiyeyê bi destê bûrokrasiya leşkerî û sivîl ava bibû. Elîta leşkerî û sivîl dewleteke unîter, otorîter, faşîst, kolonyalîst ava kiribû. Dewletê jî miletek qewimandibû. Lewra dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû, neteweyeke tekamûlkirî ya tirk tune bû. Ji bona vê jî, li Tirkiyeyê rejima leşkerî, faşîzm, otorîterîzm qerektereke laşî û çandî ye. Komara Tirkiyeyê, li hemberî neteweya kurd, li hemberî îslamiyetê, li hemberî cudayetiya mezhebî, olî, sınifî, fikrî û îdeolojikî wek kontreyekê ava bibû. Ji bona vê jî, di her darbeyeke leşkerî de û ji bona vê di rejima leşkerî ya 12-ê îlonê de zerara mezin gelê kurd, kurdperweran, rêxistinên Kurdistanê dîtin. ***** Kuştina Necmeddîn Buyukkayayî ji aliyê darbeya leşkerî de gelek bi plân û bi program bû. Lewra dewleta tirk û temsîlkarên wan yên li girtîgehê Necmeddîn Buyukkayayî baş nas dikirin. Necmeddîn Buyukkayayî jî, serokekî tevgera kurd bû. Ew serokekî civakî bû. Di nav gelê kurd de xwediyê qiymeteke mezin bû. Ew kesekî sosyalîst û şoreşger bû. Wî, yekîtiya Kurdistanê diparast. Ew serokekî sînornenas bû. Ew bi peyv û bi axevtin ne, ew bi xebat û hewildana xwe ya pratîk serokekî kurdistanî bû. Wî xebata li Başurê Kurdistanê û xebata li Bakurê Kurdistanê û xebata rizgarîxwaz ya li beşên din wek hevûdu didît. Ji bona vê jî, di salên 1975-an de dema ku Şoreşa Başurê Kudistanê bû xebeteke rojane, wî rasterast ji Şoreşa Başurê Kurdistanê û YNKê re bû alîkar. Di şertên gelek zehmet û xeter de, çek û pere û erzak bi dizî gîhand pêşmergeyên Kurdistanê. Dema ku di Sibata 1979-an de li Îranê Dîktatoriya Şahê Îranê hat rûxandin û kurd li Rojhilata Kurdistanê desthilatdar bûn, beriya her kesekî ew çû Rojhilata Kurdistanê, ji tevgera Rojhilata Kurdistanê re bû alîkar. Ew li hemû beşên Kurdistanê xwediyê dost û hevrêyan bû. Necmeddîn Buyukkayayî hîn di xortaniya xwe de ket nav tevgera siyasî ya sosyalîstî û kurdî. Ew ji bona rizgariya Kurdistanê û azadiya gelê kurd bû endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎPê) û Federasyona Qulubên Fikrî ( FKFê). Di sala 1969-an de bû damezrênêr û serokê DDKO ya Stenbolê. Dema ku darbeya leşkerî ya sala 1971-an pêk hat, derbasî Başurê Kurdistanê û desthilatdariya Otonomî ya Kurdistanê bû. Li wir bû hevalê PDK a li Tirkiyeyê. Piştî salên 1974-an jî, di navendiya PDK a li Tirkiyeyê de cîh girt. Di sala 1977-an de bi PDK a li Tirkiyeyê re riya xwe veqetand. Di sala 1978-an de Komela Azadiya Kurdistanê (KAK) ava kir. Wî ji bona yekîtiya rêxistinî û siyasî, bi gelek grub û rêxistinên Kurdistanê re ket nav hewildenekê. Li hemberî rejima leşkerî ya sala 1980-yî xebata xwe neda sekinandin. Xebata xwe ji berê xurtir domand. Di Nîsana 1980-yî de hat hepis kirin. Piştî ku hat girtin, 4 sal şunde hat kuştin. ***** Îro, di saet 12.00-an de dost, malbat û hevxebatên wî yên kevn bi tevayî li Sîweregê li ser mezelê wî bûn. Bi sedan kes beşdarî civîna bîranîna Necmedddîn Buyukkayayî bûn. Li ser mezel xizûn û xemgîniyeke mezin hebû. Ji bona heval, dost û malbata wî wek Necmeddîn Buyukkayayî nû çûbû ser dilovaniya xwe. Lewra bîranînên wî hîn gelek teze bûn. Her çiqas hevalên wî por û rîhên xwe spî jî kiribûn, Necmeddîn Buyukkayayî li pêş wan wek xortekî zindî û çeleng rawestiyayî bû. Li ser mezelê wî, Dr. Adem Avciyî axevtinek kir. Birayê wî yê mezin Mehmud û hevalê wî Nuriyê Wîranşehrî helbest xwendin. Di axevtina DR. Adem Avciyî de derdiket holê ku ew Necmeddîn Buyukkayayî baş nas nake. Lewra Dr. Adem Avciyî kevnekawayî ye. Kesekî gelek hêja û dilsoz e jî. Rastî min baş fahm nekir ku hevalên wî baş nasdikin, çima axevtin nekirin. Ji aliyê din de di civînên bîranîn de dost û hevalên wî kesî bi bîranînên xwe jinûve pêvajoyeke jiyandinekê pêk tînin. Ev yeka jî nehat kirin. Ez hêvîdar im, ku di salên bê de ew şaşiyan çê nabin. ***** Dr. Adem Avciyî, di axevtina xwe de, şaşiyeke sala çûyî pêk hatibû, îsal jî dubare kir. Dr. Adem Avciyî di axevtina xwe de diyar kir, ku dema ku DDKO ava bibin, grubeke îllegal hebûye. Vê grubê DDKO avakirine. An jî li pişt DDKO-yan ev gruba îllegal hebûye. Ev gruba îllegal, ji 5 kesan pêk dihatiye. Necmeddîn Buyukkayayî jî endamê ev gruba îllegal bûye. Rastî ez baş nizanim, ku Komîteyê ev agahdariya, sala par, ji ku girtibû. Lê ez baş dizanim, ku Mumtaz Kotanî jî bi wesîleyekê ji grubeke wusa behs kiribû. Lê min ev nerîna rexne kiribû û min gotibû ku “ev nerîn û agahdariyeke şaş e.” Ez dîsa tînim ser zimên, ku ev nerîn û agahdariya şaş e. Ev şaşiya rewabûna/meşrûbûna DDKOyan dixwe minaqeşeyê. Mafê tu hevalekî tune ye, ku vê xirabiyê li DDKOyan û li rêxistineke gelemperî ya kurdan bikin. Lê heger bê gotin ku “pênç û an jî 6 kes hebûn, ku di damezirandina DDKO-yan rolekî girîng û sereke lêhistin. Necmeddîn Buyukkayayî jî, yek ji wan kesan e.” Ez ji vê nerînê re îtiraz nakim. Lewra di demazirandina DDKO-yan de Mumtaz Kotanî jî û Necmeddîn Buyukkayayî jî, xwediyê rolekî mezin in. Di encamê de dîsa dibêjim, ku bila serê gelê me sax be. Şehîdên Kurdistanê nemir in û di dilê me de dijîn. Divê ew riya me ronî bikin. Em ji ceribandinên wan ders dexin û fêrbûneke nûjen pêk bînin. Amed, 24. 01. 2010
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.