Ramyarî

Bîranîna Dengbêj Xelîlê Berfê

Kemal Tolan · 04.04.2008 · 2 dîtin

Kirasguhastina rêzdar XELÎLÊ BERFÊ, dengbêjê ku şahîdê zargotina Êzdiyan yê herî bi nav û deng, ez egelekî xemgîn kirim!Min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku şahîdê zargotina me Êzdiyan yê herî bi nav -deng û dengbêjê di nava civaka me de zahf dihate hizkirn XELÎLÊ BERFÊ(1920-2008), di 03.04.2008 de kirasguhastiye.Ez dizanim şahîdên mîna dengbêj XELÎLÊ BERFÊ, yê ku di peyvên stranên xwe de gelek serpêkhatiyên netewa me Kurdan û bi taybetî jî piraniya buyerên bi serên endamên civaka me Êzdiyan ve hatî zelal didana xwanê kêmbûn. Dilêşa min ya herî mezin jî ewe, gava ev şahîdên zargotin û floklora me Kurdan kiras diguhêz(dimir)in û bi taybetî jî gava yekî ji “revebir”, “berpirsyar” û “rêberên” civak anjî netewa me ew arşîva di dilê wan de hebû tomar ne kiri be, hingê piraniya xizna arşîva çande û kultura me ya herî zindî û ne hatî lêkolîn kirin jî bi wan re binax dibe….. Mixabin heta nih tu firsenda min çênebû ku ez li ber rêzdar, dengbêj, zahmetkêş û Xwedê jê raziyê XELÎLÊ BERFÊ rûnêm û xwe berdime nava vê arşîva di dilê wî de hebû. Lê, min çend stranên dengbêjê di nava civaka xwe de hizkirî ji ber kasetekî dengê wî nivîsandibûn û ew jî di kitêba xwe ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zîndîne-2000” de weşandine. Ez niha çend malikan ji wan stranên rêzdar dengbêj XELÎLÊ BERFÊ pêşkêşî we hêjayan dikim.“Şerê Şêx Mîrza (1828..?)Wezîro wezîro oyo,Lo lo şêxê mino,tiştê te kir, kesî li darê dinya yê nekir,kesekî perî bavê Hesen û Melo, Şêxê Anqosya, şêxê Doqatê,berxê Koza wezîr, derê sara Diyarbekirê bi xwûnî nekir.Lo Wezîro,wezîro oyowelle ezê çibikim,kolênciya destê, bavê Hesen û bavê Melo,şêxê Anqosya,şêxê Doqatê,berxê koza wezîr,xwe iro ji nava xwûna kûçikê kumsora lez berdaye,Lo lo wezir wezîro oyoxopana Kelê sara Diyarbekirê,bê sewite dê Kanîne ezê nakewime ber kustina,bavê Hesen û bavê Melo,Şêx Hesen, Şêxê Anqosiya, berxêkoza wezir, xortê nû hatî,gelek hene, li Dinya yêberxê koza Ézîdi, xortê nûhatî,ezê ketime ber wê yekê kuçîkê ,koçerên van Medîyan û Keçkoriya,iro sê rojin li zozanê jorin lê serpez û Berxê me danîne.ax wezîr yir ………….. Şerê Delan (1830)Heyla dayê Delane Heyla bavo Delane Nûrê digo:Emo lawo de deleaneQaso birayo delane Lê lê Rewşê mala bavê şewitiyê delane De hûnê dev ji malê dinya yê berdinMalê dinya yê hemûk qirêja destayeMin dî eskerê mala Dewrêş begê hat û girane ,ewanê derbekê dane li Hemo, Sîno û Xaçoazbata bavê min rebenê , anîne ber mîratê.Ezê piştî xortên Êzîdiyan,Peyayên Neqîbiyan Çibikim ji Terş û Talanê giran , malê dinya yêDigo : Dewrêşê mala Dewrêş begêSerê xortên Êzîdiyan jê kirineCenazên wan bi ava çemê Ridwanê ve berdaneCenazên Xortên Neqîbiyan,çûne heta serê Dû avê,newala şêlîwa û pira BotaEza gulî birê Îro sê roje cenazênXortên Neqîbiyan Çûne li gola Materê geriyane…………………..Şerê Erenzê Rindê digo : EdlayêErenza Şêxan bi şewite bi darê tere Erenza Xopan bi şewite bi darê tere Hesabê Cibo hatiye li Kela Rimêlê, bi tevlî koma Şêxên Ereban û eskerên:Eynikê, Eyndarê, Eynkafê, Eynberanê,çiqas Hecî, Sofyên Xerzan, Xiya û Bekiran hemû anîne bixwere.Min dît Mêçoyê mala Şêxo Li Êganê Meyro, li Keleşê Çelo, li Şêx Hemê Seyro,li Gêeçanê Gîro,li peyayên Neqîban,li xortên Qizilan û Êzîdiyan dikre gazî û digo: Bav û Biran ,hûnê mêhrî çêbin,destê xwe xweş hilînin.Êganê Meyro li egît û xweş Mêran dikre gazî û digot:Ezê bi bayrqa Êzî kim, heger Xwedê û Siltan Êzîdî îro bi mere rast hilîne ,emê bikin; heft roj û heft şevan,Aşê Sipî û aşê Ridwanê li ber xwîna reş bigere.……………(Ev stranan ji ber dengê Xelîlê Berfê, ku di kasetekê de gotibû hatine nivisandin.)”Dibêjim, bila rahma Xwedê li rêzdar XELÎLÊ BERFÊ be !Sersaxiyê û sebrê ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên wî ra dixwazim.Kemal Tolan04.04.08

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.