Ramyarî

Bîranîna cangoryên Başik u Bahzan

Dr. Eskerê BOYÎK: · 03.05.2007 · 2 dîtin

Xûsk û birayên hêja min qet nedixwest ev axavtin para min biketa, min nedixwest vê dema seva gelê Kurd pir nazik da, ji weletê kal bava derheqa van bûyarên nebxêr da bibhîsta û îro ev axavtin bikira… Me digot dema fermana çû…Me digot ji bo bawaryê êdî kes nikare êrîsê bîne ser êzdyan. Me digot dema biratyê, tifaqê, ji hev femkirinê hatye. Lê bûyarên vê paswextyê cîyê fikirandinên vedikin… Çawa xuyaye li nav meda qafên tarî, ku hê ji jera dîndijminatyê paqij nebûne, hindik nînin. Înk û kîna hev temûlnekirinê hê xurte. Wek bûyarên hezarsala, dîsa hêzên qilêr dixwezin pirsgirêkên xwe, bi destê evdên nezan, bi sûên olê, bi xûna evdên bêsûc û bêgune, bi qirkirina zaroka, kal-pîr merivên am-tam safîkin. Wek sedsalên derbazbûyî pirsgirêka hebûn-nebûna Êzdîyan dîsa ketye rojavê. Vê dewyê, li nav demeke wa kin da, ev bûyarên nerind û neheq ku serê Êzdiyên Kurdistana Basûr diqewimîn gelo pir nînin û ji alyê neyarên êzdya, yên derva û hundurva naêne pilankirin? Êzdî gelo fermaneke nû va rûbirune? Ji bo sîyasya qilêr neheq û nemerdan dîsa êzdî ji xwera kirine perê hûr, li wan dilîzin? Yan ev gavek erde mayî, Sengala êzdiyan, warê egît û efata, kela xwesmêran ku bi sedsala sûra pola, warê xweparastin û berxwedanê, stiryê çevê dijmin û neyaran bûye dixwezin bê êzdî bikin? Bûyara Sêxan, ku teqîna ewerekî bêxêrî res bû, di nav ezmanê sayî da, nîsan da ku li Basûr li dora êzdiyan neyartîke neqence vesartîye gemar heye. Li cîyê bê sûc, nava sehetan da êrîsa usaye mezin, hiçûmkirin, sewitandina mal, dukan û werên êzdiyan ê pîroz pevçûna civakîye normal nî bû. Wê bûyarê sûretê fermanên xezev dîsa anî ber çevan. Dema meriv tevbûyê êrîsê dinhêre û li nav wanda rayedarên partya, polîs û xwendevanan divîne tê derdixe ku civaka Kurd hela ji nexwesya xwe ya xironîk qenc nebûye. Bêdengya civaka wa gotî „zane û rewsembîryê" ya pey ra jî ew fikir diha rast kirin. Raste xûn nerijya, lê ew jî saya civaka êzdyan bû, ku neketine wê lîstika qirêj û bi ecele xwe pêra gîhandina hêzên hukumata heremê bu, ku zû irada çêbûyî kirne bin kontrola xwe. Mizgevt û civaka bajarê Mûsilê û hinek çîyê din kampanyake neyartyê dijî êzdyan dest pê bûye. Meriv ecêvmayî dimîne civak çiqas pasverû, rêaksyon û genîye, ku heta merkezên wane zanestyê, unîvêrsîtêtên wan jî bûne hêlûnên olperestên radîkal e, qafterî. Vê carê berê dijîtya xwe ji bo êzdîtyê dane xwendevanên ûnivêrsîtêtan yên êzdî. 700 xwendevanên êzdî mecbûr dest ji xwendina xwe berdan û vegeryan malên xwe. Pasê bûyara KEÇA ÊZDÎ hate meydanê, kampanîyake dijî êzdîtyêye xurt û bi wêra jî bi bajarê Mûsilê da hovîtî kustina 24 merivên êzdîye bê sûc, seva êzdîbûna pêk hat. Ev bûyara dewyê rastî jî bû birîneke kûr, êseke bi jan, mînakeke komkujya bi sirê û kete dîroka fermanên êzdiyan… Dinya tev zane, ku Îreqê da xaos e, ser e, rojê bi seda evd tên kustin. Êzdî jî evdên wî welatîne, bextê wan jî wek yê tevan e, ji wan jî qurbanyê hebin û normale, lê dama ji bo êzdîtyê, wan bibijêrin û bivin bi hovîtî bikujin, eva êdî nayê qebûlkirin… Vê dewyê mecalên ragîhandinê (hîmlî malper ) nivîsarên derheqa Êzdiyan da dagirtîne Êzdî êzdîyatî bûne benîstê devê xêrnexwezan. Bi keser gerekê bê gotin xêrxwez kêmin, ji gelek nivîsaran jera dîn dijminatyê diniqite… Ev kampanîya çapemenyê ku bi fireyî tê mesandin xêncî zirarê tu kara ne êzdyan, ne jî herema Kurdistanê têda tune. Derheqa kustina wan 24 da kes ewqas jî ji bîr nayne… Gilî gihîstine me ku hinek mizgeftên bajarên Herema Kurdistanê da jî bangên dijî êzdyan tên kirin. Hewlêrê da dora otêla ku karkirên êzdî têda dimînin kirine û xwestine wan ji bajêr derxin. Bas, êzdî ji Mûsilê direvin berbi Kurdistanê, ji Kurdistanê wê birevne ku? Kampanya, hêwarze tev dora kustina keça êzdî, ya Bahzanê ye… Helbet kustina Dua 17 salî bûyareke tiragîk û ne îsanî ye. Tu kes nikare wê hovîtyê efûke, ez jî ser navê komîtêya rêvabir ya Mala êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê, temamya endemên wê, wê bûyara kirêt, kû tu girêdan û pêwendyê wê êzdîtyêra tune bi tûndî sermezer dikiim û bangî hukumdarên dewletê dikim cezayê herî giran bidine wan yên ew qetil kirine. Lê bin vê kampanyê da tistek heye ku min nerehet dike… Vê dewyê hat ragihandin ku tek nava sala 2006 da, tek Basûrê Kurdistanê hejmareke mezim (536) jin seva wa gotî namûsê hatine kustin…Bûyara Sêxan da pîreka musulman jî hate kustin…Ji alyê kê û çawa ew qetil bû, deng derneket… Gelo ewê seva vê keça êzdî dikine hewar-gazî lê seva qetilkirina jinê din çima bêdeng mane?...Eva nîsan nade ku bin vê kampanyê da dijî êzdyan gemar heye. E’yane, ku êzdî li Îreqê civakeke kêmjimar, bi dewr-zemana qirkirî, zêrandî, zeyîf e. Roja îro jî ji her alî û her warî da neheqî li wan tê kirin. Civak ketye halê aborî û sîyasîyî pir dijwer, gelek lîstik li wan dibin û xêrnexwez jî çiqas bêjî dora wan pirin. Gelo vî halî da kampayake usa ya dijî êzdîtyê mesandin karê xêrxwezyêye? Ya ês jî ewe, ku pêsîkêsya wê kampanyayê malperên kurda yên sereke dikin… Pismamên hêja êzdîtyê da kustina evda guneye, sûcê, herame. Ulmê êzdya da tê gotin: „ Ew dide, ew distîne„. Yanê Xwedê jîyanê dide îsên û ew jî distîne. Dibê: „Bêy hukumê Xwedê pel jî ji darê nayê xar". Bi hezarsala Ezdî ji bo bawarya xwe hatine qirkirin, lê çiqas dîrokê va eyane heta niha ne Lalisa Nûranî da, ne alyê Mîrê Sêx û meclîsa Rihanî da, ne jî ji alyê oldarekî êzdya da wa gotî Fitwa kustina îsanekî nehatye dayîn… Êzdîtyê da kustina evda qetile û qetla ra xêncî dojê cîkî din tune. Bi salane, Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê, çi ku destê wê tê dike, ji bo êzdî jî wek civak (700-800 hezar) weletê xwe da, li herema Kurdistanê nav kurdeyatyê da cîyê xweyî layîq bigrin, emekê xwe bikin di nav karên tevayî, ji bûyarên waye nerind dûr bimînin…Îro jî ew kar berdewame…Lê xuyaye xêrnexwez ji razayî nînin. Usane kê ji bo kara miletyê, pêkanîna xala 140 î difikire, pêwîste pistgirya êzdyan jî bike û vê civaka bêpist, zeyîf vî halê giran da biparêze… Pismamên hêja, îro em li vira, wan cangoryê bê sûc û gune, ku ji bo êzdîtya xwe ji destên qilêr hatin qetilkirin ji bîr tînîn. Dibînim salonê da gelek digrîn. Heta ji çevê zilama jî hêsir tên… Negrîn pismamno, qewlê me da tê gotin: „ Girî bêfeydeye". Bira ew milet bigrîn yên bûyarên wa nedîtine, yên xûn nerêtine… Mafê êzdî tune bigrî. Êzdî gerekê bijî… Sala 1920 î êzdî ji ber zulm û zorê, warê xwe, mal û milkê xwe hîstibûn direvyan Ermenistanê. Pêsya wan çemê Erezî hur bû, pist wan Roma res… Av ji xûnê sor bûbû. Xêrxwez û alîkarî tunebû. Dayîk, bêsîk zarokava roda diçûn. Lasên evdên bê sûc û gune rûyê Erez girtibûn… Ji êlên êzdyaye rengîm ancax 4-5 hezar evd xilaz bûn… Îro ew 4-5 hezar bûne 200-250 hezarî. Bi seda ronakbîr û rewsembîr li nav wan derketin û edebyet-medenyeta kurdî xemilandin. Ev 24 jî çûn gihîstin karvanên cangoryên êzdiyan û navê wan tucar nayê bîrkirin. Eger hûn dixwezin bîranîna wan bê xweyîkirin gerekê bi jîyanê cîyê wan bê tijekirin. Bira rema xwedê wanbe. Bira serê civakê saxbe. Dewyêda li ser navê vê civakê ez bangî serokatya herema Kurdistanê dikim vê civakê biparêzin, nehêlin neyarên kurdeyatyê Kurdistanê bê Kurdên Êzdî bikin… 29. 04. 2007 Axavtina nivîskar Eskerê BOYÎK li civîna „ bîranîna cangoryên Basik û Bahzan" 29.04. 2007 li Mala Êzîdiyan da. Dr. Eskerê Boyîkçavkanîwww.yeziden.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.