ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 25.09.2009 · 3 dîtin
Ev çend salên davîyê, li Bakur u li Başurê Kurdistan rojev hate guhertin. Bername u plan’ in li ser pêşeroja Kurdistan ser u bin bu. Pêş çend sal, bi taybetî piştî buyera 2003, an piştî têkçuna rejima Saddam, bîr u bawerîya Kurdistanek yekgirtî u serbixwe li nav gelê Kurd, li her çar perçeyin Kurdistan li qada herî bilind bu. Ji alîyê gelê Kurd, jin –zarok- kal –pîr, hemu bi şahî u dîlanek mezin derketîn ser kolana u berê xwe dan Başurê Kurdistan. Li hilbijartnan da, li tenişt sandokên hilbijartinan, gelê Başur bi % 98 deng dan ji bo serxwebuna Kurdistan u gotin em welatê xwe dixwazên. Li gel Ereba li Iraq najîn. Ev helwest ku ji alîyê gelê Başur hatibu girtin, tirs kir dilê dijmini Kurd u Kurdistan. Ev helwesta Başur ji alîyê hemu Kurda bi pîrozî hat pêşwazî kirin. Yên tu car uşeya Kurdistanek serbixwe bi kar nedihanîn bi deng u rengek şermok, pêşvazî li vê biryarê kirin. Lê ne bi dil u can. Dengê serxwebunxwazan roj bir roj bilind u zêde dibu. Lê ê daxwaza Kurdistana serbixwe u yektirtî dikirin, bê rêkxistin u belav bun. Ev rewş, bê rêkxistin u bê bernameyî birsgirêk u astengek herî mezin bu di navxweda. Dewletên dagirker, li ser vê helwestê, bi lez u bez ketin ger. Ji bo bîr u bawerîya Kurdistana yekgirtî u serbixwo di nav gelê Kurd, qels bikin civîn li ser civîn lidarxistin. Gava yekemîn Mam Celal Bu serok komarê İraq. Ev buyer di dîroka Kurd u Kurdistan da rupelekî reşe. Serok komarîya Mam Celal bu astengîya herî mezin ji bo bîr u bawerîya Kurdistana serbixwe. Mam Celal ji bo yek rêzîya İraq hemu derfetê xwe xiste ger. Mala Ereba Avakir, lê ji avakirin yekxistina mala Kurd, tilîya xwe neleqand, Hemu demê xwe da ji bo pirsgirikê İrak, bi dehan sedan pirsgirikê Başurê Kurdistan nehat Kurdistan, kîngê deshilatdarîya vî ket xeterîyê ji Silimanî derneket! Belavbuna Irakçîtî li başurê Kurdistan u Tirkçîtîya Ocalan u PKK rê li hinek kes u gruba xweş kir. Niha li Bakurê Kurdistan, Tirkyeçîtî gav bi gav li nav gelê Kurd belav dibe. Ne dur, heta çend sal berê li seranserê Bakurê Kurdistan, her Kurd bi xewna Kurdistana serbixwe hişyar dibun. Gelo çibu? Çi hat guhertin, kû bir u bawerîya Kurdistana serbixwe ber bi qels bu diçe. Gelo hestê an demê dewletên kû li ser bingehên netewî bun derbasbîye! Lê mirov li rewşa Evrupa dinire, kû li van deran bingehên demokrasî, azadî, wekhevî, mafên kêmnetewî, mafên mirov....hwd di qada herî bilind daye lê dîsa netewîyên cuda dixwazên dewletên xwe avakin. Li Katalonya, xelkê Katalan, meşekî li darxistin u xwestin ji Espanya cuda bin, dewleta xwe a serbixwo avakin. Li Evrupa u li deverên cuda cuda pir mînak hene, xwezîya xwedan dewleta serxwebun li hest u bîrên gelanda bi cîh bîye tu kes an tu hêz nikare, ev bîr u bawerî hestê serxwebuna dewlet li mêjîyên gelan derxe. Dem dem, bîr u bawerîya serxwebun kare başda bikeve, qels bibe, lê heta demek. Demê rêkxistên u rewşenbîrên gelên bindest, wek dagirkeran fikirîn, argumantên wan bikar anînîn, ew dem, hestên serxwebun birîndar dibe. Wek niha, kû li Başur u Bakurê Kurdistan ‘’serkêşên!’’ doza gelên Kurd argumantên dewletên dagirker bikartînên! Mixabin niha li bakurê Kurdistan piranîya pênusnivîsan bi zanebun an bêzanebun, bi argumantên dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd ditirsînên, divên em Ji tirkîyê biqetin emê ji birçîna bimrin! Lê Cîhê dilxweş eve kû li Başurê Kurdistan piranîya Rewşenbîrên Başurê Kurdistan bi tundî serkirdeyan rexne dikin u Kurdistan’ a Serbixwe u yekgirtî diparêzin. Ez zanim, kesên xwedan bîr u bawerîya Kurdistana serbixwe u yekgirtî, dê demê xweyên herî zor u zahmetta dijîn. Gava hun bala xwe bidin dîroka Kurdistan, bala xwe bidin yên kû li dijî dagirkera şer kirine, qurban dane, kesên xwedan bîr u bawerîya Kurdistana serbixwo ne. Ji ber vî ramanên Serbixwe u Yekgirtî weka topek an gohpalek ( gopal) agire, hemu kes naxwaze destên xwe bişewitînên.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.